A A A

Fritillaria Kurdica.Bulletin of Kurdish Studies 17

Hejmara 17an a kovara me tekstên bi înglîzî û kurdî pêşkêşî xwendevanan dike. Piraniya nivîsên hejmara dawî dema konferansa navneteweyi ya kurdnasiyê ya bi navê Uncovering The Past Towards the Future, Uniting Experiences and Values. Kurdistan in Western and Eastern Research Tradition (Ji Rabirdû ber bi Dahatûyê Yekkirina Ezmûn û Nirxan Kurdistan di lêkolînên cîhana Rojava û Rojhilat de) hatin pêşkêş kirin. Konferans di nav rojên 24 -26.10.2016 de li Zanîngeha Yagiellonskî li Krakovê pêk hat. Armanca serekî ya konferansê ew bû ku em vekoler û pisporên meydana kurdnasiyê yên ji çar parçeyên Kurdistanê ligel yên ji rojava û rojhilatê Ewrûpayê bigihîne hev. Ji bilî vê, me xwest sê fakteran destnîşan bikin ku rola wan ya di pêşvexistina kurdnasiyê de dê gelek girîng be: bingeheke xurt ya teorîk ya her lekolînekê, zimanê kurdî, peywendiyeke baş digel realîteya kurd û Kurdistanê.Kovar di bin vê linkê de ye.