Cejna Nouruz-Newroz
Em kêf xweş in we vebixwînin Cejna Newrozê ku me jê re îsal got Festîvala Nouruz-Newroz. Wek tê zanîn mihrîcana Newrozê wek cejna xelkên îranî û ciranên wan yên li Rojhîlata Navrast û Asyayê berbelav e. Armanca Festîvala me eve ku em dewlemendiya kevneşopiyên Nêwrozê bidin nasîn. Festival di çarçoveya projeya Hemwelatî, Koçberî û Aktivîzma Jinan li Kurdistan û Dîasporayê de cih digre ya ku beşek ji projeya Zanist û Civak: Înîsyatîfa Dualî di Zanistên Civakî, Hunerî û Mirovatîyê da ye ji alîyê Mekanîzmaya Malî ya Norwêcê (2014-2021) û Mekanîzmaya Darayî ya EEA (2014-2021) hat fînansekirin û ji alîyê Navenda Zanistî ya Neteweyî - Polonya (NCN) ve hat birêvebirin.
Bi qasî ku navê cejnê gelek car wek Nouruz tê nasîn navên din jî hene. Kurd jê re Newroz dibêjin û ne tenê wek cejna bihar û Sala Nû dibînin. Newroz ji wan re sembola azadî û bidawîanîna dagîrkeriyê. Herweha hejmara 21 û bi taybetî sedsala 21 bû serkaniya hêviyeke mezin ya çareserkirina rewşa wan li Rojhilata Navîn. Newroz ji gelek şahî govend û performansên cuda cuda pêk tê. Di festîvala me de pêşkêşkirina film workşop govend û dersên zimanên kurdî farsî û paşto pêk werin.
Pêncşem, 20.03.2025
19:00 - Pêşkêşa fîlma Translating Ulysses/ Wergerandina Ulysses ya Aylîn Kuryel û Firat Yûcelî ya ku li Kooperatîva Ognîvo/ Spoldzielnia Ogniwo li kolana Smolki 1 li Krakovê pêk were. Piştî fîlmê em we vedixwînin giftûgoya ser fîlmê û ser mîjara wergerandinê ser zimanê kurdî bi beşdarbûna pirsporên fîlma kurdî Fatma Edemen û Cem Koç û werger Azad Hajiagha û Joanna Bochenska.
Înî, 21. 03. 2025
Roja Zimanên Rojhelatî Beşa Îrannasî, Enstîtûya Rojhelatnasîyê Mickiewicza 9, odeyên: 103, 104B, 412 û Pirtûkxaneya Enstîtûyê
10:00-10:30 – dersa zimanê paşto û çend belge ser Afganîstanê ya Dr Mateusz Klagiszî odeya 103
10:30-11:00 – performansa muzîka kurdî ya Perwîn Kaplanî û Zeynep Îşîk - li ber binaya enstîtûyê (ger hewa xerab be li Pirtûkxaneya Enstîtûyê)
11:00-11:30 – civîna digel Perwîn Kaplan û Zeynep Îşîk - Pirtûkxaneya Enstîtûyê
11:30-11:50 – dersa zimanê kurdî ya Dr hab. Joanna Bochenskayê bi beşdarbûna Perwîn Kaplan û Zeynep Îşîk û nûnerên din yên diyaspora kurdî li Krakovê- Pirtûkxaneya Enstîtûyê
11:50-12:30 – navê xwe bi farsî binivîse – dersa xweşnivîsa ya farsî û nivîsandina navê xwe bi alifbeya farsî ya Dr Katarzyna Wasala – odeya 104B
12:30-13:00 – dersa zimanê farsî ya Dr Renata Rusek-Kowalskayê – odeya 104B
13:00-13:15 – dersa nivîsandina hejmarên erebî bi pêşbirkeke kurt – odeya 104B
13:15-13:35 – em straneke farsî ya Boro Boro ya Araşî bi hev re distrên – odeya 104B
13:35-14:00 – çend gotin ser helbestên farsî û karên Omar Xeyamî - em bi hev re guhdarî dikin, dixwînin, werdigerînin û li ser difikirin
14:00-14:30 – çend gotin li ser hecabê – pêşkêşa kurt ya Dr Karolîna Rakowîecka-Asgarî û Dr Renata Rusek – odeya 412
14:30-14:50 – pêşbirkeke quiz-kahoot li ser çanda îranî – odeya 104B
14:50-15:30 – pêşkêş û dersa govenda kurdî – Rojda Ozer û Zubeyide Beyaz, li ber binaya enstîtûyê yan li nav holeke enstîtûyê dema hewa xerab be
15:30-16:30 - mola
16:30-17:30 – pêşkêşa pirtûka Enacting Citizenship Kurdish Women Resilience Activism and Creativity bi beşdarbûna koma ALCITfemê – odeya 103
17:30-19:00 – pêşkêşa fîlma Di navbera de. Piştî fîlmê giftûgo digel fatma Edemen Cem Koç û koma ALCITfemê – odeya 103
Şembî, 22.03.2025
17:00 - Nouruz ya Koma Xwendkarên Îrannasiyê Hevre, Meiselsa 18, Krakow
Yekşembî 23.03.2025
13:00 - Newroz bi amadekarina diasporaya kurd ya Krakovê Kopiec Krakusa, Girê Krakusa, Krakow
Pervin Kaplan
Ez Pervîn Kaplan im, li Tîrmehê 2000an, di bajarê Colemêrgê qeza ya (navçeya) biçûk a Gever ê li Tirkiyê de hatime dinyayê. Rêwîtiya min û mezinbûnê di demek zû de dest pê kir. Bavê min tembûr û bilûrê Kurdî li dixist, dîya min jî stran digota. Hin ji bîranînên min yên herî kevn ew ne ku wan di hevre de muzîk dikin, û vê tiştê bû sedema girîng a jiyana min. Min zarokatîya xwe li Geverê derbas kir, heya dibistana amadehiyê ya duyemîn min li wir xwend. Lê bi hêvîya ku firsêtên perwerdehiyê yên baştir hebû, malbata min veguheriya bajarê Wanê, û min du salên dawî yên dibistana amadehiyê li wir qedand.
Zeyneb Îşîk
Ez Zeyneb Îşîk im. Ez li bajarê Wanê hatime dinyayê û mezin bûme. Di Wanê de min perwerdehiya xwe qedand. Min li zanîngehê da fêrbûna perwerdehiya muzîkê xwend. Di hemû jiyana xwe de, ez bi awayekê zêde li muzîk û çalakiyên hûnêrî tevlî bûme. Ji zarokiyê ve ez beşdarî govend, konser û pêşbiriyên çandî bûme. Min her gav çanda xwe bi hûnerê xwe nîşan da di welatê ku di nav de ez mezin bûme.






