A A A

Konferansa li ser kurdnasiyê

Ji Rabirdû ber bi Dahatûyê Yekkirina Ezmûn û Nirxan Kurdistan di lêkolînên cîhana Rojava û Rojhilat de

24-26.10.2016

Zanîngeha Yagiellonski (UJ), Kraków, Polonya

 

Konferans ji bo bibîranîna August Kościesza-Żaba (1801-1894) û Mela Mehmûd Bayezîdî (1797-1867) tê saz kirin. August Kościesza-Żaba (August Kościesza-Jaba) bi eslê xwe polonî bû, lê ji ber nebûna dewleta Polonyayê li wê serdemê bûye dîplomatê rûsî. Digel Mela Mehmûd Bayezîdîyê ku bi gotina Jaba “mamosta û alîkarê wî” bû berhemên kurdî yên kevn kom kirin û wergerandin. Bi saya vê konferansê em dixwazin kar û xebata wan ya hevbeş bi bîr bînin.

 

Armanca serekî ya konferansê ew e vekoler û pisporên meydana kurdnasiyê yên ji çar parçeyên Kurdistanê ligel yên ji rojava û rojhilatê Ewrûpayê bigihîne hev. Konferans di çarçoveya vê projeya lêkolînî de tê rêkxistin: Deng çawa dikare bê bihîstin? Berdewamî û guhartinên çand û realiteya civakê yên kurdî di perspektifên postkolonyal de. Diyar e ku metod û ruwangeyên nerîtên (tradîsyon) akademîk yên cuda gava li kurdnasiyê têne tetbîqkirin dibin serkaniya fahmkirinên cuda li ser mane, rol û pewîstiyên kurdnasiyê. Bi gotineke din, her kevneşopiya lêkolînî giringiyê dide babeteke din û ji ber vê yekê pergalên lêkolînî yên taybet durist dibin. Loma jî armanca konferansa me pêşkêşkirin û berawirdkirina tecrube û pergalên cuda ye.

 

Ji bilî vê, em dixwazin sê fakteran destnîşan bikin ku rola wan ya di pêşvexistina kurdnasiyê de dê gelek girîng be: bingeheke xurt ya teorîk ya her lekolînekê, zimanê kurdî, peywendiyeke baş digel realîteya kurd û Kurdistanê. Herçend carinan zanyarî û ezmûn bi rengên cuda jî bêne nirxandin û munaqeşekirin, bi rêya berçavkirina van sê fakteran em dikarin bigihine danûstandineke maqûl û karîger di nav civata kurdnasiyê de. Herwiha dîrok û tecrubeyên Rojhilata Ewrûpayê, bi taybetî şer, dagîrkerî, bêdewletî û vederî, bîranînên civakî yên cuda durist dikin li cem niştecihên vê herêmê û dibine sebebê duristbûna hesteweriyeke taybet ji bo kêşeyên Rojhilata Navîn. Ev qet nebe sê sedsal in ku pêvajoya modernîzasyona usûl-rojavayî li Rojhilata Ewrûpayê bi germî hatiye munaqeşe kirin û wek encam gelek ruwange û fahmkirinên taybet yên moderniyê durist bûne. Bi taybetî emperyalîzm û şaxê wê yê ronakbîrî oryentalîzm li Rojhilata Ewrûpayê di rêç û serhatiyeke gelek cuda re derbas bûye û wisa qalibeke cuda girtiye. Îro ev pêvajoya dirêj û encamên wê dibe ku xaleke baş be di navbera nerîtên fikrî û ilmî yên Rojavayê Ewrûpa û Rojhilata Navîn de, ku bi vî rengî hem hev-famkirin û têkgihiştin dibe pêş bikeve û hem jî lêkolînên me kûrtir bin. Divê em jî ji bîr nekin ku fikrên nûjên û nerîtên lêkolînî yên Rojava û Rojhilata Ewrûpayê (bi taybetî Rûsya û Yekitiya Sovyetan), her du ji wan, tesîra xwe hebû li ser kurdan. Baweriya me heye ku dahatûya Kurdistanê û seqamgîriya Rojhilata Navîn peywendiya wê ya xurt heye digel fahmkirina kûrtir ya ew ruwange û tecrubeyên cuda yên ku rola wan hebû ji bo çêkirina îmaja kurd û Kurdistanê.

 

Di konferansê de teblîx dikarin bi yek ji van sê zimanên Înglîzî, Kurdî (her zaravayek) û Rûsî bên pêşkêş kirin. Em van sê zimanan wek nûnerên nerîtên cuda û giring di qada kurdnasiyê de dibînin û dixwazin cih bidin wan. Dibe ku îmkana me ya wergera di navbera zimanan nebe, lê em bawer dikin ku hevdu naskirin û îmkanên duristkirina temasan di navbera lêkoleran de pêngava ewil e ji bo hevkariyan di dahatûyê de. Konferans dê li dor van mijarên li xwarê be; teblîxên we divê li ser yek ji van mijaran be.

  1. Dema August Kościesza-Żaba û Mela Mehmûd Bayezîdî: Oryentalîzma Rojavaya Ewrûpa û Rûsyayê di qada kurdnasiyê de.
  2. Gelo bêdewletî dikare wek “başî” bê dîtin? Polonî û kurdan her car bêdewletbûna xwe wek trajediyekê dîtiye. Lê belê, dema konferansê em dikarin pirsyareke provakatîv bipirsin ta ku bikaribin vê mijarê bi konteksta nû ya global, şans û pirsgirekên wê ve bibînin.
  3. Kurdistan di navbera şer û daxwaza aştî û seqamgîriyê de – îmkan û pirsgirekên siyasî yên îro
  4. Ji xeyal heta çalakiyan: rola çanda kurdî û bi rêxistinbûna wê
  5. Bawerî, Fikr, Guman: ol û kêmneteweyên Kurdistanê û rola wan ya siyasî û civakî li Rojhilata Navîn
  6. Nûjenî û Gelemperî: fikr û îdeolojiyên modern yên Kurdistanê
  7. “Jin, jiyan, azadî”: Jinên kurd di navbera slogan û nirxan de.
  8. Xeyal, Realite (Rastî), Vegotin: Edebiyat û hunera kurdî û rola wan ji bo avakirina maneya nirx û rûmeta nûjen.
  9. Penaber, koçber, rêwî: formên barkirinê û networkên navneteweyî yên kurdan
  10. Çi corê kurdnasîyê ji me ra lazim e? Têfikirîn û pêşniyazên cihêreng li ser lêkolîn û çalakiyên di meydana kurdnasiyê de Panelên konferansê li gor mijar û zimanê teblîxan dê bêne saz kirin.

 

Ji kerema xwe, kurteya teblîxa xwe (herî zêde 250 peyv), digel kurte biyografî, navê zanîngeh û asta xwe ya akademîk û emaila xwe, heta 31 adara 2016an ji me re bişînine ser vê edres emailê: conference@kurdishstudies.pl . Di nameya xwe de herwiha diyar bikin ka hûn dixwazin teblîxa we di kîjan panelê (mijarên li jorî) de be.

Her kurteyek divê bi înglîzî bê nivîsandin. Sernavê teblîxê divê bi orjînala xwe û bi înglîzî jî bê pêşkêş kirin.

Heta dawiya nîsana 2016an em ê encama nirxandina kurteya we ji we re bişînin.

Beşdarbûna li konferansê bêpere (hewre) ye.

Zimanên konferansê: Înglîzî, Kurdî, Rûsî

Detayên konferanse û metna soranî di pdfa jêr de ne