A A A

Jin, jiyan, azadî - jiyana rojanê û çalakiyên civakî yên jinên Kurd li Kurdistanê û li diasporayê

Em kêfxweş in ku dikarin we vebixwînin pêşangeha Jin, jiyan, azadî – jiyana rojanê û çalakiyên civakî yên jinên Kurd li Kurdistanê û li diasporayê li Muzeya Manggha ya Huner û Teknolojîya Japonî ya Krakovê ku di nav rojên 08-22.10.2023 de pêk were. Ji bilî pêşangehekê ew we vedixwînin pêşkêş û semînerên cihereng ku li Krakovê cih bigrin.

Bername:

 

08.10. - seet 16.00, vekirina pêşangehê/ Muzeya Manggha. Li ser pêşangehê.

 

 

10.10. - saet 18.00, panela bi navê Women, life, freedom. Cultural and ecological activism of Kurdish women /Jin, jiyan, azadî. Çalakiyên çandî û ekolojîk yên jinên kurd, bi beşdarbûna endamên projeya ALCITfemê, bi zimanê înglîz/ Muzeya Manggha

 

 

17. 10 - saet 11.00, dersa online ya Prof. Akihiko Yamaguchi (Zanîngeha Sophia ya Tokyo) ya bi navê Urban Evolution in Iranian Kurdistan during the Early Modern Era: Shift from Mountain Strongholds to Flatland Cities/ Geşedana bajarvanî ya li Kurdistana Îranê dema destpêka nûjên: Veguhastina ji qelayên zozanî ji bo bajarên deştê, bi înglîzî.

 

Kurte: Di dema dawî ya Sefewîyan da, li Îranê çend bajarên mezin yên kurdan Mahabad, Sine û Kirmanşan tê da, yan hatine avakirin yan ji nû ve hatine avakirin. Berîya vê serdemê, mîrên kurd li Başûr-Rojhilatê Kurdistanê bi giranî kelehên xwe li serê çîyayan diparastin. Lebê, faktorên curbecur -navendîbûna hikûmeta Sefewîyan jî tê da-, di nîvê sedsala heftemîn da dema ku mîrên kurd veguheztinek veguherîner kir, wan li deştan dest bi avakirina paytextên xwe kir. Ev guhertina stratejîk, li Îranê, di pêkvejîyana sîyasî ya herêma kurdan da roleka sereke lîst. Di vê pêşkêşî da, yek ji bajarên navborî li ser Sineyê hat sekinandin. Armanca pêşkêşîyê ew bû ku paşxaneya dîrokî û faktorên bandorker û pêvajoya tevlihev ya pêşketina bajarî ya Kurdistana di bin desthilatdarîya Sefewî da vekole.

 

Time: Oct 17, 2023 11:00 AM CET

Join Zoom Meeting

Meeting ID: 814 7860 3922

Passcode: 6scRsR

 

 

18. 10. - saet 18.00 pêşkêşa wênekêşê kurd Ebrahim Alipoor ya li ser alboma wî ya Pîr Şalyar. Ebrahîm Alîpoor hunermendê Rojhelatê ye û behsa kar û seferên wî yên seranserê Kurdistan, Îran û Asyayê bike.

 

 

19.10 - saet 18.00 pêşkêşa fîlma Angels of Sinjar (Melekên ji Şingalê) ya derhênera polonî Hanna Polak digel giftûgoya bi derhênerê.

 

 

Angels of Sinjar (Melekên Şengalê, Polonya, Almanya, 2022), fîlmek li ser jenosîda êzîdîyan e û di heman demê da qîrîna edaletê ye. Fîlm ji alîyê Hanna Polakê ve hatîye çêkirin. Fîlm eşkerekirina sûcekî hovane ya li dijî mirovahîyê, tirsa jenosîdeka jibîrbûyî û gelên ku ji hemû mafên xwe hatine bêparkirin radixe ber çavan – lê di heman demê da, ew şahidîya hêvî, cesaret û hêza wan jî nîşan dide.

 

Hanna Polak derhêner, sînematograf û çêkerek polonî ye. Ji bo kurtebelgefîlma xwe, Zarokên Leningradskyê, ew ji bo xelata Academy and Emmyê wekî namzet hatîye nîşandin. Kurtebelgefîlm li ser civakek zarokên bêmal e ku ew li Moskovayê li îstasyona trênê ya Lenîngradskyê dijîn. Di sala 2003yan da, wê di Festîvala Fîlman a Krakówê ji bo Balada Îstasyona Trenê da xelata Çêkera Herî Baş a Belgefîlmê wergirt. Wê Melekên Şengalê di nav şeş salên zehmetî, zordarî û xetarî da çêkir.

 

 

Amadekar

Muzeya Manggha ya Huner û Teknolojîya Japonî ya Krakovê

Beşa Kurdî ya Zanîngeha Yagiellonskî ya Krakovê di çarçoveya projeya ALCITfemê de

Kurdistan Photolibrary

Muzeya Etnografîk ya Krakovê