A A A

Lêkolîn

Nirxên etîk/exlaqî û estetîk di qada çanda kurdî de.

 

Armanca vê projeyê analîzkirina çend nirxên etîk / exlaqî yên ku di nav çand û bi taybetî di nav wêjeya kurdî ya zaravayî, klasîk û nûjên de cihê xwe digirin. Li gorî fîlozofê almanî Max Scheler fahmkirina sîstema nirxan a netewe û cîvakê îşekî herî girîng û sereke ye ji bo fahmkirina rewş û guherînên wê civakê. Bi gotineke din analîzeke li ser maneya çend nirxên taybet ên wekî azadî, edalet, evîn, namûs yan jî rastiyê û maneya wan hemû lêkolînan kûrtir û dewlemendtir dike û dîmenên nû ji wan re çêdike.

 

Sîstema nirxan û pirsên exlaqî ji demeke dirêj ve bûn babetên lêkolînên nivîskar û filozofên rojava û rojhilatê. Sîstema nirxan bi xwe sîstemeke hiyerarşîk e û çavkaniya wê jî felsefeya yunanî, bi taybetî ya neoplatonîzmê ye. Pirseke herî muhim jî ev e: kîjan nirx ya herî giring e û kîjan dikare maneyê bide nirxên din. Lûtkeya sîstema nirxên kristyanî û îslamê Xwedê ye. Di îslamê de navên Ellahî 99 in û yê sedemîn Ellah bi Xwe ye. Ev bi xwe sîstemeke nirxan e; ji ber ku maneya hemû van navan a exlaqî heye. Hê jî pirsiyareke vekirî maye ku kîjan nirx dikare bibe ya herî giring a ku tê maneya „Tewawî”yê.

 

Bersiva vê pirsê di kevneşopiya tesewufî de her car wekî nehênî û sirekê hatiye dîtin. Lê çend fîlozof û mitesewifên rojava û rojhilatê hewl dane ku bersiva vê yekê bidin. Ji wan yek Ehmedê Xanî bûye ku ne tenê gazî vegera ber bi kevneşopiya îslamê dike; her wiha gazî fikrên din ên olî, tesewufî û felsefî yên Rojhilata Navîn, bi taybetî kevneşopiya êzidiyan dike ku di teksta Afirandina Gerdûnê de wiha dibêjê ku ev Evîn e ku bi Xwedê re çêbû û bû aleteke herî girîng a di nav destên Wî de. Ehmedê Xanî jî fikreke wisa di Mem û Zînê de bi şiklê wêjeyî yê berfireh û dewlemend diafirîne û pêşkêşî xwendevanan dike. Dîmenên vê Xwedê-Evînê (Xwedê - Işq) yê Mem û Zînê pir û pir in, ev ne tenê evîna di navbera Mem û Zînê de ye; lê bêguman ev işqa du mirovan babeteke sereke ye û wateya mijarên din jî dide. Bi vî şiklî Ehmedê Xanî sîstemeke nirxan jî diafirîne ku lûtkeya wê Xwedê-Evîn e. Em dikarin sîstemeke wisa bi fikrên fîlozofên ewropî ji bidin ber hev. Ji bo nimûnê yên Max Scheler an jî filozofê rûsî Nîkolay Berdiayev.

 

Maneya “binavkirina” nirxa sereke îro gelekî girîng e. Di heyama nûjen de gelek kes hene ku ne dixwazin olê nas bikin ne jî Xwedê, lê em nikarin bibêjin ku ev mirov mirovên “bênirx” in. Îro sîstemeke nirxan heye ku dikare mirovên ji olên cuda cuda û yên bêol bîne ba hev ta ku hev fahm bikin û ji hev re rêzê bigirin. Loma binavkirina nirxê ku bi maneya Yekem û Tewawî ye îşekî pir muhim e û hewldaneke xurt dixwaze. Mixabin nirxên nûjen ên rojavayî yên wekî demokrasî, mafên mirovan yan jî hûmanîzmê maneya wan heta niha ne pir zelal e; ji ber ku ev nirx ji gelek nirx û tecrubeyên cuda cuda yên dirokî û civakî pêk tên. Loma jî divê em vegerin çend peyv û wateyên berê yên ku di nav her du şaristaniyan de cihê xwe digirin. Lê ev nayê vê maneyê ku fahmkirin û berawirdkirina wan dê pir asan bibe.

 

Ji bilî vê, divê em cudatiyeke mezin a di navbera nirx û fermanên ol yan jî gerdişa civakê de nişan bidin. Bingeha bicîhanîna nirxan îradeya mirovî ye ne ku ferman an jî daxwaza mirovên din yan olê ye. Lê mirov bi xwe endamê civakê ye û carinan ol jî di jiyana wî de cihekî taybet digire, loma jî fahmkirina vê cudatiyê ne îşekî asan e û her car berpirsiyariyê dixwaze. Ev pêwendiya vê mijarê bi maneya azadiyê re heye. Em dikarin xwe “ji tiştekî” azad bikin an jî “ji bo tiştekî” azadiyê bixwazin. Sîstema nirxan ya mirovî her dem armancên azadiyê dişekilîne. Tekstên çand û bi taybetî edebiyatê her car bûne çavkaniyeke mezin a fahmkirina nirxan. Ji bo nimûnê: çirokên kurdî û gotinên dengbêjan bûne derseke herî baş a ji bo fahmkirina sîstema nirxên civakê ku hemû guhdar tê da dijiyan.

 

Wekî fîlozofê Skotî Alasdair MacIntyre dibêje çirok û destan bi saya qalkirina tevger û serpêhatiyên lehengên cur bi cur riyên bicihanîna nirxan nîşan didin. Wêneyên wisa yên ku li ber çavên mêvanên şevbihêrkan bi saya xeyalên wan hat afirandin û ew nimûneyên etîk ên herî baş û bibandor bûn. Ji ber ku guhdar û xwendevan bi saya xeyalên xwe dikarin bi lehengên çirokan bibin yek û ji bo demekê di şûna wan de tevbigerin û biryarê bidin. Ev jî hêzek ji hêzên huner û edebiyatê ye. Îro jî edebiyata kurdî ya nûjên riyeke fahmkirina nirxan ji me re vedike. Dinya, hewcetî û daxwazên mirovan diguherin; loma riyên fahmkirina nirxan û belku jî nirx bi xwe divê biçekî biguherin ta ku mirov bikaribe ferqên di navbera nebaşî û qenciyê de baş bibîne. Lê armanca edebiyata nûjên ne ew e ku bersivên hazir li ser başî û xerabiyê ji me re bide, lê ta ku bi şiklê estetîk û hunerî pirsên li cih bipirse, ta ku em maneya nirxan di jiyana xwe de zelaltir bibînin. Armanca projeya min analîzkirina van nirx, berdewamî û guherînên di nava wan de ye.