A A A

Sîyaset, Ekolojî û Çalakî: Jinên Kurd û Karesata Avhewayê li Başûr-Rojavayê Asyayê

Me panelek bi navê Sîyaset, Ekolojî û Çalakî: Jinên Kurd û Karesata Avhewayê li Başûr-Rojavayê Asyayê, di 23yê Mijdara 2023yê da, saet di 18:00an da, li Varşovayê, li Muzeya Asya û Pasîfîkê li dar xist. Ev panel li gel pêşangeha fotoyan ya bi navê Jin, Jîyan, Azadî. Xebata Jinên Kurd bi Çavê Wênekêşên Jin ên Kurd pêk hat. Pêşangeha fotoyan jî di çarçoveya projeya ALCITfemê da hatîye organîzekirin.

 

Mijarên jîngehê di vêkolînên li ser Asyaya Başûr-Rojavayê (Rojhilata Navîn) da rolek pir giring dilîzin. Guhertina avhewayê, gemarîtî, mega-projeyên destekkirî yên dewletê û encamên jîngehê yên pevçûnên leşkerî ku hemû rastîya civakî ya herêmê pêk tîne, di warê bûyerên ku hem ji hêla rojnameyan û hem jî ji hêla jîyana rojane ve tên destnîşankirin. Di panelê da, em li ser serpêhatîya felaketa avhewayê û sîyaseta xwezayê, bi piranî jî li ser serpêhatî û çalakîyên jinên kurd rawestîyan.

 

 

Panelîst:

 

Marcin Skupiński –li Zanîngeha Varşovayê namzetê doktorayê û vekolerê projeya ALCITfemê ye. Di pêşkêşîya xwe da, wî balê kişand ser encamên krîza jîngehê ya projeya sîyasî ya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) ku sînorên paradîgmaya ekolojîk ya Şoreşa Rojava û tevlêbûna dewleta Tirk a bi çekkirina av û ziwatîyê ra nîqaş dike.

 

Cansu Yumuşak –aktîvîst e. Ew bi Koma Ekolojîyê ya Polenê ya li Tirkîyeyê ra dixebite. Wê têkoşîna aktîvîstên jîngehê yên li Bakurê Kurdistanê/Başûr-Rojhilatê Tirkîyeyê nirxand.

 

Dobrosława Wiktor-Mach –li Zanîngeha Aborî ya Krakowê, di Navenda Vêkolînên Pêşketî ya Nifûs û Dînî (CASPAR) da dersdar e. Di pêşkêşîya xwe da, wê li ser alîyên navneteweyî yên aktîvîzma jîngehparêzî li beşên cuda yên Kurdistanê nîqaş kir.

 

Moderator: Karol Kaczorowski –li Zanîngeha Aborî ya Krakowê, di Navenda Vêkolînên Pêşketî ya Nifûs û Dînî da (CASPAR) dersdar e.

 

Li galeryayê