A A A

Hejmara nû ya kovara Fritillaria Kurdica

Hejmara taybet ya 22 ya kovara me derçû û teza masterê ya Rodî Hûseyin Keskîn pêşkêş dike ya bi navê Însyatîfên/Destpêşxeriyên Çandî ji bo Zindîkirina Zimanê di Nava Jinên Zaza de li Bakurê Kurdistanê. Tez di çarçoveya projeya lêkolînî de ya bi navê Çalakvanî û Bingehên Wê yên Exlaqî û Çandî: Hemwelatiya Alternatîf û Rolên Jinan li Kurdistan û Diasporayê (ALCITfem) hatiye amadekirin û Rodî Hûseyin Keskîn beşdarê wê bû. Tez roja 26ê îlonê sala 2023 hat pejirandin. Kovar di bin vê lînkê de ye.