August Kościesza-Żaba (1801-1894)
August Kościesza -Żaba/Jaba (1801-1894)
Rojhilatnas û kurdzanekȋ polonȋ bû. Lê ji ber ku wê demê Polonya ji ber tesira dagirkeran (Avsturya, Almanya û Rûsya) wek welatê serbixwe tune bû, ew bû diplomatê rûsȋ û gelek caran wek rûs tê zanȋn. Ji sala 1848an heta sala 1966an li Erzȋromê bûye konsolê Rûsyayê.
Bi saya dostaniya wȋ ya bi Mela Mahmûdê Bayezȋdȋ re Jaba/Żaba karȋ bû gelek çirok û destnivȋsên edebiyata klasȋk ya kurdȋ kom bike û perçeyên ji wan wergerȋne fransȋ. Ji bilȋ vê yekemȋn Ferhenga Frensȋ-Kurdȋ û Ferhenga Kurdȋ-Frensȋ-Rûsȋ hazir kirin. Mela Mahmûd Bayazidȋ bi saya wê dostaniyê li ser adetên kurdȋ yekem pirtûka zanistȋ nivȋsȋ bû.
Żaba/Jaba bi polonȋ tê maneya beq e.
Berhemên Żabayȋ:
- Recueil de notices et recits kurdes. St.Peterbourg.1860
- Dictionnaire kurde-fransais. St.Peterbourg.1879