Wêne
Galeriya Asûsê
Asûs navê welatekî xeyalî ye ku îlhama xwe ji berhemên nivîskarê kurd Mehmet Dicle, yê ku ji hêla xwendevanên polonî ve jî baş tê naskirin, standiye. Asûs cihek e ku hêmanên bajarekî û gundekî bi hev re di xwe de dihewîne. Bi dîmenên xwe yên wêjeyî yên zindî û ruhê serhildêr ê niştecihên xwe tê naskirin. Navê Asûsê ji peyva Proto-Hindo-Ewropî “as”ê tê, ku tê wateya wê "kevir" an “hişkbûn" e. Vê kokê rê li ber peyvên îranî yên kevn ên ji bo "kevir" (as) û "ezman" (asman) vekiriye, ku bav û kalên faris, kurd û efxanan ew wekî "ezmanê kevirîn" fêm dikirin. Têgîna kevnar a bihuştê wekî ezmanekî hişk û kevirîn ê ku li seranserê cîhanê dirêj dibe, di pirtûka pîroz a Zerdeştiyan, Avestayê de derdikeve pêş. Her çend kevir bi gelemperî bi çorsî, giranî û gewrbûnê re tê têkildarkirin jî, hêjayî gotinê ye ku ew gelek celebên esîl dihewîne, ku yê herî kamil û hişktirîn ji wan elmas e.
Konferans Zayend, Hemwelatîbûn û Berxwedan di Civakên Mînorîteyî
Di nav rojên 11-12 Adarê de li Zanîngeha Osloyê konferansa ALCITfemê ya bi navê Zayend, Hemwelatîbûn û Berxwedan di Civakên Mînorîteyî (Kêmarkirî) pêk hat. Jêr hûn dikarin wêneyên ji wê bibînin.
Çalakvaniya jinên kurd: seminara ALCITfem li Stockholmê
Roja 9ê Adarê em bûn mêvanên Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê û me li wir behsa projeya xwe ya ALCITfemê kir.
Vekirina pêşangeha li Warşo
Em we vedixwînin pêşkêşa wêneyên vekirina pêşangeha bi navê Jin, Jîyan, Azadî. Xebata Jinên Kurd bi Çavê Wênekêşên Jin ên Kurd û civîna digel wênekêşên Kurd ya ku roja 12.10.2023 li Muzeya Asya û Pacifîkê li Warşo pêk hat û herweha çend civînên din yên di çarçoveya vê pêşangehê de cih girtin.
Pêşangeha li Muzeya Manggha
Pêşangeha Jin, jiyan, azadî – jiyana rojanê û çalakiyên civakî yên jinên Kurd li Kurdistanê û li diasporayê di nav rojên 08.10 - 22.10.2023 li Muzeya Manggha ya Huner û Teknolojîya Japonî pêk hat. Ev berdewamîya li Krakovê ya pêşangeha ku berê, sala 2021, li Muzeya Asya û Pasifîkê li Warşo cih girt. Vira em çend wêne ji vekirina vê pêşangehê li Muzeya Manggha û çend civînên din amade kirin.
Duyem semînera me ya Krakovê
Di navbera 05-09.10.2023 de sêyem semînera me ya projeya ALCITfem pêk hat. Cara duyem em li Krakovê hatin ba hev, li Zanîngeha Ekonomîk ya Krakovê. Li vir çend wêneyên ji vê bûyerê hene.
Seminera me li Osloyê
Di navbera 4-7.04.2022 da em wek koma projeya ALCITfem li Osloyê li Enstitûya Fafo civîn.
Mulher, Vida, Libertade - vida diária e envolvimiento social das mulheres curdas
Wêneyên vekirina pêşangeha Mulher, Vida, Libertade - vida diária e envolvimiento social das mulheres curdas no Curdistão e na Diáspora li Oporto, roja 09.10.2021 li Casa da Horta.
Yekemîn semînera projeya ALCITfemê
Wêneyên yekemîn semînera projeya ALCITfemê ya ku di nav rojên 4-6.10.2021 li Krakovê pêk hat.
Wêneyên ji vekirina pêşangeha Jin, jiyan, azadî
Jêr hûn dikarin wêneyên ji vekirina pêşangeha Jin, jiyan, azadî - jiyana rojanê û çalakiyên civakî yên jinên Kurd li Kurdistanê û li diasporayê, ya ku roja 13ê gulanê 2021 li Mozeya Asya û Pasîfîkê li Warşo pêkhat bibînin.
Wêneyên Artur Rodziewicz
Galerya wêneyên Artur Rodziewicz
Wêneyên Joanna Bocheńska












