A A A

Andrzej Pisowicz

Andrzej Pisowicz sala 1957an di Zanîngeha Yagiellonskî de dest xwendina lîsansê kiriye. Zimanên farsî û erebî fêr bûye. Sala 1961 çûye Rewana Ermenistanê û li wê derê zimanê ermenî û bingehên zimanê kurdî jî fêr bûye. Xwendina xwe sala 1963an di beşa îrannasiyê de temam kiriye. Sala 1970î di Zanîngeha Yagiellonskî de dest bi xebatê kiriye, sala 1974an di beşa zimannasiya ermenî de bûye doktor. Sala 1985an di beşa zimannasiya îranî de teza xwe ya Habilitationsschriftê qedandiye. Sala 2006an dersên li ser rêzimana kurdî (zaravayê kirmancî û soranî) dane û niha xanenişîn e. Sala 2012an digel Dr. Ferhang Muhammad û Andrzej Bartczakî pirtûka wan a hevpar a bi navê Gramatyka kurdyjska sorani, wariant używany w Erbilu/ Rêzmana kurdî Soraniya li Hewlêrê tê bikaranîn ji aliyê weşanxaneya Księgarnia Akademicka ve hatiye çapkirin.