A A A
  • ji Arşiva Kitabxaneya Eichgrabenê
    ji Arşiva Kitabxaneya Eichgrabenê

Prof. Ordixanê Calîl (1932-2007)

Ordîxanê Celîl (1932-2007) -an jî bi şiklê rûsî Ordîxan Casîmovîç Celîlov- yek ji lêkolînêrên kurd ên herî jêhatî û girîng bû. Ew di malbateke kurdên êzidî de li Ermenistanê hatiye dinyayê. Piştî qedandina Zanîngeha Rewanê li Lenîngradê xwendiye û paşe jî li wê derê wekî profesorekî ders dane. Digel bira û du xwişkên xwe bûye berhevkarê fedakar ê çand û folklora kurdî. Bi vê armancê li gelek welat û herêman geriyaye.

 

Ji 60î zêdetir kitêb bi zaravayê kurmancî yê kurdî nivîsandine û dane çapkirinê. Baweriyeke wî ya wisan xurt hebû ku çanda kurdî hêmayê hemû diyalogên saxlem e. Sala 2003an bibû mêvanê Mîhrîcana Çanda Kurdî ya Krakovê û ji bajarê me zehf hez kiribû. Loma jî em dixwazin vê semînerê ji bo bîranîna birêz Profesor Ordîxanê Celîl li ser kevneşopiya dewlemend a êzidiyan li dar bixin. Di demeke herî kin de çîrokên wî yên ku digel xwişk û birayê xwe ji devê çirokbêjan berhev kirine dê bi polonî jî bên weşandin.