A A A

Li ser kovara me

Fritillaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies. (Fitillaria Kurdica. Kovara li ser babeta kurdȋ) Di çarçoveya projeya me de em kovareke elektronȋk çap dikin. Di destpêkê de em ê encamên lêkolȋnên xwe di vê kovarê de pêşkêşȋ xwendevanan bikin. Lê armanca me ew e ku di pêşerojê de ev kovar bibe platformeke xurt a danûstandina raman û zanistên li ser kurdan a di navbera rojhilat û rojavayê de. Loma jȋ em dixwazin ku ev kovar ne tenê bi ȋnglȋzȋ; her wiha bi zimanên din, bi taybetȋ jî bi kurdȋ, polonȋ, rûsȋ û tirkȋ jî weşanê bike. Bi riya vê kovarê em dixwazin zanyar û lêkolȋnerên belavbûyȋ biçekȋ komî ser hev bikin da ku hev û lêkolȋnên hev baştir nas bikin.

 

Lê bi qasȋ ku em ȋro nikarin li ser pisporên li ser Polonya yan jî Fransayê bifikirin bêyî ku ew zimanên wan welatan nizanibin, em nikarin li ser rewş û çanda kurdȋ jȋ bêyî zanȋna zimanê kurdȋ bi ciddȋ bifikirin. Ziman her car mifteyek e ji bo dil, bȋr û sȋstema nirxan a mirovan û riyeke kûr ji bo zanistê vedike. Loma baweriya me heye ku di pêşerojê de kurdȋ jȋ bikaribe bibe zimanekî sereke yê di qada navneteweyȋ ya kurdolojiyê de. Navê kovara me di destpêkê de biçekî seyr xuya dike. Lê maneyeke bikaranȋna wê ya berfireh heye.

 

Fritillaria kurdica (bi rastȋ Fritillaria crassifolia subsp. kurdica) navê kulȋlkekê ye ku li Kurdistanê bi navên Taca Mîr, şilêr, guldexwîn, gulnixûn yan gulsernixûn tê naskirin. Nebatnasên ewropȋ ev kulȋlk di sedsala 19an de nas kir. Cara yekem nebatnasê bi navê Boissier ew terȋf kir, li gorî kulȋlka ku ji aliyê nebatnasekî din ê navê wȋ Wilhelm Noë (1798-1829) ye hatibû komkirin. Wilhelm Noë nebatnas û rêwiyekȋ nemsayî (awıstiryayȋ) bû û sala 1844an bûye serokê baxçeyê botanȋkê yê Êcole Impériale de Médicine de Galata Serai ya li Stenbolê. Vî camêrî nimûneyên şilêrê li nêzȋkȋ Gola Wanê kom kiribûn. Lê Fritillaria kurdica li ser axa hemû Kurdistanê hêşîn dibe û bi rengên xwe yên kesk, sor û zer dikare bibe sembola wê jî. Paşê diyar bû ku nebatnasekȋ din ê macarȋ hê di berê de, sala 1829an ev kulȋlk peyda kiribûye.

 

Lê ev kulȋlka xweşik û riyên naskirina wê maneya wê ya cuda jȋ heye. Ew dikare bibe semboleke siyaset û mantiqa kolonyal jȋ. Gava ku li rojavayê behsa peydakirina wê dikin tenê naskirina wê bi mirovên ewropȋ bi ber çavan digirin. Ji kesî re ne balkêş bû ku navê wê yê bi kurdȋ ji xwe hebûye û kurdan ew ji demeke dirêj ve nas dikir. Ev navê latinȋ yê seyr bes ji bo pêwistiyên kategorȋzekirin û zanistên ewropȋ hate peydakirin. Ji bilȋ vê dema ku oryantalȋzm bû aleteke giran ji bo terȋfkirina mirovên rojhilatî bêyî ku deng bide dengê wan, gelek kovar bi navên latinȋ hatin çapkirin ku behsa wan mirovan dikirin. Kovara me neçar maye li ser vê tecrubeyê bê damezrandin; lêbelê em hêvîdar in ku daxwaz û derfetên din ên ji bo lêkolȋn û lêkolȋnêran bên dîtin. Her wiha eger em ji aliyekî din ve li vî navî binêrin em ê bibȋnin ku di van her du peyvan de rastiyeke giring jȋ veşartî ye. Fritillaria rengdêreke „kurdȋ” wergirtiye û ji bona vê sifatek dikare bibe ȋsbateke herȋ baş ku kurd li ser axa xwe dijiyan. Nebatnasên ewropȋ ne neteweperwer ne jȋ rewşenbȋrên kurd bûn; lê navê wê li gorî realîteya ku bi çavên xwe dȋt dane wê.

 

Ji bilȋ vê peyva latinȋ ya fritillus tê maneya qutiya zaran a ku pê dilȋzin, ji ber ku şiklê kulȋlkê dişibihe vê qutiyê. Bi polonȋ navê wê szachownica kurdyjska yanȋ ji qutiya setrencê tê. Di her du navan de jî maneya lȋstik û qumarê heye. Ev jȋ bi xwe mecazeke xweş e ji bo kovareke ku bi babeta kurdȋ re mijûl e. Ji ber ku bi vȋ şiklȋ hem giraniya babetê hem jȋ pêwistiya zanistê, ramanên qîmet û şansȋ jȋ tȋne ber çavan. Ȋro şȋlêr hê jî şilêr e û meriv dikare fotoyên wê û navên wê yên kurdȋ jȋ li ser ȋnternetê peyda bike. Lê em dixwazin girȋngiyê bidin hemû babetên ku me li jorê behsa wan kirine. Ȋro jȋ em wek lêkolȋnerên rojavayȋ li ser babeta kurdȋ dixebitin û her çiqasî bixwazin jî em nikarin bi temamȋ dev ji kevneşopiya heyî berdin. Lê tiştê ku ji bo me girîng e ew e ku em dengên kurdan dibihȋzin û bi riya lêkolȋnan pêwendiyan bi wan re datînin. Ji bilȋ vê, em dixwazin bila bikaranȋna vê têgiha seyr a Fritilaria kurdica bibe bişȋrȋneke ȋronȋk a li ser rûyên me - lêkolȋnerên rojavayȋ? Em çi dizanin? Ma ev zanist dikare alȋkariya kêşêyen giran bike yan jȋ tenê li kar û kariyera xwe dinêre? Ma ev ne baweriya xurt û bêşik a gelek oryantalȋstên berê bû ku encama wê konseptên şaş bûn? Belkû baştir bibe eger em ȋro biçekȋ bi zanistên xwe bikenin û bi şik, lê hê jȋ bi hêvȋ lê binêrin.