A A A

Jin, Jîyan, Azadî. Xebata Jinên Kurd bi Çavê Wênekêşên Jin ên Kurd

Bi sernavê ku behsa dirûşma şoreşa dawî ya Îranê dike, ev pêşangeh berdewamîya pêşangeha Jin, jîyan, azadî (Woman, life, freedom) - jîyana rojane û tevlîbûna civakî ya jinên kurd li Kurdistan û dîyasporayê ye ku di Gulana 2021an da li Warşovayê, ji aliyê Muzeya Asya û Pasîfîkê ve hatîye lidarxistin. Lêbelê, ev bê guman yekem pêşangeha wênekêşîyê ya bi vî rengî ye. Pêşangeh ji bo jinên kurd maneyên cuda yên vê dirûşmê li ber çavan radixe û ew balê dikişîne ser jîyana jinan ku heta niha nehatîye dîtin. Piranîya rastîya kurd a sedsalên 20 û 21an, ji ber pozîsyona wê ya marjînal li nav sînorên çar netewe-dewletan, bi giranî li derveyî çavên cîhanê maye. Dema ku kurd û jinên kurd tên resimkirin, pirî caran ji alîyê wênekêşên biyanî ve, ew gelek caran bi şêweyekî stereotipîk weke mexdûrên şer û şîdeta navxweyî yan jî weke şervan û gerîlayan tên nîşandan. Di şûna wê da, ev pêşangeh balê dikişîne ser jîyana jinan a pîşeyî û rê li ber rengvedaneka cuda ya çalakî û aktivîzma jinên kurd vedike.

 

 

Beşdarvan: Fatma Çelik, Negar Kamangar, Angel Îstek Alcu, Jîla Karîmîan, Nuray Atmaca, Hatîce Demir Kaya, Sara Namo, Bêrîvan Matyar, Tawar Adîl, Suna Parlak, Şarare Farzî, Xebat Ebrahim

 


Wêneyên vê pêşangehê ji aliyê wênekêşên jin ên kurd ve hatine kişandin. Di pêşangehê da jinên ji hemû temenan û ji hemû deverên kurdî di pîşeyên cihêreng da tên nîşandan: ev pîşe bi pere yan jî bê heqdest, ji mêşvanîyê bigire heta lîderên polîtîkayê, ji kickboksoran bigire heta parêzeran, ji karkerên demsalî bigire heta ajokarên bobcatê. Jin di çarçoveya xebatên xwe da tên nîşandan, dibe ku ew li malê, li erdî, li zevîyê, carinan jî li kargehan, li ofîsên hikumetê yan jî li taqîgehê bin. Di hinek rewşan da, wêne ji wênekêşîya kevneşopî ya 'nîşandana rastîn' diqetin, û di şûna wê da performansa sahnekirî ya jin û xebatê nîşan didin, bi vê yekê sînorên di navbera rastî û çîrokê da şolî dibin. Herweha wêne berdewamîya hin pîşeyên kevneşopî jî nîşan dide. Ew pîşe wekî hilberîna hineyê, berhevkirina giyayan û çêkirina deqan in ku ji alîyê nifşê temenmezin ve têne kirin, lê nifşê ciwan jî wan pîşeyan berdewam dikin. Hemû wêne ji aliyê wênekêşên jin ên kurd ve hatine girtin û ji wan hat xwestin ku bi awayekî azad li ser mijara “jîyana pîşeyî ya jinên kurd” rawestin. Bi nîşandana vî alîyê jîyana jinên Kurdistanê ku kêm tê temsîlkirin, wênekêş bersiveka hunerî didin berhevokên arşîv, dengûbas û vekolînên heyî (ji bo nimûneyê, Pirtûkxaneya Wêneyê ya Kurdistanê ku ji Chris Kutscherayê ve hatîye amadekirin yan jî Kurdistan di bin sîya dîrokê da ku ji alîyê Susan Maseilasê ve hatîye amadekirin).

 

 

Pozîsyonên jinan di bin guherîn, mizakere û têkoşînê da ne. Di payîza 2022yan da, li seranserê Îranê, di çalakîya herî mezin a protestoyî ya van demên dawî da jin û mêr seferber bûn û li dijî qanûnên tund ên jîyana jinan sînordar dikin, protesto kirin. Ew çalakî bi girtina Jîna (Mahsa) Emînî, jineka kurd a ji Saqezê, dest pê kir. Jîna di 16ê Îlona 2022yan da di encama girtina wê da jîyana xwe ji dest dabû. Di xwepeşandanên piştî mirina wê da, dirûşma Jin, Jîyan, Azadî bû qîrîna şoreşê. Di eslê xwe da, ev dirûşmeka kurdî ye ku ji bo pêşdebirina têkoşîna leşkerî ya kurdan û tevlîbûna siyasî û civakî ya di nav civakên Tirkîye, Îran, Iraq û Îranê da hatîye bikaranîn. Di vê pêşengehê da, em balê dikişînin alîyekî din ên jîyana jinên kurd: Li gel çalakîya wan a berxwedanê (bi rêxistin û bê rêxistin), piranîya jinan jî xwedî jîyaneka pîşeyî ya çalak in. Jîyana pîşeyî ya jinan pirî caran tê wateya daxwaza mafên jinan. Heger karê li derveyê malê bixweber serxwebûna aborî ya ku ew dixwazin ne bîne jî, wek nimûne ji ber mûçeyên kêm, lêbelê ew dikare mafên jinan bi awayên din bilind bike; bi dîtina rêyên nû ji bo pêşxistina dezgeha jinan, bi eşkerekirina jinan li qadên giştî, bi teşwîqkirina hevgirtinê û li hemberî bêmirovbûna jinan rabe: jîyana jinan a xebatê pêşkeftina wan a rewşenbîrî û pîşeyî xuyatir dike ku hawîrdora baviksalarî gelek caran hewl dide wan înkar bike. Herweha hinarên kevneşopî û karên malê ku ji hêla dayik û dapîran ve têne kirin, di rûbirûbûna dijwarîyên nûjen da wekî îlham û piştgirî têne nirxandin û hesibandin. Ji ber vê yekê, pêşangeh ne tenê veguherînan radixe ber çavan, di heman demê da pêwendîya nêzîk û berdewamîya cîhana kevneşopî û nûjen ya kurdî jî radixe ber çavan.

 

 

Her du pêşangeh di çarçoveya projeya lêkolînê ya ALCITfem da têne organîzekirin, projeyek transneteweyî û navbirî ye ku ji hêla deh vekolerên ji enstîtûyên li Polonya û Norwêcê ve hatîye lidarxistin. ALCITfem ji hêla Norway Grants û NCN Navenda Zanistî ya Neteweyî ya Polonya ve tê fînanse kirin. Muzexaneya Asya û Pasîfîkê ya li Warşovayê yek ji hevkarên wê ye. (ALCITfem = Çalakî û Bingeha Wê ya Exlaqî û Çandî: Hemwelatîbûna Alternatîf û Rolên Jinê li Kurdistan û Diyasporayê).

 

Werger: Bêrîvan Matyar