A A A

ALCITfem

Projeya Çalakvanî û Bingehên Wê yên Exlaqî û Çandî: Hemwelatiya Alternatîf û Rolên Jinan li Kurdistan û Dîasporayê (ALCITfem) bernameyeke lêkolînê ya navdîsîplînî ye ku bingeha wê li ser xebatên wêjeyî, antropolojiya çandî, xebatên zayendî û civaknasiyê hatiye danîn. Bi awayekî metodolojîk û teorîk proje, bi rêya hevkarîya van enstîtuyan Beşernasî û Zanistên Civakiyê tîne ber hev û pêwendiya wan bi hev du re çêdike: Beşa Lêkolînên Kurdî ya Enstîtuya Xebatên Rojhilatnasî (Fakulteya Filolojiyê) ya Zanîngeha Jagiellonskî (JU, Kraków), Navenda Lêkolînên Zayendî (STK, Senter for Tverrfaglig Kjonnsforskning) ya Zanîngeha Osloyê (UiO), Navenda Xebatên Pêşketî yên Nifûs û Olê (CASPAR) ya Zanîngeha Aborînasiyê ya Krakovê (CUE), Fato, Enstîtuya Kar û Lêkolînên Civakiyê ya li Osloyê û Muzeya Asya û Pasîfîkê (Warşova). Proje di çarçoveya bernameya Grieg a Navenda Zanistê ya Neteweyî ya Polonyayê de bi Hîbeyên Norwecê tê fînansekirin.

 

 

Di van pênc salên dawî de, herêma Kurdistanê ku li dilê Rojhilata Navîn cîh digire û ji aliyê çar netewe-dewletan (Îran, Iraq, Sûrîye û Tirkiye) ve hatiye parvekirin guherînên mezin jiya. Li gel ku hin ji van geşedanan ji bo beşeke girîng a Kurdan hêvîdar û îlhambexş bûn, geşedanên din mafên takekesî û civakî bin pê kirin. Her çend di gelek rewşan de guherînên mezin civatên Kurd ji cîh û warên wan kiribin û saziyên wan rûxandibin jî di heman demê de çi li welatê wan çi jî li dîasporayê aktor û saziyên nû derketine holê. Di qada navneteweyî û xwecîhî de Kurd ne bi çalakvaniya aştîxwaz lê zêdetir bi têkoşîna gerîla û pevçûnên tund tên naskirin. Ji ber ku hem baldariya xebatên akademîk û hem jî ya medyayê çûye ser tundiyê, ev bi awayekî nisbî bûye sedema nexuyabûna çalakvaniya Kurdan a çandî û civakî, li gel ku çalakavaniyeke bi vê rengî civaka Kurd bi kurayî ji nav ve guhertiye jî. Di gel sînorkirinên ku di encama zordariya dewletê de derketine holê, navendên çandî yên xwecîhî, rêxistinên jinan û di heman demê de aktorên takekesî yên wekî hunermend, nivîskar û ronakbîran jî ji vegêran û texeyulên exlaqî yên nû re havildariyê kirine. Ji ber ku ragihandina deng û çalakiyên jinan gelek caran kêm dimîne, ALCITfem dê bitaybetî li ser rola jinan a di vê xalê de bisekine û bala xwe bide li ser raman û vegêranên exlaqî yên derbarê cîhên civakî yên jin û mêran.

 

 

Em di projeya xwe de têgiha hemwelatiya alternatîf bi kar tînin ku destnîşan bikin Kurdan çawa, bi rêyên cur bi cur, ji bo di civata xwe de guherînên civakî û çandiyan çêkin û di heman demê de li ser rewşa civatên Kurdan ên ku di bin bana wan netewe-dewletan de dijîn bandorê çêkin li derveyî saziyên dewletê û pêkhateyên dewletê stratejiyên alternatîf (yên sîyasî û yên nesîyasî) pêş xistine. ALCITfem ramana femînîst a derbarê ‘hemwelatiya jiyankirî’ û teoriyên ‘berxwedana herrojî’ û ‘sîyaseta mîkroyê’ digihîne hev. Proje, li ser xala gelo çalakvanên jin bi çi awayî gihiştin qadên jiyanê û hêzên texeyulê ku di civatên xwe de guhertinê çêkin û di heman demê de jî hewl bidin ku bandorê li ser rewşa civatê ya li netewe-dewletê çêkin disekine. Ev tişt dikare bi rêya pêkanînên jirêzê be, lê di heman demê de dikare bi rêya tevger û pêkhateyên bimebest jî be.

 

 

ALCITfem bi rêya baldariya li ser du warên ku bi hev re bi kûrayî têkildar in dê li ser mijara hemwelatiya Kurdan a alternatîf bisekine: çalakvaniya ku bi pêşengiya jinan hatiye destpêkirin û bingehên wê yên exlaqî û çandî. Ev, dê di çar paketan de bê lêkolîn: 1). Di wêje û sinemaya Kurdan de temsîlkariya jinê 2). Çalakvaniya veşartî ya jinên Kurd 3). “Avakirina malbatê” 4). Eko-femînîzm. Ji ber vê yekê proje, hem pêkanînên gelekî aşkere û hem jî yên hê cihêbûyî û veşartiyan dikolîne û di heman demê de jî xala gelo çalakvanî çawa ji kevneşopiyên çandî û exlaqiyan bingeha xwe digire dikolîne. Projeya ku xwe spartiye çar enstîtuyên xwedî wesfdariyêke bilind ên Polonya û Norwecê, wesfa navdîsîplînî ya endamên komên ku dê ji bo paketên xwe yên xebatê hevpeyvîn û materyalên din ên lêkolînê bi hev re parve bikin bi awayekî bêhempa tîne ba hev û dê li ser weşanên hevbeş jî xebatan bike. Xebata qadê ya ALCITfemê, di xwe de navendên çalakvaniyê yên girîng ên Kurdistan û dîasporayê dihewîne û dê ji aliyê endamên komê ku xwediyê zanîna zimanên xwecîhî ne bê meşandin. Wekî din, sê xwendekarên postdoktorayê, yek doktora û yek jî lisansa bilind dê bi tecrubeyên lêkolînê yên berfireh ên endamên komê bên bijartin û bên piştgirîkirin. Li kêleka weşanên akademîk, bi rêya rêkûpêkkirina du pêşangehên wêneyan ên ku dê bi hevkariya Muzeya Asya û Pasîfîk a Varşovayê bên lidarxistin tevlîkirina gel a li projeyê jî piştevaniyeke bihêz a vê projeyê ye.

 

 

Wergera Kurmancî û Zazakî: Esat Şanlı

  • ALCITfem Zazakî

    Projeya Aktîvîzm û Bingeyê Ê yê Exlaqkî û Kulturkîyî: Hemwelatijîya Alternatîfe û Rolê Cinîyan Kurdistan û Dîaspora de (ALCITfem) bernameyêkê cigêrayîşî yê mîyandîsîplînî yo ke bingeyê ci xebatanê edebî, antropolojîya kulturkîye, xebatanê cinsîyetkîyan û cimatnasîye ser o ronîyayo. Bi hawayêko metodolojîkkî û teorîkkî proje, bi rayîrê hemkarîya nê enstîtuyan Beşernasîye û Zanistê Cimatkîye ana têhet û têkilîya înan yewbînan dir virazena: Beşê Xebatanê Kurdkî yê Enstîtuya Xebatanê Rojhilatnasîye (Fakulteya Fîlolojîye) ya Zanîngehê Jagiellonskî (JU, Kraków), Merkezê Xebatanê Cinsîyetî (STK, Senter for Tverrfaglig Kjonnsforskning) yê Zanîngehê Osloyî (UiO), Merkezê Xebatanê Averşîyayeyan ê Nifûse û Dînî (CASPAR) yê Zanîngehê Ekonomîye yê Krakovî (CUE), Fato, Enstîtuya Kar û Xebatanê Cimatkîyan ê Osloyî û Muzeya Asya û Pasîfîke (Varşova). Proje çarçiwaya bernameyê Grieg ê Merkezê Zanistî yê Neteweyî yê Polonya de bi Hîbeyanê Norwecî yena fînansekerdene.