A A A

Jinên Sirgûnî li Norweç û Kurdistanê

Gelek kes tevlî koçberîyê dibin, lê hinek ji yên din zêdetir tevlî dibin. Civakên weke kurdan li dîasporayê û li gelek welatan belav bûne ku ev yek parçeyek ji jîyana wan ya rojane ye. Di vê pêşangehê da, fotokêş vedikolin ku jîyana li sirgûnê yan jî jîyana xerîbîyê ya li ser axa wan bandorê çawa li jinan dike. Dema lensên kamerayê dizivirin ser Norweç û Kurdistanê, foto li ser serpêhatîyên jîyana rojane ya jinan di dema şer û piştî şerî ronahîyek nû radigihînin. Di pêşangehê da sê rêzefoto hene: jin wekî hemwelatîyên nû piştî hatina wan ya Norweçê, jin wekî aktivîst û jinên ku li welatê xwe dixebitin. Rêzefoto di çarçoveya bêewlehî, rev û warên nû yên ji bo civakeka belavbûyî da, mijarên jinbûn, marjînalîzebûn, hêzdarbûn û berxwedanê vedikole. Ev foto her awayê jîyan û aktivîzma jinên kurd yên Norweçê nîşan didin. Bi vê yekê, ev foto rê li ber temaşevanan dixin ku ew li ser jîyana jinan (koçber û misilman) têgihîştin û sêwirandinên nû pêş bixin.

 

 

Îffit Qureşî, fotokêş-rojnamevana "Mirovên Oslo", "Aktivistene" û "På Kiellands"yê, di sala 2019ê da, dema ku jinên kurd yên Sûrîyeyê nû hatin Norweçê, yekem rêzefotoyên wan çêkir. Ew wekî hemwelatîyên nû hîn jî li rêya xwe digerîyan û behsa hesret û windabûnên xwe dikirin û di heman demê da dest bi jîyaneka nû dikirin. Wan dîroka xwe, jîyana dema şer û revê, jîyana berîya şer dest pê bike; jîyana perwerdehî û xebatê û girêdanên xurt yên malbatî bi xwe ra anîn. Jîyana wan ya li Norweçê li ser van bingehan hatîye avakirin.

 

 

Benyamin Farnam, di havîna 2023yê da, rêzefotoya duyem çêkir. Ew jinan -ji herêmên cuda yên kurdan- wek avakarên hemwelatîyê û di heman demê da wek aktivîstan nîşan dide. Çi dike ku ev jin çalakîyan didomînin yan jî di çalakîyan da cih digirin û ew çawa deng didin îdealên xwe? Di rêzefotoyan da, aktîvîstên ku balê dikişînin ser başkirina jîyana li Kurdistanê tên nîşandan, û herweha fotoyên jinên aktivîst jî hene. Ev jin li Norweçê di çalakîyên sîyasî, civakî; aktîvîzma jin û LGBTQyî da cih digirin. Di rêzefotoya sêyem da, fotokêşên jin yên kurd hatin vexwendin. Ev fotokêş, ji Kurdistan û dîasporayê, jinên kurd û jîyana wan ya profesyonel nîşan didin.

 

 

Pêşangeh, di Cotmeha 2023yê da, li Muzeya Asya û Pasîfîka ya Varşovayê hat vekirin, û herweha ev pêşangeh dê li Norweçê jî pêk bê. Ev rêzefoto, li herêmên cuda yên Kurdintanê, li ser jîyana jinan, li ser xebat, daxwaz û hewldanên wan têgihiştinek bêhempa nîşan didin. Ev her sê rêzefotoyên cuda, bi ahengî hevdu temam dikin. Ew balê dikişînin ser pêşdarazîyên li ser jinên ji Rojhilata Navîn û gelek alîyên hemwelatîbûn û aktivîzma jinan nîşan didin. Ev foto teşwîq dikin ku mirov tê bigihîjin bê ka wateya reva ji şerî, xilasbûna ji şerî û avakirina jîyanek nû çi ye. Herweha ew tên maneya ku mirov dûrî “welatê xwe” be lêbelê di heman demê da girêdayê “welatê xwe” be. Ew dil diêşînin, îlhamê didin û xeyalên nû derdixin pêş. Rêzefotoya çaremîn li ser ekranê tê nîşandan. Ew ji fotoyên dîrokî yên jinên kurd yên Fotopirtûkxaneya Kurdî pêk tê.

 

 

Rêzefoto bi hevkarî û piştgirîya vekolîna akademîk ya Wendelmoet Hamelinkê (Zanîngeha Oslo) û tîma vekolîna ALCITfemê pêk hatîye ku vekolîna ALCITfemê ji alîyê Joanna Bochenskayê (Zanîngeha Jagiellonianê ya Krakowê) û Hemenlinkê ve hatîye birêvebirin. Li gel pêşangehê, konferansa akademîk ya Cinsîyet, Hemwelatîbûn û Berxwedan di Civakên Mînorîteyê (Kêmar) da, dê li Zanîngeha Osloyê pêk bê.

 

 

Werger: Bêrîvan Matyar