A A A

Mehmet Dicle li Krakov

Beşa kurdî ya Enstitûya Rojhilatnasiyê ya Zanîngeha Yagiellonski û Kefexaneya Bonobo vedixwînin ji bo civîna digel Mehmet Dicle, nivîskarekî kurd ji Bakurê Kurdistanê ya ku roja 21.01 saet 18.00 pêk tê li kafexaneya Bonobo ya li Mały Rynek 4.

 

Mehmet Dîcle: Ez di sala 1977an de li gundê Çolaxa ya Bismilê hatim dinê. Lê malbata min, li gorî ku min lêkolaye çendsed sal in ku li Hezroyê bûne, ango ez ji Hezroyê me û li Hezroyê mezin bûm û heta ku lîse xelas bû, ez li Hezroyê jiyiyam. Paşê ji bo zanîngehê hatim Stenbolê. Min zanîngeha Stenbolê beşa Cografyayê xwend. Di salên zanîngehê de ez di nav tevgera ciwanên welatparêz de mam û bi rastî jî ew salên min ên gelek çalak bûn. Di wan salan de hema bibê min xwe, dunya û wêje nas kir. Li klûba edebiyatê ya zanîngehê min û hevalên xwe bi salan kitêb xwendin, hem ji edebiyata cîhanê hem jî ji edebiyata kurdî. Paşê di wan salan de ez di kovara Jiyana Rewşen û Rewşennameyê de xebitîm. Her weha li weşanxaneya Aramê û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. Zêde bixwîne

 

Hevpeyivîna digel Mehmet Dicle ya li bernameya Daxwend.

 

Li ser Mehmet Dicle, nivîsa Joanna Bochenskayê ya bi înglîzî