A A A

Lêkolînerên ALCITfemê

Projeya Çalakvanî û Bingehên Wê yên Exlaqî û Çandî: Hemwelatiya Alternatîf û Rolên Jinan li Kurdistan û Dîasporayê (ALCITfem) bernameyeke lêkolînê ya navdîsîplînî ye ku bingeha wê li ser xebatên wêjeyî, antropolojiya çandî, xebatên zayendî û civaknasiyê hatiye danîn. Proje bi rêya hevkarîya van enstîtuyan Beşernasî û Zanistên Civakiyê tîne ber hev û pêwendiya wan bi hev du re çêdike: Beşa Lêkolînên Kurdî ya Enstîtuya Xebatên Rojhilatnasî (Fakulteya Filolojiyê) ya Zanîngeha Jagiellonskî (JU, Kraków), Navenda Lêkolînên Zayendî (STK, Senter for Tverrfaglig Kjonnsforskning) ya Zanîngeha Osloyê (UiO), Navenda Xebatên Pêşketî yên Nifûs û Olê (CASPAR) ya Zanîngeha Aborînasiyê ya Krakovê (CUE), Fato, Enstîtuya Kar û Lêkolînên Civakiyê ya li Osloyê û Muzeya Asya û Pasîfîkê (Warşova). Proje di çarçoveya bernameya Grieg a Navenda Zanistê ya Neteweyî ya Polonyayê de bi Hîbeyên Norwecê tê fînansekirin.

  • Joanna Bocheńska

    Dr Joanna Bocheńska seroka projeyê ye, li Pişka Îrannasiyê ya Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Zanîngeha Yagîellonskî dixebite û li wir seroka Beşa Kurdnasiyê ye. Bala wê li ser edebiyat, miras, guhartinên exlaqî di nav çanda kurdî ye. Ji bilî nivîsên lêkolînî bala wê ser wergêra ji zimanên kurdî ye, herweha wênekêş e.


  • Wendelmoet Hamelink

    Dr Wendelmoet Hamelink lêkolînereke Navenda Lêkolînên Zayendê (STK) ya Zanîngeha Osloyê ye ku li wir li ser projeya ALCITfem dixebite û di heman demê de xebata hînkirinê dimeşîne. Ew ji Zanîngeha Leîden a Holendayê di qadên Antropolojiya Çandî û Pêşveçûna Civaknasiyê de xwedî asta master (MA) û doktorayayê ye. Nerînên wê yên metodolojîk û teorîk ji vegêran û lêkolîna dîroka devkî, zayend û koçberî, antropolojiya muzîkî, lêkolînên pevçûnî û neteweperestiyê û ji exlaq û teoriya post-kolonyalê pêk tên. Di gelekî welatên Rojhilata Navîn, Ewropa û Afrîkayê de tecrubeyeke wê ya demdirêj a xebatên qadî heye û ew dikare bi Kurdî û Tirkî jî biaxive.

  • Karol Kaczorowski

    Dr Karol Kaczorowski li Navenda Xebatên Pêşketî yên Nifûs û Olê (CASPAR) û li Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Aborînasiyê ya Krakovê (Polonya) xebatên xwe dimeşîne. Ji sala 2013 theta 2018 beşdarî projeya bi navê Deng çawa dikare bê bihîstin. Berdewamî û guhartinên çand û realiteya civakê yên kurdî di perspektifên postkolonyalde. Heta îro nivîsên wî di qada civaknasî, antropolojiya çandî, antropolojiya olê û siyasetê cih digrin. Niha li ser malbatên navneteweyî lêkolînên xwe didomîne.

  • Dobrosława Wiktor - Mach

    Dr Dobrosława Wiktor-Mach li Navenda Xebatên Pêşketî yên Nifûs û Olê (CASPAR) û li Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Aborînasiyê ya Krakovê (Polonya) xebatên xwe dimeşîne. Xebata wê ya qadê ya ku di derbarê tevgerên Îslamî de bû wekî pirtûk bi sernavê Religious Revival and Secularism in Post-Soviet Azerbaijan (2017, De Gruyter) hat weşandin. Niha ew li ser mijarên wekî li Tirkiyê çalakvaniya hawirdoriyê û hêlên civakî-çandî yên koçberiyê yên li Polonya û Ûkraynayê xebatan dike.

  • Nerina Weiss

    Dr Nerina Weiss lêkolînera beşa Xebatên Kar û Civakî yên Enstîtuya Fato ye. Ew di beşa Antropolojiya Civakiyê de xwedî asta doktorayê ye (Zanîngeha Osloyê 2012) û di navbera salên 2011-2013 de li Enstîtuya Dignity-Danish a li hemberî Îşkenceyê wekî Marie Curie IE Fellow xebitiye. Piraniya xebata wê ya akademîk û sepandî li ser têkiliyên hemwelatî û dewletê ye ku bi rêya lêkolîna tundiya sîyasî û koçberî, seferberiya şerr a li Tirkiye, Sûrîya û Iraqê, di heman demê de jî bi lêkolîna îşkence û trawmayê meşandiye

  • Hüseyin Keskin

    Hüseyin Keskin nika beşê Îrannasîyê Enstîtuya Rojhilatnasiyê Zanîngeha Yagîellonskî, Polonya de Lîsanso berz keno. O seba tezê xo estanikî, mîtî û meseleyî şarê Zazayan ra aredayî. Bi xusus alaqeyê ey folklor, mîras, aktîvîzîm, û xebatê komelanê malî/herêmî serî de ya.

  • کازیوە ساڵح

    د. کازیوە ساڵح: سۆسیۆ کولتووریست و پسپۆڕی بواری جینۆسایدە. هەڵگری دکتۆرایە لە زانکۆی کوین لە کەنەدا، ساڵی ٢٠٢٠، کە بووە بە پسپۆڕ لە بواری کولتوور و سۆسیولۆژیای توندوتیژی و جینۆسایدی کورد لە عیڕاقدا.کازیوە خاوەنی زیاتر لە دە کتێب و چەندین خەڵاتە بۆ بەرهەمەکانی ، خاوەن و سەرنووسەری دوو گۆڤاری فکری بووە بە ناوەکانی نوێکار و نڤار. چەندین وتار و توێژنەوەی ئەکادیمی بڵاوکردوەتەوە. لە بوارەکانی کێشە وجینۆسایدی کورد ،کولتوور، جەندەر و کێشەی ژن ، شوێن و هاوڵاتی بوون، پەناهەندە و کۆچبەر، هەوەها یەزیدیزم و کێشەی یەزیدیەکان.

  • ئاندرو بووش

    د. ئاندرو بووش: هەڵگری بڕوانامەی دکتۆرایە لە بواری مرۆڤناسی لە زانکۆی جۆنس هۆپکنس لە ولایەتە یەکگرتووەکانی ئەمەریکا. بووش ئەزموونی چوار ساڵ وانە وتنەوەی هەیە لە زانکۆی نیویورک لە شاری ابو ظبی لە ئیمارات. لە ٢٠٢٠-٢٠٢١ توێژەر بووە لە سکولی یاسای زانکۆی هارڤەرد. د. بووش توێژینەوە لە بوارەکانی دراساتی ئیسلامی، مێژووی ئەدەبی کوردی، فیقهی ئیسلامی و یاسای باری کەسێتی لە هەرێمی کوردستانی عێراق ئەنجام دەدات. یەکەم کتێبی بە ناوی جیاوازی دینی لە نێوان موسڵمانان لە کوردستانی عێراقدا، ساڵی ٢٠٢٠ لە لایەن چاپخانەی ستانفۆردەوە خرایە بەر دەستی خوێنەران.

  • Marcin Skupiński

    Xwendkarê doktorayê li Mekteba Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Warşovayê. Enstitûya Etnolojî û Antropolojiya Çandî ya heman zanîngehê qedandiye. Ya ku bala wî dikişîne antropolojiya ekolojîk û sîyasî ye û bi taybetî peywendiyên di navbena mirov û jîngehê û herwiha saziyên civakî yên dijî zalbûnê ne. Anha ekolojiya siyasî ya di nava tevgerên kurdî de lêdîkole yên ku di qada problemên ekolojîk yên Rojhîlata Navîn de dixebitin. Berê demeke drêj li Ukrainayê lêkolînên xwe didomandin. Di projeyên lêkolînî û perwerdehî yên girêdayî parastina jîngehê û wekheviya zayendê de û yên ku li dervê zanîngehê pêk tên bi çalak e.