A A A
  • wêne B. Farnam
    wêne B. Farnam

Zayend, Hemwelatîbûn û Berxwedan di Civakên Mînorîteyî (Kêmarkirî) da

Hûn bi xêr hatin konferansa du-rojî ya bi navê Zayend, Hemwelatîbûn û Berxwedan di Civakên Mînorîteyî (Kêmarkirî) da ku ji hêla Navenda Vekolînên Zayendî, Zanîngeha Oslo (STK) û Fafo, Enstîtuya Xebat û Vekolînên Civakî ve wekî encamek projeya ALCITfemê hatîye organîzekirin. Konferans dê vekole bike ka civakên mînorîteyî yên li nav neteweyî, navneteweyî û post-kolonyal da, rola zayendî di aktivîzm û hemwelatîbûnê çi ye. Dem û cih: Adar, 11, 2024, 9:00 – Adar, 12, 2024 4:30, Tøyen Hovedgård.

 

 

Ev konferansa dawî ya projeya sê-salî ya ALCITfemê (ALCITfem – vekolînên kurdî) ye; me li ser aktîvîzma jinên kurd û bandora wê ya li ser maf ûdînamîkên hemwelatîbûna wan, di warên cuda yên civakî, çandî û siyasî da vekola. Endamên tîma me civak û sîyaseta kurd ya hemdemî vekola. Bi taybetî, di konteksta bindest, marjînalbûn û zextên curbecur da, hemwelatîbûna zayendî; li Başûrê Global, tevgerên civakî û aktîvîzmê; li Kurdistan û dîasporayê jî gelek cerebeyên jinan; û girêdanên di navbera jîyana Kurdistanê û dîasporayê da vekola. Me ev konferans niha jî ji bo nîqaşê, ji akademîsyenên derveyî vekolînên kurdî ra vekirîye. Ev akademîsyen jî li ser mijarên navborî xebitîne û dixwazin xebatên xwe berawird bikin bê ka di civakên mînorîtî yên naborî da, rola zayendê di aktivîzm û hemwelatîbûnê da çi ye, li ber çavan raxin.

 

 

Di nav du rojên konferansê da, pênc akademîsyenên vexwendî û deh endamên tîma ALCITfemê dê li ser vekolînên xwe rawestin. Vekolînên wan jî li ser pratîkên hemwelatîbûnê yên li civakên marjînal e ku ew çiqas nêzî hev in, çawa bi hev ve tên girêdan û hev agahdar dikin. Du rojên konferansê, li gel axêverek û Q&Ayê, ji pênc pêşkêşan pêk tê û hem jî nîqaşek piştî nîvroyê ku tê da moderator mijarên rojê bi hev ve girêdide û pêşengîyê ji bo nîqaşên din dike. Di dema pêşkêşî û nîqaşan da dê li ser pirsên jêrîn bên rawestin: Em dikarin çawa di rastîyên postkolonyal û (post-)şîdetê da nêzî têgihîştina hemwelatîbûnê bibin? Xwecihî, queer û kes û komên marjînal çawa têgihîştin û pratîkên hemwelatîbûnê guherandine? Teoriyên vê dawîyê yên li ser hemwelatîbûnê (di nav da hemwelatîbûna jiyîn; hemwelatîbûna samîmî û zayendîcinsîyetî; kiryarên hemwelatîbûnê) çiqas bikêr in ku di cîhana îroyîn da tevahî pratîkên hemwelatîbûnê baştir fam bikin? Girîngîya nêzîkatîyên xwecihî yên li hember hemwelatîbûna ekolojîk çi ye û em çawa dikarin wan bêhtir qebûl bikin û têxin nav xwe? Û analîzên berxwedanê çawa dikarin baştir bigihêjin rastîyên li ser zemîna mirovên marjînal ku cihê wan kêm e ji bo berxwedanê?

 

 

Fotoyê li jor yê Benyamin Farnamî ye: Di 2022yê da, li Osloyê, ji bo piştgirîya Şoreşa Jin Jîyan Azadî ya li Îranê, Saîran Marofî û Ferîba Reşîdî beşdarî xwepêşandanê bûne.

 

Bername û kurteyên pêşkêşan bi zimanê înglîzî li vir in: