A A A

Çalakvaniya jinên kurd: seminara ALCITfem li Stockholmê

Roja 9ê Adarê bi vexwandina Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê me encamên projeya ALCITfemê bi ziman û zaravayên cihereng li Kitêbxaneya Kurdî ya li Alvikê pêşkêş kir. Navê semînara me Çalakvaniya jinên kurd: malbat, çand, ekolojî û siyaset ya ku roja 9ê Adarê li Kitebxaneya Kurdî li Stockholmê pêk were bi minasebeta Roja jinan ya navneteweyî .



 

 

 

Kurmanci: Çalakvaniya jinên kurd: malbat, çand, ekolojî û siyaset

Inglizi: Activism of Kurdish Women: family, culture, ecology and politics

Zazaki: Aktîvîzmê Cinîyanê Kurd: keye, kultur, ekolojî û sîyaset

Sorani: چالکوانی ژنانی کورد: بنەماڵە، کولتور، ژینگە و سیاسەت

 

Panela me encamên projeya lêkolînî ya 3-salî ye ya bi navê Çalakvanî û Bingehên Wê yên Exlaqî û Çandî: Hemwelatiya Alternatîf û Rolên Jinan li Kurdistan û Dîasporayê (ALCITfem) pêşkêş bike. Projeya ALCITfem bernameyeke lêkolînê bû ya navdîsîplînî ku bingeha wê li ser xebatên wêjeyî, antropolojiya çandî, xebatên zayendî û civaknasiyê hatiye danîn. Bi awayekî metodolojîk û teorîk proje, bi rêya hevkarîya van enstîtuyan Beşernasî û Zanistên Civakiyê tîne ber hev û pêwendiya wan bi hev du re çêdike: Beşa Lêkolînên Kurdî ya Enstîtuya Xebatên Rojhilatnasî (Fakulteya Filolojiyê) ya Zanîngeha Jagiellonskî (JU, Kraków), Navenda Lêkolînên Zayendî (STK, Senter for Tverrfaglig Kjonnsforskning) ya Zanîngeha Osloyê (UiO), Navenda Xebatên Pêşketî yên Nifûs û Olê (CASPAR) ya Zanîngeha Aborînasiyê ya Krakovê (CUE), Fato, Enstîtuya Kar û Lêkolînên Civakiyê ya li Osloyê û Muzeya Asya û Pasîfîkê (Warşova).

 

 

Proje di çarçoveya bernameya Grieg a Navenda Zanistê ya Neteweyî ya Polonyayê de bi Hîbeyên Norwecê tê fînansekirin. Di çarçoveya ALCITfemê de me giringî da çend mijaran ku bi riya panelê em wan pêşkêş bikin 1). Mîrasa kurdî û bikaranîna wê ji bo hêzpêdana jinan 2). Çalakvanîyên jinên Kurd 3). “Avakirina malbatê” 4). Eko-femînîzm. Em hemû van çalakiyan wek parçeya giring ya siyasetê ku gelek car tê feramoşkirin dibînin û nek tenê jiyana civakî û çandî ya gelê kurd. Bingeha lêkolînên me xebata qadê bû ya li çar parçeyê Kurdistanê û dîasporayê. Ji bilî vê projeya me îmkana hewkariyê ya lêkolînerên kurd û yên biyanî daye ji bo avakirina rwangeyên cihereng.

 

Wêne ji semînerê bibîne

 

Sidqî Hirorî û Joanna Bocheńska, podcast ser ALCITfem