A A A

Wendelmoet Hamelink

Dr Wendelmoet Hamelink lêkolînereke Navenda Lêkolînên Zayendê (STK) ya Zanîngeha Osloyê ye ku li wir li ser projeya ALCITfem dixebite û di heman demê de xebata hînkirinê dimeşîne. Ew ji Zanîngeha Leîden a Holendayê di qadên Antropolojiya Çandî û Pêşveçûna Civaknasiyê de xwedî asta master (MA) û doktorayayê ye. Piştî xilaskirina doktorayê wê ji weqfa Max Weber di çarçoveya lêkolîna xwe ya li ser bîreweriyên çandî yên Ermeniyên ji rojhilata Tirkiyê hîbeyeke girt, dûre jî bi cihgirtina xwe ya li projeya IMEXê, Dîmenên li Sirgûnê, bûrsa Marie Sklodowska Curieyê girt. Proje li ser rewşa zayendî û temsîlkirina jinên Kurd ên ku di encama şerê li Sûriyê de di van salên dawî de li Skandînavyayê bicihûwar bûne sekinî. Pirtûka ku di derbarê projeyê de ye, bi hevkariya profesor Besime Şen a ji Zanîngeha Mîmar Sînan û bi tevlîbûna nûçegihana wêneyan Iffit Qureshi tê amadekirin. Nerînên wê yên metodolojîk û teorîk ji vegêran û lêkolîna dîroka devkî, zayend û koçberî, antropolojiya muzîkî, lêkolînên pevçûnî û neteweperestiyê û ji exlaq û teoriya post-kolonyalê pêk tên. Di gelekî welatên Rojhilata Navîn, Ewropa û Afrîkayê de tecrubeyeke wê ya demdirêj a xebatên qadî heye û ew dikare bi Kurdî û Tirkî jî biaxive. Pirtûka wê ya bi navê The Sung Home: Narrative, Morality, and the Kurdish Nation (Brill 2016) li ser gotinên stranan, serpêhatî û performansên zindî yên dengbêjên Kurd disekine ku di derbarê pêkanînên çandî, sîyaseta xwecihî û jiyana herêmên li ser sînoran de têbînîyên qeşeng pêşkêş dike.

 

Nivîs

 

Peywendî: a.w.hamelink@stk.uio.no