A A A
  • wêne: Rounak Rasoulpourê
    wêne: Rounak Rasoulpourê

Hemwelatî, Koçberî û Aktivîzma Jinan li Kurdistan û Dîasporayê

Ji dawîya sala 2024an ber bi sala 2025an ve, me înîsyatîfa nû ya bi navê Hemwelatî, Koçberî û Aktivîzma Jinan li Kurdistan û Dîasporayê wergert. Ev beşek ji projeya Zanist û Civak: Înîsyatîfa Dualî di Zanistên Civakî, Hunerî û Mirovatîyê da ye ku ji alîyê Mekanîzmaya Malî ya Norwêcê (2014-2021) û Mekanîzmaya Darayî ya EEA (2014-2021) hat fînansekirin û ji alîyê Navenda Zanistî ya Neteweyî - Polonya (NCN) ve hat birêvebirin.

 

Beşdarvanên projeya me: Beşa Lêkolînên Kurdî ya Enstîtuya Xebatên Rojhilatnasî (Fakulteya Filolojiyê) ya Zanîngeha Jagiellonskî (JU, Kraków), Navenda Çanda Sinemayê ya Adrzej Wajda, Navenda Xebatên Pêşketî yên Nifûs û Olê (CASPAR) ya Zanîngeha Aborînasiyê ya Krakovê (CUE), Navenda Zayendî (STK, Senter for Tverrfaglig Kjonnsforskning) ya Zanîngeha Osloyê (UiO), Fafo, Enstîtuya Kar û Lêkolînên Civakiyê ya li Osloyê, Enstituya Kurdî ya Bruksel, Tora Akademîsyen û Profesyonelên Kurd (Kurd Akad), Malagel (Halkevi) Navenda Kurdî û Tirkî ya Civakî li Londonê.

 

Armanc: Projeya me li ser veguheztina encamên projeya ALCITfemê ye ku bi hevkarîya înstîtuyên polonî û kurdî yên li Ewropayê hat organîzekirin. Di çarçoveya projeyê da, çerxenîqaş, atolye û pêşangehek hat li darxistin. Em plan dikin li ser pirs û pirsgirêkên koçberîyê hûr bibin ku bandorê hem li kurdên koçber hem jî li civakên mazûvan kirine. Bi taybetî jî dema krîza sînorê Polonyayê û Belarusê hewcedarîyên lezgîn derketin holê. Em dê van nîşan bidin li ser wan hûr bibin. Bala me dê li ser jinên kurd be, temsîliyet, çalakîyên hunerî û aktivîzma wan ku bûn mijarên projeya ALCITfemê jî. Em dê fîlmên polonî û kurdî weke xalên nîqaşê bi kar bînin. Mirov dê bên teşwîqkirin ku xeyalên xwe yên exlaqî bi kar bînin da ku li ser pozîsyonên jinên koçber bifikirin û ka ew di rewşa wan da bin dê çawa tevbigerin. Ev dê îmkana pevguhertina zanîn û ezmûnê bide.

 

Merasîmên me:

 

Festîvala Fîlmên Kurdî: Tava Kurdî Di Zivistana Varşovayê Da (7-9.02.2025): Belgefîlmên polonî û kurdî bi hevkarîya Navenda Çanda Sinemayê ya Adrzej Wajda dê bên pêşandan. Ev dê derfeta têgihîştina rastîya kurdan, şert û mercên wan yên dijwar bi taybetî jî dema koçberîya wan ya ber bi Ewropayê ve bide. Navnîşana festîvala me Varşova ye û ji temaşevanên ciwan, xwendekar, aktivîst, rojnamevan û akademîsyenan ra vekirîye. Em dê ji bo zarokan atolyeyek jî saz bikin û ji bo ciwanan fîlmê Serketîyê (Winners) jî pêşkêş bikin. Têbinî û fikrên beşdaran dê bi forma podcastê "Mîkrofana Vekirî" bên berhevkirin. Podcast dê ji hêla komekê derhênerên sînemayê yên ciwan ve bê amadekirin ku bi Navenda Andrzej Wajda ya Çanda Fîlman ra hevkarîyê dikin û dê perspektîfa xwe li çalakîyê zêde bikin. Piştre dê podcast li ser Platforma VOD Warszawa were weşandin.

 

Naveroka çar fîlmên hilbijartî, Darên Bêdeng (Silent Trees) ya Agnieszka Zwiefkayê (2024), Heskîf ya Elif Yiğitê (2021), Serkeftî (Winners) ya Solîn Yusefê (2024) û Sonne ya Kurdwin Ayubê (2022) nêzî mijarên projeya me ya ALCITfemê ne. Ev mijar dê di pirtûka me ya bi navê Çalakkirina Hemwelatîyê: Berxwedana Jinên Kurd, Aktivîzm û Afirînerî da hebin ku dê di sala 2025ê da ji alîyê Palgrave Macmillanê ve bê çapkirin. Di nava van mijaran da aktivîzma jinên kurd, malbat, ekolojî û mîrateya çandî heye. Ji ber vê yekê atolyeyên ku dê li dû sînevîzyonan bin, dê bi alîkarîya beşdarên projeyê û pisporên din yên vexwendî, rasterast li ser pirsgirêkan û berfirehkirina wan ya çarenûsê nêrînek pêşkêşî temaşevanan bikin. Ji ber vê yekê, em armanc dikin ku li dijî qîmetxistina kurdan û jinan rawestin û kapasîteya zanînê ava bikin. Bi vê yekê jî dê sedemên koçberîyê baştir bê famkirin û dê pêwendîyeka hê baştir di navbera koçber û civaka mazûvan da bê danîn.

 

Pêşangeha Jin, Jîyan, Azadî: Festîvala Fîlman dê li gel pêşangeheka li kolanê (Parka Ujazdowskiyê, Varşova) ya berhemên hunermend Rounak Rasoulpourê bê lidarxistin. Ew bi eslê xwe ji Rojhilatê ye lê niha li Swêdê dijî. Ew bi wêne û bergê xwe yên xweşik yên pirtûk û afîşan tê nasîn. Herweha ew çêkera postera festîvala me ye.

 

Bi Hevkarîya Înstîtuyên Kurdî

 

Em bi Enstîtuya Kurdî ya Brukselê (12-13.02.2025) û bi Tora Akademîsyen û Profesyonelên Kurd (Kurd Akad), bi Malagel (Halkevi) Navenda Kurdî û Tirkî ya Civakî li Londonê (28.02-01.03.2025) li Londra û Brukselê du rojan rêzeçalakîyan li dar dixin. Em dê lêkolîna xwe û pirtûka ya Çalakkirina Hemwelatîyê: Berxwedana Jinên Kurd, Aktivîzm û Afirînerî pêşkêş bikin. Em dê li Brukselê, fîlmê Li ser Rêyên Azadîyê (On the Roads of Freedom, 2023) yê Maria û Shiva Ghalvaziyê û li Londrayê Melekên Şengalê (Angels of Sinjar, 2022) yê Hanna Polakê nîşan bidin û li ser wan gotûbêjan li dar bixin. Mîraja herdu fîlman girêdayî babeta lêkolîn û pirtûka me. Herweha em dê li ser avakirina pirên di navbera akademîya navneteweyî û dîaspora kurdî û sazîyên çandî gotûbêjan bikin. Tecrûbeya me nîşan dide ku di navbera sazî û lêkolînerên navborî da kêm be jî danûstandin û hevkarî heye. Ev înstîtu û sazî gelek caran navendên giring yên civakê ne, xwedî arşîvên dewlemend û înîsyatîfên çand û civakî ne. Kurdên li dîasporayê, bi rehetî dikarin xwe bigihînin wan. Avakirina pira navbera lêkolîner û sazîyên çandî yên kurdî li Ewropayê fikreka maqûl e. Bi vê yekê, dê derfeta parvekirin û pevguhertina ezmûn û nêzikatîyan çêbibe. Ev yek dê bike ku di derbarê kurdan da, derbarê civak û çanda wan da ku îro parçeyek ji Ewropayê nayê veqetandin, kapasîteya zanînê ava bike.

 

 

werger: Bêrîvan Matyar