A A A

Encamên pêşbirkê ji bo postdoc1

Pêşbirka ji bo postdoc1 ya di çarçoveya projeya lêkolînî ya ALCITfem de bi encam hatiye. Sê namzed pêşkeşa xwe şandine. Piştî danasina pêşkêşan û hevpeyivîna digel namzedan komisyona pêşbirkê bi endametiya dr hab. Joanna Bocheńska (Zanîngeha Yagiellonski), dr Wendelmoet Hamelink (Zanîngeha Oslo) û Karol Kaczorowski (Zanîngeha Aborî ya Krakovê), di civîna roja 18.05.2021 de, dr Rahim (Azad) Hajiagha hibijart. Em endamê nû ya projeya ALCITfem pîroz dikin.