A A A

Lêkolîn

Neteweyên pirjimar û kêmnetewe. Pêwendiyên di navbera kurd û kêmneteweyên mesîhî de li başûr û bakurê Kurdistanê (Îraq û Tirkiya).

 

Bi perspektîfa zanistên civakî pêwendiyên di navbera gelên pirjimar û hindikahiyên netewe û olî de ji aliyê pirsa binpêkirin û bindestiyê ve tên nirxandin. Armanca yekemîn a projeyê analîzkirina guherîn û cudatiyên peywendiyan ên di navbera kurd û kêmneteweyên mesîhî yên suryanî û ermenî de li başûr û bakurê Kurdistanê ye. Niha li başûrê Kurdistanê kurd neteweyeke pirjimar û berpirsên îdareyê ne. Suryanî hindikahiyeke girîng a mesîhî ye. Lêbelê berê ne wisa bû û dema rejîmên berê yên Îraqê kurd kêmneteweyeke pirçiqandî bûn. Ev guherînên salên dawîn cudatiyeke mezin çêkiriye û niha kurd bûne berpirsên îdareyeke ku armanca wê avakirina sîstemeke demokratîk û pirdeng e.

 

Li vê derê pirsiyareke girîng derdikeve holê: ev guherîn çawa pêwendiyên di navbera kurd û kêmneteweyên din, bi taybetî yên suryanî dişekilîne? Kurd îdare û derfetên xwe yên nû çawa ji bo hindikahî û kêmneteweyên din bi kar tînin û siyaseta kêmneteweyên mesîhî jî di vê çarçoveya nû de çawa tê meşandin? Li Tirkiyê hê wêneyekî din heye. Digel ku li gelek herêmen kurdan îdareya cihekî di destên partiya kurdan de be jî em nikarin bibêjin ku ev îdare serbest e, ji ber ku hê jî derfetên wan ji yên kurdên başûrî pir kêmtir in. Kurd wek netewe ji aliyê mekazagona Tirkiyê ve hê nehatine naskirin. Loma jî ev rewş tesîrê li pêwendiyên di navbera wan û kêmneteweyên din de dike.

 

Ji bilî vê tecrubeyên dirokî jî zehf cuda ne. Ji aliyekî din ve tecrubeyên dirokî yên li Kurdistana Tirkiyê zehf girantir in, ji ber ku divê em ji bîr nekin ku Komara Tirkiyê bi awayekî fermî berpirsiyariya xwe ya di bûyerên sala 1915an de heta niha jî qebûl nekiriye,. Li vir pirsiyarên girîng derdikevin holê: cudatiyên di navbera pêwendiyên kurd û mesîhiyan de li başûr û bakur çi ne û çawan in? Rewşa cuda ya siyasî ya li başûr û bakurê Kurdistanê çawa tesîrê li pêwendiyan dike? Derfetên pêşxistina siyaseta pirdengiyê li her du aliyên sînorî çawan in û çawa tên bikaranîn? Sebebên kêşê û fahmnekirinê çi ne û çawa tên çareserkirin? Wekî tê zanîn siyaseta kolonyalîzme bi şiklê domînoyekê sîstema binpêkirinê avakiriye. Kesên ku di bin tesîra dagirkeran de mane bi xwe jî dibin dagirker ji bo kesên din ên qelstir û ew jî ji bo kesên ji wan qelstir. Rejîmên cur bi cur derfetên wê siyasetê zehf bi kar tînin, li gorî mantiqa „dabeş û îdare bike”. Rizgarbûna ji vê siyasetê proseseke dirêj û ne asan e; lê di çarçoveya rewşa postkoloniyal de cihekî taybet digire. Armanca projeyê: analîzkirina mîrasa vê sîyasetê û riyên rizgarkirina ji wê ye, her wiha berawirdkirina rewş û îmkanên avakirina pêwendiyên nû yên di navbera kurd û mesihîyên li başûr û bakurê Kurdistanê de ye.