Projê 2013-2018
Payiza sala 2012 weqfek ji weqfên zanistȋ yên polonȋ (NCN/em bibêjin Navenda Zanistî ya Dewletê) piştî 3 salên lebikȋnê projeya me a ji bo pêşxistina zanistên li ser kurdan qebȗl kir. Wê demê hêviya me hebû ku „bi vê keştiya xwe ya biçȗk bikevin deryayeke hinekȋ fireh ȗ mezintir.” Îro em dikarin encama projeya me pêşkêşî we bikin: pirtûka bi navê Rediscovering Kurdistan’s Cultures and Identities: The Call of the Cricket (Kifşkirina çand û nasnameyên Kurdistanê ji nû ve: Hawara Sîsirkê) ya ku li çapxaneya Palgrave Macmillan sala 2018 derdikeve.
Wek me berê gotiye navê projeya me îlhama ji pirtûka Mehmed Uzunî stendiye. Wek em zanîn avakirina dengȋ ya ku “dikare bê bihȋstin” problem e. Da ku meriv wî bibȋhize gelo divê ev deng feryad an jî fȋxan be? Ȗ belku ne feryad ȗ ne jȋ fȋxan lê divê pistepist be? Ȗ belku jȋ carek feryad ȗ car caran jȋ pistepist lazim e? Ma bihȋstina dengȋ hema hema tê maneya fahmkirina wȋ? Ev pirs gelekȋ muhȋm in. Em divê fêr bibin çawa yekȋ pewist biaxive da ku yekȋ din jê fehm bike ȗ çawa yekȋ din divê guhdar bike da ku peyvên mirovekî din fahm bike? Belku em dikarin guwahekî ji perçeyeke ji Hawara Dȋcleyê ya Mehmed Uzunȋ bînin, ji ber ku sebeba navlêkirina projeya me bi vȋ şiklȋ bê guman pirtȗka wȋ bȗ:
Xerȋb, koçber, mêvan.
Biçȗk, nazenȋn, narȋn.
Reş ȗ spȋ.
Dȗvçetel.
Lê ew, dengê wê.
Vȋçevȋç, vȋçevȋç, vȋçevȋç.
Hechecȋk. Mȗcize.
Hingê dengê hechecȋkê, dengê heyatê….(r. 256)
Navê kîtaba me, Hawara Sîsirk, Hawara Dîcleyê bi bîr tine lê îlhama wê ya rasterast helbesta Jîla Hosseinî ye ya bi navê Feryad e ya ku em vira bi wergera Kurmancî ya Dilşa Yusufê ya sala 2006 li çapxaneya Avesta derket pêşkêş dikin (navê kitêbê Mirina rojê). Hosseinî helbestvana pir berhemdar ya ji Rojhilatê bû. Bi soranî û farsî nivîsî bû. Sala 1996 di encama bûyereke maşînê gihîştiye dilovaniya xwe. Ev “feryada sîsirk” ya Hosseinî ji me ra bûye sembola çanda kurdî û ev hemû helwestên aşîtî yên rûnîştvanên cuda cuda yên Kurdistanê ji bo parastin û geşêpêdana çand û nasnameya xwe li dijî siyaseta dagîrker. Em pê bawer in ku bi qasî ku denga sîsirk ji denga sazê lawaztir e, ew bi sabir û berdewamiyê dikare bigihînê guh û dilên mirovan û hêdî hêdî dinyayê biguhere.
Jîla Hosseinî
Feryad
(wergera Kurmancî: Dilşa Yusuf)
Pîştî çîrokek kevin
piştî xewek dem dirêj
sîsirk digel dengê sazê tê
Ax…
Ez li sîsirkê têdigihim
Na… êdî bêdengî
nîşana razîbûnê nine hevalno
Perda biqetînin
divêm bibin torebûn
û bimînin
bibin hêz û biçin
Em eger vegerin
em eger vegerin
kî yê wanên niştiman
fêrî zarokê qefilî
yê siberojê bike?
Kî yê hêza feryadê
pêşkêşî sîsirkê bike?
(r. 57-58)
Û bi wergera polonî ya Joanna Bocheńskayê:
Wołanie
Po starej bajce
Po długim śnie
Głos świerszcza
Dobiega wraz z dźwiękiem sazu
Ach...
Rozumiem świerszcza
Nie...
Milczenie
Wcale nie jest znakiem zgody przyjaciele
Zerwijcie zasłonę
trzeba ubrać maski
i pozostać
nabrać sił i odejść
Jeśli wrócimy
jeśli wrócimy
kto da lekcję ojczyzny
zmęczonym dzieciom jutra?
Kto siłę wołania
zdoła ofiarować świerszczowi?