A A A

Kurdolojȋ li Polonyayê

Beşa Zanistên Kurdȋ sala 2008 hat damezrandin. lê bê guman mirovên polonȋ ji demeke herȋ kevin li ser Kurdan lêkolȋn. Berȋ her tiştȋ em dikarin navê August Kościesza-Żaba/Jaba (1801-1894) û Aleksander Chodźko (1804-1891) bȋnȋn ziman.

 

Di van salên dawȋ de diyar bû ku mirovên polonȋ dixwazin li ser Kurd û Kurdistan zêde bizanin. Sebeba wê bê guman guhartoyên li Rojhilata Navȋn bû, lê hem jȋ çend bûyerên çanda kurdȋ yên ku di nav salên berê de li Krakovê pêkhat. Armanca Beşa Zanistên Kurdȋ kûrkirina zanistên li ser Kurdan û zimanê kurdȋ ye, nasandina wêje, fȋlm û realiteya Kurdan hem li Kurdistanê hem jȋ li Ewrupayê, pêşxistina têkiliyên di navbena kurd û poloniyan û enstȋtuyên wan yên çand û zanistȋ.

  • August Kościesza-Żaba (1801-1894)

    Rojhilatnas û kurdzanekȋ polonȋ bû. Lê ji ber ku wê demê Polonya ji ber tesira dagirkeran wek welatê serbixwe tune bû, ew bû diplomatê rûsȋ û gelek caran wek rûs tê zanȋn.

  • Aleksander Chodźko (1804-1891)

    Helbestvan û rojhilatnasê polonȋ bû ku wek diplomatê Rûsȋ li Ȋrana dema Qajaran kar dikir. Ji bilȋ wê profesorê wêjeya slavik li Collège de France bû.

  • Abdullah Jalal Fatah (1936-1985)

    Abdullah Celal Fatah li sala 1936ê li Slêmaniyê ji dayik bû. Ew yekem Kurd bû ku li Polonyayê teza doktorayê li ser çanda kurdî qedand. Teza wî sala 1978ê li Zanîngeha Varşovayê hatiye pêjîrandin. Li heman demê de, teza wî, ya ku bi zimanê polonî haiye nivîsîn, yekem teza doktorayê ya li ser babeta kurdî ya ku li Polonyayê hat nivîsîn bû.

  • Leszek Dzięgiel (1931-2005)

    Etnografê polonȋ bû ku di salên 70an de lêkolȋnên xwe li Afganistan û Kurdistan pêk anȋn. Pirtûka wȋ ya bi navê Węzeł Kurdyjski (Girê Kurdȋ) sala 1992 hat çap kirin.

  • Andrzej Pisowicz

    Andrzej Pisowicz zimannas û rojhilatnasekȋ polonȋ yê pir hêja ye. Ew di qada zimanên ermenȋ, farsȋ û kurdȋ bûye pirspor. Sala 2013 pirtûka wȋ ya bi navê Gramatyka kurdyjska sorani, wariant używany w Erbilu/ Rêzmana kurdî soraniya li Hewlêrê tê bikaranîn hatiye çapkirin.

  • Pirtûkên li ser Kurdan yên li Polonyayê çap bûn

    Heta niha li Polonyayê 37 pirtûk li ser Kurdan çap bûne. Ji bilî vê em pirtûkên li Kurdistanê çapkirî yên ku peywendiya wan digel kurdnasiya li Polonyayê heye veser kirin.