A A A

Melekên Şengalê – Nîqaşa Fîlmê

Di çarçoveya projeya lêkolînê ya ALCITfem da, em kêfxweş in ku we vexwînin bernameya nîqaşê ya li ser fîlma Melekên Şengalê. Dê bername, di 09.03.2023yan da, saet 6:00ê p.n, li ser platforma Zoomê bê lidarxistin û dê bername bi ingîlîzî be.

 

 

Melekên Şengalê, (Polonya, Almanya, 2022), fîlmek li ser jenosîda êzîdîyan e û di heman demê da qîrîna edaletê ye. Fîlm ji alîyê Hanna Polakê ve hatîye çêkirin. Fîlm eşkerekirina sûcekî hovane ya li dijî mirovahîyê, tirsa jenosîdeka jibîrbûyî û gelên ku ji hemû mafên xwe hatine bêparkirin radixe ber çavan – lê di heman demê da, ew şahidîya hêvî, cesaret û hêza wan jî nîşan dide. Belgefîlm li ser platforma HBOyê heye.

 

 

Hanna Polak derhêner, sînematograf û çêkerek polonî ye. Ji bo kurtebelgefîlma xwe, Zarokên Leningradskyê, ew ji bo xelata Academy and Emmyê wekî namzet hatîye nîşandin. Kurtebelgefîlm li ser civakek zarokên bêmal e ku ew li Moskovayê li îstasyona trênê ya Lenîngradskyê dijîn. Di sala 2003yan da, wê di Festîvala Fîlman a Krakówê ji bo Balada Îstasyona Trenê da xelata Çêkera Herî Baş a Belgefîlmê wergirt. Wê Melekên Şengalê di nav şeş salên zehmetî, zordarî û xetarî da çêkir.

 

 

ALCITfem projeyek lêkolînê ya hevkar e. Patnerên hevkar ev in: Zanîngeha Jagîellonîanê, Zanîngeha Osloyê, Zanîngeha Aborî ya Krakowê û Vakfa Lêkolîn a Fafoyê. Navê Aktivîzmê: Çalakî û Bingeha Wê ya Exlaqî û Çandî: Hemwelatîbûna Alternatîf û Rolên Jinê li Kurdistan û Diyasporayê