A A A

Abdullah Jalal Fatah (1936-1985)

Abdullah Celal Fatah li sala 1936ê li Slêmaniyê ji dayik bû. Ew yekem Kurd bû ku li Polonyayê teza doktorayê li ser çanda kurdî qedand. Navê wê Problemy rozwoju i upowszechniania kultury kurdyjskiej w Iraku (Mijarên geşepêdan û belavkirina çanda kurdî li Îraqê) û sala 1978 li Enstîtûya Civaknasiyê ya Zanîngeha Varşovayê hat pêjîrandin. Li heman demê de, teza wî, ya ku bi zimanê polonî haiye nivîsîn, yekem teza doktorayê ya li ser babeta kurdî ya ku li Polonyayê hat nivîsîn bû. Em niha wê peyda kir û pir kêfxweş in ku dikarin agadariyeke wisa parve bikin. Diyar e lêkolînên kurdî li Polonyayê ji Kurdeke destpê dikin nek ji mamosteyê polonî Leszek Dzięgiel.

 

Abdullah di destpêkê de bû be muhendîs û li baraja Dokan ya li ser çema Zapa Biçûk kar dikir. Ji ber ku rewşa Îraqê ya salên 60an ne baş bû, Abdullah biryar da ji Kurdistanê derkeve. Di pêşîyê de çû bo Almanya, pîştre derbasî Polonyayê bû. Li vir xwendina xwe ya doktorayê li Zanîngeha Łódź, Beşa Sosyolojî destpêkir. Mamosteyên wî Józef Chałasński û Antonina Kloskowska bûn. Sala 1978 bû be doktor.

 

Piştî qedandina teza xwe Abdullah çû Alcerê (Cezairê) û li Zanîngeha Alcerî kar dikir. Paşan derbasî Hollanda, Belçîka û Swedê bû. Di dawiyê de hate Başûrê û li vir li Zanîngeha Sallahaddîn ya li Hawlêrê kar dikir heta ku ji wî re xwest ku endamê partiya Baath bibe, ya ku partiya rejîme bû. Loma dîsan çû derve û sala 1985 li kampa pênamberan li Tahranê ji ber nexweşiya drêj mir.