Medya
Medyayên giring:
Podkast, film û bernameyên girêdayî lêkolînên me:
Rapora ser rewşa dinyayê
Di podkasta bi navê Rapora ser rewşa dinyayê de ya roja 1ê Adarê Marcin Żyła digel Joanna Bochenskayê ser rewşa Kurdistan û Rojhelata Navîn axivî. Podcast bi polonî ye.
Fêrkirina kurdî ji bo xwendekarên biyanî
Pêşkêşa online ya Joanna Bochenskayê, Fêrkirina kurdî ji bo xwendekarên biyanî ya ku dema Konferansa Sosyolîngvîstîk a li ser Rewşa Zimanê Kurdî hatiye pêşkêşkirin. Konferans bi boneya 21ê Sibatê ya ku Roja Zimanê Dayikê ya Cihanî hat sazkirin bi Enstîtuya Navneteweyî ya Raman û Zanistên Sosyal.
Podcastên ji festîvalê
Podcastên ji festîvala Tava Kurdî Di Zivistana Varşovayê Da ya ku di navbena rojên 7-9ê şibatê li Warşoyê pêkhat bi amadekirina Navenda Andrzej Wajda ya Çanda Fîlman û Koma ALCITfemê. Festival parçeya ji projeya bi navê Hemwelatî, Koçberî û Aktivîzma Jinan li Kurdistan û Dîasporayê ye.
Bernameyeke akademîk a li ser jinên kurd
Necat Ayaz, Bernameyeke akademîk a li ser jinên kur, Infowelat, 14, 02. 2025
Kurdên li Suryayê
Kurdên li Suryayê. Podcasta ser koçberiyê ya Sentera Lêkolînên ser Koçberiyê ya Yagiellonskî destpêka sala 2025 hatiye amadekarin. Amadekar: Karol Wilczyński, beşdarvan: Joanna Bocheńska.
Ders: Di navbena pîstepîst û şoreşê de: Mîras, huner û wêjeya kurdî
Em we vedixwînin dersa Joanna Bochenskayê ya bi navê Between Whisper and Revolution: Kurdish Heritage, Art and Literature (Di navbena pîstepîst û şoreşê de: Mîras, huner û wêjeya kurdî) ya ku li Enstîtûya Zahra hatiye pêşkêş kirin û niha online dikare bibe guhdarkirin di bin vê lînkê de.
Podcasta Sidqî Hirorî ya ser ALCITfemê
Podcasta Sidqî Hirorî ya li ser projeya ALCITfemê. Podcast parçeya ji semînera me ya meha Adarê 2024 li Stokholmê li Pirtûkxaneya Kurdî pêk hat.
Koçberiya Kurdî
Koçberiya Kurdî - seminera li Ensitûya Fafo ya ku roja 5ê nîsanê sala 2022 li Osloyê pêk hat di çarçoyeya projeya ALCITfemê de.
Kurdology
Filma dokumenter ya Ako Hamayî ya bi navê Kurdnasî ya ku di navbena salên 2016-2019 ser kurdnasiya li Krakovê hatiye çêkirin.
Projeya me li Radyoya Polonî
Dr Joanna Bocheńska, Karol Kaczorowski, Krzysztof Lalik bûn mêvanên bernameya Katarzyna Kobyleckayê ya Radioya Polonî. Her sê akademisyenan tecrûbeyên xwe yên lêkolînî û ji seferên bo Kurdistanê parve kirin. Bername bi zimanê polonî di bin vê lînkê de ye.
Bernameyên televîzyonê li ser kurdnasî li Polonyayê
Li jêr hûn dikarin çend linkên bernameyên tv yên li ser kurdnasiya li Polonyayê peyda bikin. Dr Joanna Bocheńska beşdarvana wan bû û behsa dîroka kurdnasiyê û lekolînên nûjên kirin. Axaftina wê bi kurdî ye.