A A A

Fritillaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies nr. 9

Di hejmara 9em a Frittilaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies de em pirtûka ku di sedsala 19an de li Sankt-Petersburgê çap bibû, ji nû ve bi wergera polonî diweşînin. Navê pirtûkê bi orjînala wê ya fransî ev bû Recueil de notices et récits kourdes servant à la connaissance de la langue, de la littérature et des tribus du Kourdistan, réunis et traduits en français par M. Alexandre Jaba consul de Russie à Erzeroum (Komkirina agahî û hikayetên kurdî ku bi saya wan kes dikare ziman, edebiyat û xelka Kurdistanê nas bike û yên ku ji zimanê kurdî bo zimanê fransî bi saya Aleksander Jabayî yê ku konsolosê Rusyayê li Erzeromê ye hat wergerandin)".

 

Lê di vê sernavê de du şaşiyên taybet hene. Ya serekî ev e ku ev tekst bi saya Jabayî hatiye wergerandin û gihiştiye dinyaya derve, lê diyar e ku ne bi saya wî hatiye kom û tomar kirin. Alikarê wî Mela Mehmûdê Bayazidî bû ku Jabayî di nameya xwe ya ji bo komîsyona Akademiya Zanistî ya Sankt-Petersburgê de bi dûr û dirêjî behsa wî dikir. Loma îro di çapa polonî ya berhema wan de me biryar da ku em ê her du mirovan wekî afirînerên wê bidin nasîn. Ji bilî vê navê Jabayî bi şaşî wek Aleksander ne ku August hatiye pêşkêş kirin. Li wê demê li Rûsyayê navê August xerîb dihat û dibe ku ji ber vê yekê hatibe guhertin. Ji bilî wergera polonî ya pirtûka wan em nivîsa Mehmet Gültekinî ya li ser "nameyên Jabayî bo Prof. Ferdinand Justî" pêşkêşî xwendevanan dikin.