A A A

Leszek Dzięgiel (1931-2005)

Leszek Dzięgiel: Ez bi materyaleke dewlemend ji Kurdistanê vegeriyam

Ji rojnameya Armanc, hejmar 122, november 1991, hevpeyîvîna Mamosta Sidqî Hirorî digel Prof. Leszek Dzięgiel

 

 

Leszek Dzięgiel kî ye?

 

Docent û doktorê zanistî Lêşik Cêngil "Leszek Dzięgiel", rêberê Katedra Etnografî ya Slaviyan li Unîversîteya Yagelonskî "Uniwersytet Jagielloński" li bajarê Krakov, li Polonyayê, pitirî deh salan e ku mjûlî kurdan, pirs û problemên wan e. Leszek Dzięgiel di 15 îlona 1931an de li bajarê Mysłowice, li Polonyayê hatiye dinê. Wî li Universîteya Jagielloński beşa Etnografya xwendiye. Ji sala 1955an û pê ve li gelek unîversîte- yên polonî û yên welatên din wek lêkolîner xebitiye. Di dawiya salên 70 û di destpêka salên 80 de bi grûpeke zanayên polonî re çûye Kurdistana Îraqê û li ser rewşa çandinî û civakî ya deverê lê- kolîn kirine. Ji sala 1984an û vir de li Unîversîteya Yagelonskî serokê beşa Etnografî ya Slaviyan e. Leszek Dziegiel ji bo lêkolînan çûye Efganistan û Libya û hin welatên din û gelek nivîsar û xebatên wî yên zanistî belav bûne. Heta niha gelek nivîsên wî yên li ser kurdan jî belav bûne. Sala 1986an ku hîn min baş zimanê polonî nedizanî, dema meha çiriya paşîn ya wê salê di rojnameya heftane ya Polonî "Tygodnik Powszechny" de nivîsareke negatîf li ser Kurdan hat weşandin. Li pey wê hejmarî bi çendekî her di wê rojnameyê de nivîsareke rexnegir li ser ya pêşîn hat weşandin. Nivîskarê nivîsa duyem Leszek Dzięgiel bû. Wî di wê nivîsa xwe de rexne li nivîsa berê girt û şaşîyên wê serrast kirin. Dzięgiel weha dest bi nivîsa xwe kiribû: "Ji ber ku kurd nikarin bi polonî bersivê li ser şaşîyên derbarê miletê wan yên di wê nivîsê de hatine weşandin bidin, lewra ez maf didim xwe ku şûna wan bersivê bidim û şaşîyan rast bikim." Evca min giring zanî ku ez vê hevpeyvîna li jêr bi vî kurdnasî re bikim û wî bi xwendevanan re bidim nasin. Her çend ev hevpeyivîn di meha şibata 1991ê de çêbû, lê nuha dighîje çapê û ji ber vê yekê ji ez daxwaza lêborînê ji xwendevanan dikim. Rastî Hirorî (Sidqî Hirorî)

 

 

Sidqî Hirorî: Destpêka pûtedana te bi kurdan û pirsa wan?

 

Leszek Dzięgiel: Li ser daxwaza Îraqê di sala 1977an de grupeke pisporên polonî ji Înstîtûya Çandinê ya bajarê Krakow çû îraqê. Karê li ser milên vê grûpê lêkolîna li ser rewşa ekonomîk û çandî ya devera Kurdistanê bû; Duhok, Erbil, Silêmanî. Ku li dawîya karê xwe wê vê grupê projeyên xwe yên li ser deverên ku wan lêkolîn li ser krine, pêşkêşî desthilatdarên Bexdayê bikira.Wekî etnografê pirsên civakî û kulturî ez bi tenê di nav wê grûpê de bûm. Bajarê Zaxo qonaxa me ya yekem bû. Me li gundên dora bajêr, wek: Derkar Ecem, Hîzawa, Bêsîlê û hw. dest bi karê xwe kir. Tercumanê min ji xwendingeha Rizgarî mamostayekî kurd bû ku îngilîzî dizanî. Bi vî awayî min peywendî bi xelkê Kurdistanê re danî. Di gulana 1978an de bingehê karê me çû Sersinkê ji bona ku em li rex û rûyên Balindeyî bi karê xwe bikin. Li wir min têkilîyên pir baş bi xelkên gundan re girêdan. Gundên mîna Sîrya, Çelkê ûhw. Her wê salê em çûn nêzîkî Ranyeyê û piştre em çûn Penciwînê. Li wê derê min gelek tiştên întresant dîtin: wekî germîya pеуwendîyên di navbera herdu perçeyan: Kurdistana Îraqê û Kurdistana Îranê de. Li firoşgehên Pênciwînê şirînahîya Merîwanî dihat firotin. Her weha bazarê guhertina tiştên wî alî yên bi vî alî pir birahavêj bû. Em di sala 1977an de li Eynkawa li jêrîya Erbîlê xwecih bûn. Havîna wê salê berê me ket Dokan û me li wê derê lêkolînên xwe domandin. Hingê xebata pêşmergeyan bi hêz û berfireh dibû. Lewra leşkerê îraqî bela xwe ji me venedikir û her tim bi me re bûn. Vê yekê karê me alozand û têk- ilîyên me bi kurdan re bizehmet xistin. Dîsan piştî saet pêncê êvarê çûn û hatina li derve qedexe bû. Berî destpêka şerê Îraq û Îranê em vegeriyan Polonyayê. Lê delîveyek baş bi dest min ketibû ku ez kurdan û welatê wan ji nêzîk ve nas bikim. Min di wê dema mana xwe de li Kurdistanê materyaleke dewlemend li ser rewşa giştî ya Kurdan da hev û bi xwe re anî Polonyayê.

 

SH: Hukûmeta Iraqê dihişt ku hûn bi Kurdan re bidin û bistînin?

 

LDz: Tirsa me ne ji xelkê Kurdistanê bû û me rewş û pirsgirêkên wan zanîbûn. Lê di destpêkê de hikûmetê hin asteng danîn pêşîya me û gotin: "Ji bo amadekirina projeyên li ser rewşa çandinê û pêşxistina wê li deverê ne pêwîst e ku hûn bi xelkê re bidin û bistînin." Evca wan berê me dan fermanberîyên li deverê û statîstîken wan, lê karê me bi wan nemeşiya, ji ber ku informasyonên wan hem şaş bûn, hem jî kêm bûn. Wek mînak: ji me re gotin li Mehmedîyê li Zaxo bi tenê malek heye, lê çaxê em çûn wê derê, me ji sed malan pitir dîtin. Dema me ji desthilatdaran pirsî ka çima informasyoneke şaş dane me, bahaneya wan ew bû ku bes malekê bi tenê xwe li ser hejmara rûniştivanan nivîsandibû. Edî wan weha ji neçarî û bêyî dilê xwe rê da me ku em li deverê bigerin û karê xwe bikin.

 

SH: Danûstandina xelkê deverê bi we re çawa bû?

 

LDz: Hinkî be jî baş bû. Kurd pir merd in û pir qedrê biyanîyan digrin. Ew mamoste û gencên kurdperwer çi cara ji bîra min naçin. Her weha ji zanîngehên Bexda û Silêmanîyê min gelek rewşenbîrên kurd nas kirin.

 

SH: Nizanim ka tu pê agahdar bûyî ku hingê hikûmeta Iraqê xwecihên kurd yên wan deveran surgûnî ordigehên bi kutekî kirin û nêzîki 2000 gund sotin?

 

LDz: Ma ji ku me dizaníbî ku welê dike? Li Bexdayê gotin me: "Mebest ji van lêkolîn û projeyan pêşxistina deverê ye ji aliyê çandinê ve." Me nedizanî ku wê mesrefê bikin û paşê agirî berdin perê xwe û westiyana me û dê wan gundên ava û xweş kavil bikin.

 

SH: Piştî vegera bo Polonyayê te çi li materyalên xwe kirin?

 

LDz: Çaxê ez li Kurdistanê bûm, min gelek reportaj bo rojnameyên rojane yên polonî şandin. Pişti vegerê min têza xwe ya doktoraya zanistî li ser rewşa çandinî ya Kurdisatana Îraqê nivîsî û têz bo îngilîzî hat wergerandin û çap kirin. Her weha pitir ji deh nivîsarên min yên dirėj li ser alîyên cûr bị cûr yên jiyana kurdan û welatê wan hatin belav kirin.

 

SH: Ma tu nivîsarên xwe di kitêbekê de çap nakî?

 

LDz: Ev pênc sal in pirtûkeke min bi navê Kurd bi zimanê polonî li çapxaneya "Wiedza Powszechna"yê li benda çapê ye. Nizanim ka ew wê ronahîye bibîne, yan ne (Pirtûk bi navê Girê Kurdî sala 1992 li weşanxaneya Universitas çap bû). Ez bi xwe jî nikarim ji kîsê xwe çap bikim, ji ber ku perê min tuneye. Her ev pirtûk bi îngilîzî jî li benda çapê ye.

 

SH: Naveroka wê li ser çi ye?

 

LDz: Li ser dîrok û kultura Kurdan e; her ji kevin û heta demê hevçerx. Tê de qala cografya Kurdistanê, hejmara kurdan, rewişt û tîtal û jiyana rojane ya kurdan û gelek tiştên din ên giring tên kirin.

 

SH: Min bihîstiye ku ji bilî nivîsarên di rojname û kovaran de, tu beşdarî gelek konferans û semînerên li ser kurdan jî bûyî?

 

LDz: Di salên 80an de ez beşdarî gelek konferans û semînerên gelnasiyê li ser welatên newerarbûyî (Kraje nierozwinięte) bûm. Babetên min kurd û Kurdistan bûn. Ne bi tenê li Polonyayê, lê min hewil da ku li welatên Ewrûpaya Rojhilat û Rojava jî rewş û pirsa kurdan bidim nas kirin. Mîna li zanîngehên Uppsala û Stokholmê li Swêdê, Basel It Swîsrayê, Oxsford û Durham li Brîtanyayê, Kassel û Leipzig li Elmanyayê.

 

SH: Bi dîtina te berî salên 88an di kîjan salan de rojnameyên polonî gelek li ser kurdan nivîsandiye?

 

LDz: Di salên şêstan de. Piştî vegera serkêşê kurdan Barzanî ji Sovyetê bo Iraqê. Komunîstên polonî li ba xwe Barzanî wek komunîsteki nas dikir, lewra rojnamegerîya polonî hingê pûte da meseleya kurdan û xebata wan ya ji bo mafên neteweyî. Di wan salan de bi awayekî berfireh û pozetîf li ser Kukdan dihat nivîsandin. Lê, dema ku li cem polonîyan xuya bû ku Barzanî ne komunîst e, lê ew serkêşekî neteweyî û kurdperwer e, êdi nivîsarên li ser kurdan kêm bûn.

 

SH: Pirsa dawî? Te nuha xebateke berdest heye?

 

LDz: Mereqa min nuha li ser kurdên mişext e; bi taybetî kurdên li Ewrûpayê. Lê bicihanîna vî karî girêdayî hebûna jêderên pêwîst û peywendîyên min bi kurdan û komele û organîzasyonên wan yên li Ewrûpayê ye.

 

 

Sidqî Hirorî di sala 1956ê da li gundê Hirorê li başûrê Kurdistanê hatiye dinyayê. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navincî û amadeyî li mûsilê timam kiriye. Ew di salên 1984 û 1985ê da endamê redaksiyona radyoya Dengê Kurdistana Îraqê û bêjerê wê bû û hêngê ew radio li Rojhilatê Kurdistanê bû. Paşî wî pênc salan rojnamevanî li zanîngeha Warşo xwend û têza mastera wî li ser rojnamevanîya kurdî bû. Ew piştî timamkirina xwendinê, di sala 1992ê da çûye Stockholmê û heta nuha jî li wê derê maye. Wî ji bilî bi navê Sidqî Hirorî her weha jî bi navê Sidqî Ebdilqadir û Rastî Hirorî berhemên xwe belav kirine. Berhema wî ya yekem ya belavkirî kurteçîrokek bû bi navê Hizirkirnek û ew di sala 1978ê di rojnameya Hawkarî da belav bibû. Pirtûkên ku wî heta nuke weşandine: 1. Dîmenek ji çîroka jiyana min, yek kurteçîrok, 1985. 2. Momkeka nevemirî, kurteçîrok, 1986. 3. Çend hozanekên nenavkirî, helbest, 1986. 4. Qereç û dilber, helbest, 1989. 5. Kurê Zinarê serbilind, roman, 1996. 6. Evîn û şewat, roman, 1998. 7. Ez û Delal, Min bi tenê nehêlin, roman , 2007. 8. Ez û Delal, Li ser rêya evînê, roman, 2017. 9. Xewn jî qedexe ne, çîrok, 2023. 10. Qebîna hestan, helbest, 2023. 11. Serpêhatîyên jyana min, nivîsîna Îsmet Şerîf Wanlî, wergera ji erebî Sidqî Hirorî û Newzad Hirorî, 2014.