ALCITfem
ALCITfem
Projeya Çalakvanî û Bingehên Wê yên Exlaqî û Çandî: Hemwelatiya Alternatîf û Rolên Jinan li Kurdistan û Dîasporayê (ALCITfem) bernameyeke lêkolînê ya navdîsîplînî ye ku bingeha wê li ser xebatên wêjeyî, antropolojiya çandî, xebatên zayendî û civaknasiyê hatiye danîn. Bi awayekî metodolojîk û teorîk proje, bi rêya hevkarîya van enstîtuyan Beşernasî û Zanistên Civakiyê tîne ber hev û pêwendiya wan bi hev du re çêdike: Beşa Lêkolînên Kurdî ya Enstîtuya Xebatên Rojhilatnasî (Fakulteya Filolojiyê) ya Zanîngeha Jagiellonskî (JU, Kraków), Navenda Lêkolînên Zayendî (STK, Senter for Tverrfaglig Kjonnsforskning) ya Zanîngeha Osloyê (UiO), Navenda Xebatên Pêşketî yên Nifûs û Olê (CASPAR) ya Zanîngeha Aborînasiyê ya Krakovê (CUE), Fato, Enstîtuya Kar û Lêkolînên Civakiyê ya li Osloyê û Muzeya Asya û Pasîfîkê (Warşova). Proje di çarçoveya bernameya Grieg a Navenda Zanistê ya Neteweyî ya Polonyayê de bi Hîbeyên Norwecê tê fînansekirin.
Jin, Jîyan, Azadî. Xebata Jinên Kurd bi Çavê Wênekêşên Jin ên Kurd
Pêşangeh: Jin, Jîyan, Azadî. Xebata Jinên Kurd bi Çavê Wênekêşên Jin ên Kurd ya ku ji roja 12.10.2023 heta roja 28.01.2024 li Muzeya Asya û Pasîfîkê li Warşo pêk tê. Dema ku kurd û jinên kurd tên resimkirin, pirî caran ji alîyê wênekêşên biyanî ve, ew gelek caran bi şêweyekî stereotipîk weke mexdûrên şer û şîdeta navxweyî yan jî weke şervan û gerîlayan tên nîşandan. Di şûna wê da, ev pêşangeh balê dikişîne ser jîyana jinan a pîşeyî û rê li ber rengvedaneka cuda ya çalakî û aktivîzma jinên kurd vedike. Wêneyên vê pêşangehê ji aliyê wênekêşên jin ên kurd ve hatine kişandin.
Jin, jiyan, azadî - pêşangeh
Pêşangeh: Jin, jiyan, azadî - jiyana rojanê û çalakiyên civakî yên jinên Kurd li Kurdistanê û li diasporayê, Mozeya Asya û Pasîfîkê, Warşo, 14.05.2021-30.06.2021. Dirûşma bi Kurdî ya “Jin, jiyan, azadî” bitaybetî ji hêla Kurdên li Tirkiyê û Sûriyê ve ji bo teşwîqkirina têkoşîna leşkerî ya jinan û di heman demê de jî ji bo beşdarbûna jinan a li qada sîyasî û civakî ya civatên Kurdistanî yên Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûrîyê tê qîrîn. Ew dirûşme di heman demê de sernavê pêşangeha wêneyan a Sonja Hamadê ye ku ji bo gerîlayên Kurd hatiye terxankirin. Îmaja gerîlayên jin, bi nîşandana jinên wêrek ên ku li hemberî xwedêgiravî Dewleta Îslamiyê şer dikirin, ji destpêka şerê li Sûriyê di çapemeniya global de serdest bû. Ji hêla dinê ve, çi di derbarê jiyana rojane a jinên Kurd de ku di van dehan salên dawî de bi awayekî berbiçav guherî û çi jî di derbarê gelek cûreyên beşdarbûna wan a li qadên civakê yên wekî mamostetî, xwendekarî, karkerî, bijîjkî û çalakvaniyê de zanîneke kêm heye. Ji ber vê yekê ramana bingehîn a vê pêşangehê pêşkêşkirina aliyên jiyan û têkoşîna jinên Kurdan e ku ev alî ji yên din cûda ne û kêm tên zanîn.
Yekemîn semînera projeya ALCITfemê
Di nav rojên 4-6ê meha 10ê de yekemîn semînera projeya ALCITfemê li Krakovê pêk hat. Ji ber rewşa pandemyayê civînên me hem li hola kevnarê ya Zanîngeha Yagellonskî hem li ser înetnetê cih digirtin. Li bin vê linkê wêneyên ji civîna me a roja 5ê hene.
Mulher, Vida, Libertade - vida diária e envolvimiento social das mulheres curdas
Di mehên 10 û 11de sala 2021 peşangeha Jin, jiyan, azadî - jiyana rojanê û çalakiyên civakî yên jinên Kurd li Kurdistanê û li diasporayê li rexistineke Casa da Horta li Oporto hat pêşkêş kirin. Navê portugalî ya pêşangeha me Mulher, Vida, Libertade - vida diária e envolvimiento social das mulheres curdas no Curdistão e na Diáspora bû. Dema vekirina pêşangehê roja 9ê meha 10ê semînarek bi navê Jiyana rojanê û çalakiyên civakî yên jinên Kurd li Kurdistanê amade bû.
Seminera me li Osloyê
Di navbera 4-7.04.2022 da em wek koma projeya ALCITfem li Osloyê li Enstitûya Fafo civîn. Piştî pandemyayê kêfa me pir ji minakeşên li Fafoyê hat. Panela me ya bi navê Kurdish migration. What are the latest developments and how does gender matter? hat qeydet kirin û ser malpera Fafo dikare were temaşekirin. Prezentasyonên ji panelê di bin vê lînkê ne. Herweha wêneyên ji semînara me di bin vê lînkê ne.
Nivîs - encamên projeya me
Vira em nivîs yên ku encamê projeya me pêşkêşî we dikin