A A A

Lêkolîn

Ji bo afirandina nirxan rola wergerên ji bo zimanê kurdî

 

Proje li ser metodên etnolinguîzm û sosyolînguîzmê tê avakirin û bi taybetî li ser van mijaran disekine: 1) qada belavkirin û bikaranîna zimên 2) hişyarî û zanistên li ser zimanê kesên ku bi zimanê xwe yî zikmakî diaxivin 3) prestîja zimên, 4) siyaseta zimanî û konseptên sosyolojiya wergerandinê – civak çawa wergerê pêşwazî dike û tesîra wergerandinê ya li ser cîvakê di çi astê de ye? Li vê derê teoriyên Anna Wierzbicka, Charles Ferguson û Joshua Fishmanî tên bikaranîn. Xebatên ku di qada zimannasiyê bi perspektîfên postkoloniyal hatine amadekirin jî dê bên berçavkirin (ji bo nimûnê: yên Joseph Erringtonî). Ji bilî vê perspektifên ku pêwendiyên di navbera werger, desthilatdarî û diyardeyên çandî de, her wiha pirsiyarên li ser têkiliyên di navbera teksta orjînal û wergera wê de li gorî çarçoveya faktorên binpêkirin û bindestiyê derdixin holê.