A A A

Ez mafe xwe dizanim

Beşa Lêkolînên Kurdî ya Zanîngeha Yagiellonski digel Enstituya Kurdî ya Brusselê weqfa Kurdi -Der (Diyarbekir) û ProHumanitate (Almanya) projeyeke bi nave Ez mafê xwe dizanim destpêkiriye. Civîna yekem ya beşdarên projeyê li Brusselê di dawîya meha deh cîh girtiye. Proje di çarçoveya bernameya Erasmus Plus de tê meşandin û armanca wê piştgiriya ciwanên Kurd li Tirkiyeyê ku li mafên xwe yên zimanî û çandî xwedî derdikevin.

 

Bi saya bloga projeyê em dixwazin dîtin û fiqrên nû yên Kurdên rûnîştvanên Kurdistanê û Ewrûpayê li ser pêdawîstiyên ciwanên Kurd li Bakurê Kurdistanê û rewşa zimanê kurdî  ya li wir binasin. Ji kerema xwe ra werin ba me û bi saya vê blogê dîtinên xwe bi me re parve bikin.