A A A

Jin, jiyan, azadî - pêşangeh

Pêşangeh: Jin, jiyan, azadî - jiyana rojanê û çalakiyên civakî yên jinên Kurd li Kurdistanê û li diasporayê, Mozeya Asya û Pasîfîkê, Warşo, 14.05.2021-30.06.2021.

 

 

Dirûşma bi Kurdî ya “Jin, jiyan, azadî” bitaybetî ji hêla Kurdên li Tirkiyê û Sûriyê ve ji bo teşwîqkirina têkoşîna leşkerî ya jinan û di heman demê de jî ji bo beşdarbûna jinan a li qada sîyasî û civakî ya civatên Kurdistanî yên Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûrîyê tê qîrîn. Ew dirûşme di heman demê de sernavê pêşangeha wêneyan a Sonja Hamadê ye ku ji bo gerîlayên Kurd hatiye terxankirin. Îmaja gerîlayên jin, bi nîşandana jinên wêrek ên ku li hemberî xwedêgiravî Dewleta Îslamiyê şer dikirin, ji destpêka şerê li Sûriyê di çapemeniya global de serdest bû. Ji hêla dinê ve, çi di derbarê jiyana rojane a jinên Kurd de ku di van dehan salên dawî de bi awayekî berbiçav guherî û çi jî di derbarê gelek cûreyên beşdarbûna wan a li qadên civakê yên wekî mamostetî, xwendekarî, karkerî, bijîjkî û çalakvaniyê de zanîneke kêm heye. Ji ber vê yekê ramana bingehîn a vê pêşangehê pêşkêşkirina aliyên jiyan û têkoşîna jinên Kurdan e ku ev alî ji yên din cûda ne û kêm tên zanîn.

 

 

Ev pêşangeh parçeyeke projeya lêkolînê ya bi navê ALCITfemê (Çalakvanî û Bingehên Wê yên Exlaqî û Çandî: Hemwelatiya Alternatîf û Rolên Jinan li Kurdistan û Dîasporayê) ye. Em di projeya xwe de têgiha hemwelatiya alternatîv bi kar tînin ku destnîşan bikin gelo Kurdan çawa, bi rêyên cur bi cur, ji bo di civata xwe de guherînên civakî û çandiyan çêkin û di heman demê de li ser rewşa civatên Kurdan ên ku di bin bana wan netewe-dewletan de dijîn bandorê çêkin li derveyî saziyên dewletê û pêkhateyên dewletê stratejiyên alternatîf pêş xistine. Ji ber ku li welatên ku lê dijîn destûr ji wan re nehat dayîn ku Kurd xwe bigihînin qadên sîyasî, piraniya çalakiyên wan di derveyî saziyên dewletan de pêk hatin. Ji ber vê yekê çêbûna hemwelatiya Kurdan xwe ji avahiyên dewletan zêdetir li jiyana rojane nîşan dide. Gelekî teorîsyenên çandî – bitaybetî jî Michel de Certeau û Henri Lefbvre – dibêjin ku qada jiyana rojane qada herî girîng û watedar a pêşxistina çand, nasname û aîdiyeta mirovan e. Jixwe, pêşangeh jî ji destpêka sedsala 20an heya îro taybetmendiyên cûda yên hemwelatiya alternatîf a jinên Kurdan ên ku ji parçeyên cûda yên Kurdistan û dîasporayê hatine û xwedî rabirdûyên çînî û tevgerên sîyasî yên cûda ne nîşan dide. Wekî di pêşangehê de jî hatiye nîşandan, çalakvanên jin ên yekemîn xwedî rabirdûyeke arîstokratîk bûn (ji bo mînak Rewşen Bedirxan) û wan bi rêxistinên din ên jinan ên li Rojhilata Navîn re têkilî danîbû.

 

 

Di sedsala 20an de jinên Kurd qedera trajîk bi endamên din ên civatê re parve kirin ku gelekî ji wan bûn penaber û gelekî jî bûn qurbaniyên cureyên cihê yên tundiya biyanî û ya binecî. Tevî vê yekê jî, pirî caran havilên mezin ji pêşveçûna civata Kurd re kirin û di însiyatîfên civakiyan de cih girtin. Ev tişt ji bo jinên Mesîhî û Êzîdî jî derbasdar e ku bi Kurdan re dijîn û bi wan re gelekî insûrên çandiyan parve dikin, me di vê pêşangehê de bal kişandiye li ser vê xalê jî. Pêwist e em destnîşan bikin ku di nav malbeteke mezin de bûna “kevanî” bi xwe jî karekî giran e û ji bo wê di xalên wekî parastina malbatê, xwedîkirina zarok, dermankirina tibbî an jî pêkanînên devkî û di heman demê de jî pirî caran ji bo sazkirina aramiya malbatê di xala hunerên dîplomatîk ên şareza de zanîneke pêşkevtî divê. Ji destpêka tevgera neteweyî ya Kurd ve jinan dest bi rêxistinbûna xwe ya li têkoşîna mafên Kurdan kir û di heman demê de jî wan îşaret bi nakokiyên di navbera cihên mêr û jinan ên li civata Kurd kir. Têkoşîna leşkerî ya jinan ku bi berfirehî tê zanîn cara yekem di 1970yan de ji hêla rêxistina Komala va li Îranê hate dest pê kirin û ew ji bo berçavkirina serxwebûna jinan ji mêran û ji bo parastina mafên jinan rêyek bû. Bi vî rengî jin ne tenê di tekoşîna leşkerî de, lê di heman demê de wekî xwendekar an jî aktorên civakî di pîşe û rêxistinên cûda de û wekî lêkolîner û aktîvîstên siyasî (ji bo mînak li Tirkiyeyê çalakvana navdar Leyla Zana) jî çalak bûn. Wan rêxistin ava kirin û însîyatîf damezrandin ku piştgiriyê bidin jin û mêrên Kurd ên ku derfetên wan a gihîştina bi saziyên dewletê kêm in û wan xwe û yên din bi awayekî fermi û nefermî perwerde kirin.

 

 

Herî dawî, armanca pêşangeha me pêşkêşkirina pirtûkxaneya dîjîtal a bi navê Kurdistan Photolibrary e ku bitaybetî ji bo danasîna Kurdistan û Kurdên li her çar aliyê cîhanê ji aliyê Chris Kutschera ve hatiye afirandin û niha wêneyên gelek wênekeşan pêşkêş dike. "Chris Kutschera", bernavkê Paul û Edith Maubec e ku ev her du kesên zewicî yên Fransî di sedsala 20an de xebata xwe ya rojnamegeriyê bi giranî li ser mijara Kurdan meşandine. Dema ku Paul di derbarê Kurdan de dinivîsî, Edithê jî ji bo ku jiyan û dîroka Kurdan bi şêwazeke têgihiştî û dîtbarî ya dewlemend bên nasîn wêne dikişandin û dest bi avakirina arşîveke wêneyan a online dikir. Ji ber vê yekê ev pêşangeh ji kar û xebatên wan re jî rêzgirtinek e. Li gorî Chris Kutschera: “Çapemenî, nivîskar, weşanger, xwendekar, lêkolîner û sazî dîroka Kurdan dinivîsin. Lê digel wêneyên dijîtalkirî yên Kurdistan Photolîbraryê, bi pêşkêşkirina nîgarên ku li seranserê cîhanê têne dîtin, em amûrek li lêkolîna dîroka Kurd zêde dikin. Ya girîngtir, armanca me ji bo nifşên heyî û pêşerojê arşîvkirin û parastina berhevokeke wênkêşiyê bû ku bi berdewamî berfireh dibe.” Ev pêşangeh wêneyên Chris Kutschera, yên wênekêşên din û yên ji ảrşivên malbat û rexistinên ku li Kurdistan Photolibrary parve bûne dihewîne.

 

 

Werger: Esat Şanlı

 

 

Wêneyên ji vekirina peşangehê hûn dikarin bin vê lînkê bibînin.

 

 

Panel

 

10.06: Vekirina projeya me: civîna digel Edith Maubec

17.06.: Kurdistan bi cavên jinan

 

 

Konser

 

19.06: Konsera muzika kurdî li Mozeya Asya û Pasîfîkê