A A A

Nûçe

  • Hejmara nû ya kovara Fritillaria Kurdica

    Hejmara taybet ya 22 ya kovara me derçû û teza masterê ya Rodî Hûseyin Keskîn pêşkêş dike ya bi navê Însyatîfên/Destpêşxeriyên Çandî ji bo Zindîkirina Zimanê di Nava Jinên Zaza de li Bakurê Kurdistanê. Tez di çarçoveya projeya lêkolînî de ya bi navê Çalakvanî û Bingehên Wê yên Exlaqî û Çandî: Hemwelatiya Alternatîf û Rolên Jinan li Kurdistan û Diasporayê (ALCITfem) hatiye amadekirin û Rodî Hûseyin Keskîn beşdarê wê bû. Tez roja 26ê îlonê sala 2023 hat pejirandin.

  • wêne B. Farnam

    Zayend, Hemwelatîbûn û Berxwedan di Civakên Mînorîteyî (Kêmarkirî) da

    Hûn bi xêr hatin konferansa du-rojî ya bi navê Zayend, Hemwelatîbûn û Berxwedan di Civakên Mînorîteyî (Kêmarkirî) da ku ji hêla Navenda Vekolînên Zayendî, Zanîngeha Oslo (STK) û Fafo, Enstîtuya Xebat û Vekolînên Civakî ve wekî encamek projeya ALCITfemê hatîye organîzekirin. Konferans dê vekole bike ka civakên mînorîteyî yên li nav neteweyî, navneteweyî û post-kolonyal da, rola zayendî di aktivîzm û hemwelatîbûnê çi ye. Dem û cih: Adar, 11, 2024, 9:00 – Adar, 12, 2024 4:30, Tøyen Hovedgård.

  • Jinên Sirgûnî li Norweç û Kurdistanê

    Serçava werin pêşangeha me ya bi navê Jinên Sirgûnî li Norweç û Kurdistanê ya ku roja 9ê Adarê li Osloyê vedibe. Pêşangeh parçeya ji çalakiyên projeya lêkolînî ya ALCITfem, li Project Room Gamle Munch li Osloyê heta dawiya meha adarê pêk tê.

  • Çalakvaniya jinên kurd: seminara ALCITfem li Stockholmê

    Bi xêr hatin semînara Çalakvaniya jinên kurd: malbat, çand, ekolojî û siyaset ya ku roja 9ê Adarê li Kitebxaneya Kurdî li Stockholmê pêk were bi minasebeta Roja jinan ya navneteweyî, Kitêbxaneya Kurdî, Alvik,  Gustavlundsvagen 170, saet 14.00

  • Sîyaset, Ekolojî û Çalakî: Jinên Kurd û Karesata Avhewayê li Başûr-Rojavayê Asyayê

    Me panelek bi navê Sîyaset, Ekolojî û Çalakî: Jinên Kurd û Karesata Avhewayê li Başûr-Rojavayê Asyayê, di 23yê Mijdara 2023yê da, saet di 18:00an da, li Varşovayê, li Muzeya Asya û Pasîfîkê li dar xist. Ev panel li gel pêşangeha fotoyan ya bi navê Jin, Jîyan, Azadî. Xebata Jinên Kurd bi Çavê Wênekêşên Jin ên Kurd pêk hat. Pêşangeha fotoyan jî di çarçoveya projeya ALCITfemê da hatîye organîzekirin.

  • Jin, Jîyan, Azadî. Xebata Jinên Kurd bi Çavê Wênekêşên Jin ên Kurd

    Em we vedixwînin pêşangeha Jin, Jîyan, Azadî. Xebata Jinên Kurd bi Çavê Wênekêşên Jin ên Kurd ya ku ji roja 12.10.2023 heta roja 28.01.2024 li Muzeya Asya û Pasîfîkê li Warşo pêk tê. Vekirina pêşangehê bi beşdarbûna wênekêşên kurd û endamên projê roja 12.10.2023 saet 18.00 li Muzeyê li kolana Solec 24 li Warşo ye.

    Beşdarvan: Fatma Çelik, Negar Kamangar, Angel Îstek Alcu, Jîla Karîmîan, Nuray Atmaca, Hatîce Demir Kaya, Sara Namo, Bêrîvan Matyar, Tawar Adîl, Suna Parlak, Şarare Farzî, Xebat Ebrahim.

  • Jin, jiyan, azadî - jiyana rojanê û çalakiyên civakî yên jinên Kurd li Kurdistanê û li diasporayê

    Em kêfxweş in ku dikarin we vebixwînin pêşangeha Jin, jiyan, azadî – jiyana rojanê û çalakiyên civakî yên jinên Kurd li Kurdistanê û li diasporayê li Muzeya Manggha ya Huner û Teknolojîya Japonî ya Krakovê ku di nav rojên 08-22.10.2023 de pêk were. Ji bilî pêşangehekê ew we vedixwînin pêşkêş û semînerên cihereng ku li Krakovê cih bigrin. Ev pêşangeh parçeyeke projeya lêkolînê ya bi navê ALCITfemê (Çalakvanî û Bingehên Wê yên Exlaqî û Çandî: Hemwelatiya Alternatîf û Rolên Jinan li Kurdistan û Dîasporayê) ye.

  • Melekên Şengalê – Nîqaşa Fîlmê

    Di çarçoveya projeya lêkolînê ya ALCITfem da, em kêfxweş in ku we vexwînin bernameya nîqaşê ya li ser fîlma Melekên Şengalê. Dê bername, di 09.03.2023yan da, saet 6:00ê p.n, li ser platforma Zoomê bê lidarxistin û dê bername bi ingîlîzî be.

  • Hejmara nû ya kovara me

    Hejmara 21ê ya kovara me hevpeyvînên di gel berhevkarên folklora kurdî ji Bakur û Başûrê Kurdistanê û herwiha ji Xorasanê pêşkêş dike. Qeyda hevpeyvînan bi zaravayên cuda yên kurdî ne û di kovara me da metnên kurmancî, zazakî û badinî cih digirin.

  • Folklora Kurdî Wek Mîrasa Cîhanê

    Zanîngeha Exeter digel Zanîngeha Jagiellonskî û Mozexaneya Etnografîk ya Krakovê we vedixwîne semînara bi navê Folklora Kurdî Wek Mîrasa Cîhanê: Ziman, Muzîk û Arşîv ya ku di nava rojên 27-28.10. 2022 li Krakovê pêk tê. Semînar di çarçoveya projeya DAME da ya Zanîngeha Exeter ya ku li ser afirandina arşîvên Rojhelata Navîn û Afrîka Bakur e û herweha di çarçoveya projeya Hemwelatîyên Dinyayê: Wêjeya Kurdî ya Nûjên û Avakirina Mirasê Wek Rêbazên Guhartin û Zindîkirina Zimanê Kurdî û Gelemperîya Devkî ya Zanîngeha Yagiellonskî ku ji Navenda Zanistên Polonyayê (NCN) piştgirî stendiye tê saz kirin. Ji bilî we hawkarên me: Komelley Kelepûrî Kurdî (Başûrê Kurdistanê), Weqfa Mezopotamya (Bakurê Kurdistanê) û Mozexaneya Etnografîk ya Krakovê.

  • Daxuyaniya me ser rewşa ser sînorê Polonyayê

    ئێمە وەکو توێژەران و خوێندکارانی خوێندنی بالا لە بەشی خوێندنی کوردی لە زانکۆی یەگەلۆنیان لە پۆلەندا، داوا لە دەسەلاتدارانی پۆلەندی و ئەوروپی، پاسەوانانی سەر سنوورو پۆلیسەکان دەکەین کە ئەو کارەساتە مرۆڤایەتیە پشتگوێ نەخەن کە لە سەر سنووری پۆلەندا و بیلاروسیا روودەدات و بە هەموو شێوەیەک رەتیدەکەینەوە کە ئەو پەنابەرانە وەکو دوژمن وێنابکرێن و بە هەمان شێوە رەتیدەکەینەوە وەکو ئامرازێک بەکاربهێندرێن لەلایەن هێزەکانی دیکەوە، چونکە بە دلنیایەوە دوژمن کەسانی بێهیوا و برسی و سەرمابردوو نین کە هەولی بە دەستهێنانی ژیانێکی باشتر دەدەن. ئەو خەلکانە ئامرازێک نین بە دەستی هێزەکانی ترەوە، لەسەروو ئەمانەشەوە ئەمانە خەلکانێکن پیویستیان بە خواردن و خواردنەوە و شوێنی مانەوە و فریاگوزاری سەرەتاییە. ئێمە زۆرنیگەرانین کە لەم دۆخە تراژیدیەیا جگە لە هەولدان بۆ سەپاندنی سزا بەسەر ولاتی بیلارووسیادا هیچ هەولێک نییە بۆ دەستنیشانکردنی بارودۆخی ئەو پەنابەرانە ئەمەش مایەی شەرمەزارییە نەک تەنها بۆ بەها بالاکانی ئەوروپا بەلکو بۆ هەموو ئەو کەسانەی کە لە مێژووی پۆلەندادا خەباتیان کردووە بۆ شکۆی مرۆڤ.

  • Mirasa devkî, ziman û hunera kurdî

    Em bi dilxweşî we vedixwînin gotûbêja panela xwe ya bê û ya dawî ya Mirasa devkî, ziman û hunera kurdî, gotûbêjek ku dê li gel hunermend û pêkanîneran li ser platforma zoomê pêk tê di 22ê Hezîran a 2021an de, li gorî saeta Londrayê di 15:00an de, di 16:00 li gorî saeta Krakovê dê bê lidarxistin. Panel dê bi kurdî (bi dîyalektên ciyawaz) be, pirs û bersiv dê bi kurdî û îngilîzî bin.

  • Kurdistan bi çavên jinan

    Em bi dilxweşî we vedixwînin panela Kurdistan bi çavên jinan ya ku di çarçoveya pêşangeha Jin, jiyan, azadî - jiyana rojanê û çalakiyên civakî yên jinên Kurd li Kurdistanê û li diasporayê de tê li darxistin û li ser platforma zoomê roja 17ê hezîranê saet 18.00 li gor Polonyayê pêk tê. Panel bi zmanê polonî ye.

  • Arşîva Kurdistan Photolibrary û Jinên Kurd

    Ji navê Mozeya Asya û Pasifîkê (Warşo) û Zanîngeha Yagiellonski (Kraków) em we vedixwînin e-civîna digel Edith Maubec - Madame Chris Kutschera, ya ku aferînera arşîveke wêneyên dijîtal ya Kurdistan Photolibrary ye. Semîner roja 10ê Hezîranê sala 2021 li ser platforma zoomê pêk bê. Semîner bi înglîzî ye.

  • Wergerandina Kurdî ji bo Kurdî: wergerên nav-dîyalektî ye

    Em bi dilxweşî we vedixwînin panela xwe ya bê ku sernavê wê Wergerandina Kurdî ji bo Kurdî: wergerên nav-dîyalektî ye û di 8ê Hezîran a 2021 de, li gorî saeta Londrayê di 17:00an de dê bê lidarxistin. Panel dê bi kurdî (bi dîyalektên ciyawaz) be, pirs û bersiv dê bi kurdî û îngilîzî bin û dê ji aliyê Profesor Jaffer Sheyholislamî ve bê birêvebirin.

  • Wergerên Kurdî yên Wêjeya Cîhanê

    Em bi dilxweşî we vedixwînin panela xwe ya li ser Wergerên Kurdî yên Wêjeya Cihanê ku çend nivîskar û wergêrên Kurd dê beşdar bibin. Civîn dê bi Kurdî (bi zaravayên ciyawaz), bi pirs û bersivên bi kurdî û îngilîzî bê pêkanîn. 25ê Gulanê, 2021 03:00 PM Londra/ 04:00 CET.

  • Encamên pêşbirkê ji bo postdoc1

    Pêşbirka ji bo postdoc1 ya di çarçoveya projeya lêkolînî ya ALCITfem de bi encam hatiye.

  • Jin, jiyan, azadî

    Em we vedixwînin pêşangeha Jin, jiyan, azadî - jiyana rojanê û çalakiyên civakî yên jinên Kurd li Kurdistanê û li diasporayê ya ku li Muzeya Asya û Pasîfîkê pêk tê ji roja 14.05 heta 30.06.2021. Pêşangeh bi hawkariya Kurdistan Photolibrary di çarçoveya projeya ALCITfemê de hatiye amadekirin. Vekirina pêşangehê: 13.05.2021 saet 18.00, kolana Solec (Varşovayê). Zêde agahiyên li ser pêşangehê bin vê linkê da.

  • Pêşbirka ji bo postdoc-3

    Em pêşbirka ji bo cihê karê yê postdoc-3 vedikin. Li pdfa jêr hûn dikarin hemû hurgilî bixwînin.

  • Pêşbirka ji bo bursa PhD

    Em pêşbirka ji bo bursa PhD ya di projeya ALCITfemê vedikin. Li pdfa jêr hûn dikarin hemû hurgilî bixwînin.

  • Jinên dengbêj, Jinên berhevkar

    Em we vedixwînin semînera bi navê Jinên dengbêj, Jinên berhevkar ya ku roja 4ê gulanê saet 2ê (UK) û 3ê (CET) pêk te. Beşdarvanên axaftina me berhevkarên folklora kurdî yên Gulê Şadkam, Bêrîvan Matyar û Evîndar Şevîn û herwiha antropolojîsta Dr Marlene Schäfers.

  • Postdoc 1 - cara duyem

    Pêşbirka yekem a postdoc1 bê encam bi dawî hatiye. Loma em ji nû ve pêşbirka ji bo cihê karê yê postdoc-1 vedikin. Li pdfa jêr hûn dikarin hemû hurgilî bixwînin. Tarixa dawî a şandina pêşwaziya xwe roja 13.05.2021. Hemû form yên di pdfa pêşbirkê de tên behskirin ji bo ku bên dagirtin jêr dane jî.

  • Encamên pêşbîrka postdoc2

    Pêşbîrka ji bo postdoc2 di projeya ALCITfem de bi encam ne hat ji ber karberdana namzedê. Di demeke kin de emê pêşbirkê ji nû ve vekin.

  • Wekî Îlhamek ji bo Şano û Muzîka Kurdî ya Modern Performansa Dengbêjan

    Em we vedixwînin semînera online ya bi navê Wekî Îlhamek ji bo Şano û Muzîka Kurdî ya Modern Performansa Dengbêjan bi beşdarbûna Dr Duygu Çelik (Zanîngeha Munzur) û Dr Argun Çakir (Zanîngeha Bristol).

    Terix: 20.04.2021

    Dem: saet 15.00 (CET)

  • Postdoc-1 di lêkolînên kurdî

    Em pêşbirka ji bo cihê karê yê postdoc-1 vedikin. Li pdfa jêr hûn dikarin hemû hurgilî bixwînin.

  • Wergerandin û zîndîkirina zimanê; Wêjeya kurdî ya global

    Em we vedixwînin panela Wergerandin û zîndîkirina zimanê: Wêjeya kurdî ya global ya ku axaftineke li ser akademisyen û wergerên edebiyata kurdî ji bo zimanê polonî, fransî, înglîzî û îtalî. Birêvebira panelê prof. Michelle Bolduc. Semîner roja 29ê Nîsanê saet 3 (UK) û 4 (CET) pêk tê.

  • Postdoc-2 di lêkolînên kurdî

    Em pêşbirka ji bo cihê karê yê postdoc-2 vedikin. Li pdfa jêr hûn dikarin hemû hurgilî bixwînin.

  • Encamên pêşbirkê ji bo bursa xwendkarê masterê

    Pêşbirka ji bo bursa xwendkarê masterê ya di çarçoveya projeya lêkolînî ya ALCITfem de bi encam hatiye. Yek xwendekar pêşkeşa xwe şandiye. Ew Huseyin Keskin e. Ji komisyona pêşbirkê li gor kanûnên NCN 18 puan stendine û hatiye hilbijardin. Em endamê nû ya projeya ALCITfem pîroz dikin.

  • Nirxandinek li ser Dengbêjan wek Vebêjerên Rabirdûyê

    Çêkirina arşivan yên mirasa devkî, beşa sêyem

    Em we vedixwînin semînera online ya bi navê Çêkirina arşivan yên mirasa devkî, beşa yekem ya ku 16ê Adarê di saet 15an de (CET) pêk bê bi beşdarbûna Dr Metin Yüksel

    Sazker: Zanîngeha Yagiellonskî (Polonia) û Zanîngeha Exeter (Britania)

  • ڕۆڵی "بنکەی بەڵگاندن و لێکۆڵینەوەی ژین" لە پاراستن و بووژاندنەوەی کەلەپووری نووسراوی کوردستان‌دا

    سمینارێکی ئۆنڵاین لە سەر بنکەی بەڵگاندن و لێکۆڵینەوەی ژین لە لایەن زانکۆی ئێگزێتر‌ی بەریتانیا و زانکۆی یاگه‌ڵۆنسکیی پۆلۆنیا ڕۆڵی "بنکەی بەڵگاندن و لێکۆڵینەوەی ژین" لە پاراستن و بووژاندنەوەی کەلەپووری نووسراوی کوردستان‌دا ڕەفیق ساڵح و سدیق ساڵح کات: ٩ مارچ ٢٠٢١، سەعات ١١ بەکاتی ئوروپا، ١ بە کاتی کوردستان

  • Çêkirina arşivan yên mirasa devkî, beşa yekem

    Em we vedixwînin semînera online ya bi navê Çêkirina arşivan yên mirasa devkî, beşa yekem ya ku

    25ê şibatê saet 6 êvarê (CET) pêk tê

    bi beşdarbûna Nadîre Güntaş Aldatmaz û Mehmet Gültekin

    Amadekar: Zanîngeha Yagiellonskî (Polonia) û Zanîngeha Exeter (Britania)

  • ALCITfem- bursaya MA

    Serokê Fakulteya Filolojiyê û Beşa Lêkolînên Kurdî pêşbirkê ji bo bursaya xwendina bernameya MA (magister) di çarçoveya projeya ALCITfem de îlan dike. Roja dawî a şandina belgeyan: 15.03.2021. Encamên pêşbirkê dê heta roja 21.03.2021 werin îlankirin. Hurgîlî di nav pêvîka jêr de ne.

  • Pirtûka Mehmet Dicleyî bi polonî

    Pirtûka Mehmet Dicleyî ya bi navê Gorączka (Ta) bi polonî derketiyr. Gorączka bîst û du çirokên Mehmet Dicleyî ji kombûna çirokan yên Asûs, Nara û Ta, pêşkêş dike bi wergera polonî ya Joanna Bocheńskayê. Pirtûk li Weşanxaneya Akademîk ya Dialog û bi piştgiriya maddî ya Zanîngeha Yagiellonskî û şîrketa KebabKing derdikeve. Bêyî ku çap bibe em we vebixwînin ji bo xwendina hevpeyivîna Joanna Bocheńskayê digel Mehmet Dîcle.

  • bernameya nû a MA ya ji bo kurdi

    Beşa Îrannasiyê ya Zanîngeha Yagiellonskî bernameya nû a ji bo xwendina BA û MA vekiriye. Her BA û MA bernameya ji bo kurdî heye lê di çarçoveya MA ev program frehtir e û zêde giringî dide kurdî. Hûn li ser malpera www.erk.uj.edu.pl dikarin xwe qeydet bikin heta roja 7ê temmuzê. Li ser kataloga li ser versyona polonî a vê malperê bigerin.

  • Ebrahim Alipoor û filma wî

    Di nava rojên 15-24.04 2019 de me mêvantiya Kek Ebrahim Alipoor, wênekêş û derhênerê kurd a ji Rojhîlatê Kurdistanê kir. Fîlma wî a li ser derweşên Kurdistanê ji terîqata Qediriye Kesnezan cara yekem roja 17.04 li Krakovê li sinemaya Paradox di çarçoveya bernameya taybet ya Enstitûya olnasî de hate nîşandan. Piştre pêşkêşa dubare roja 23.04 li Warşovayê li Mozexaneya Asia û Pasifîkê û roja 24.04 li Zanîngeha Warşovayê li Beşa Rojhelatnasî pêk hatin. Malpera Ebrahim Alipoorê: www.ebrahimalipoor.com

  • Pirtûka me

    Îro em dikarin encama projeya me pêşkêşî we bikin: pirtûka bi navê Rediscovering Kurdistan’s Cultures and Identities: The Call of the Cricket (Kifşkirina çand û nasnameyên Kurdistanê ji nû ve: Hawara Sîsirkê) ya ku li çapxaneya Palgrave Macmillan derketiye. Pirtûka me encama projeya lêkolînî ya 5-salî ye û behsa mijarên cuda cuda yên civakî, çandî û dirokî yên parçeyên Kurdistanê dike.

  • Pêşkêşa pirtûka me

    Em we vedixwînin pêşkêşa pirtûka me ya Rediscovering Kurdistan's Cultures and Identities: The Call of The Cricket:
    Warşo: 26.02.2019, saet 6.00, Mozexaneya Asia û Pasifîkê, kolana Solec 24
    Kraków: 14.03.2019, saet 6.00, Rynek Główny 34

  • Arşîva nûçeyan 2013-2018

    Li jêr em arşîva nûçeyan ji salên 2013-2018 pêşkêş dikin. Piraniya çalakiyên me di çarçoveya projeye lêkolînî ya bi navê Deng çawa dikare bê bihîstin? Berdewamî û guhartinên çand û realiteya civakê yên kurdî di perspektifên postkolonyal de pêk hatin. Proje bi bernameya SonataBis 1 ya Sentera Zanistên Polonyayê hatiye fînansekirin.