A A A

Arşîva nûçeyan 2013-2018

Li jêr em arşîva nûçeyan ji salên 2013-2018 pêşkêş dikin. Piraniya çalakiyên me di çarçoveya projeye lêkolînî ya bi navê Deng çawa dikare bê bihîstin? Berdewamî û guhartinên çand û realiteya civakê yên kurdî di perspektifên postkolonyal de pêk hatin. Proje bi bernameya SonataBis 1 ya Sentera Zanistên Polonyayê hatiye fînansekirin.

  • Kurdystan Perspektywy badawcze

    Pirtûka nû a ser babeta kurdî a bi zimanê polonî: Kurdystan. Perspektywy badawcze (Kurdistan. Perspektifên lêkolînî), bi edîtoriya Marek Hałaburda û Marcin Rzepka, Scientia Plus, Kraków 2018

  • Konferansa li ser komkûjiyê li Krakovê

    Di nav rojên 6-7.12.2018 Konferansa li ser komkûjiyê li Krakovê pêk tê. Konferans ji ber salvegera Peyameke giştî li ser komkûjî û ceza û pêşî lê birînê ya ku sala 1948 hatiye îmzê kirin tê saz kirin. Têgeha komkujî bi aliya cihûyeke polonî Rafał Lemkin hatiye afirandin. Beşa kurdnasî yek ji alîkarên vê konferansê ku ji aliyê Zanîngeha Yagellonskî û Zanîngeha pedagojîk yên Krakovê tê amadekirin. Di çarçoveya vê konferansê em wê vebixwînin civîneke digel çalakvanên êzîdî yên ku ji bo civaka êzîdî li Kurdistan û Eraqê alîkarî tînin (7.12).

     

  • Çirokên kurdî

    Em kitêba nû pêşkêşî we dikin ya ku bi polonî çap bû: Opowieści kurdyjskie Meli Mahmuda Bayazidiego i Augusta Kościeszy-Żaby (Çirokên kurdî yên Mela Mahmûd Bayazîdî û August Kościesza-Żaba), Księgarnia Akademicka, Kraków 2018 bi seredîtoriya Joanna Bocheńskayê bi alîkariya Marcin Rzepka.

  • Teza Abdullah Celal Fatahî

    Ev rojên dawî em zanî bûn ku yekem teza doktorayê li ser çanda kurdî ya ku li Polonyayê hatiye nivîsîn û pêjîrandin bi Abdullah Celal Fatah, Kurdê ji Silêmaniyê nivîsî bû. Tez bi zimanê polonî ye. Navê wê Problemy rozwoju i upowszechniania kultury kurdyjskiej w Iraku (Mijarên geşepêdan û belavkirina çanda kurdî li Îraqê) û sala 1978 li Enstîtûya Civaknasiyê ya Zanîngeha Varşovayê hat pêjîrandin.

  • Dengbêjên Amedê li festivala Krakovê

    Em pir kêfxweş in ku bikaribin we vebixwînin Festîvala Şanoyên li kolanan 'Ulica' 31 ya ku li Krakovê pêk tê û mêvanên wê îsal dengbêjên Amedê ne: Dengêja Feleknas, Dengbêj Hesenê Şilbê û Êmerê Êntaxê. Pêşkêşa wan li Kazimierz, ya taxa Krakovê pêk tê.

    Dem: 5,6,7,8. 07.2018, 16-18.30
    Cîh: Czajownia, kolana Józefa 25

  • Konferansa Rola Kurdan li Rojhîlata Navîn

    Ew we vedixwînin konferansa li Warşovayê pêk tê ya bi navê Rola Kurdan li Rojhelata Navîn. Konferans li Collegium Civitas a Sentara çand û zanist li Warşovayê cîh digre, roja 14ê gulanê, seat 9-18. Bernameya konferansê li jêr di pêvikê de ye.

  • Zimanê kurdî li Tirkiyê

    Ew we vedixwînin civîna digel mamosteyên Zanîngeha Artuklu (Bakur/Tirkiyê) dr Nurettin Beltekin û dr Necat Keskin. Civîn roja 9ê gulanê pêk tê li Enstitûya Rojhelatnasî ya Zanîngeha Yagiellonski, j. 210, saet 14.45.

  • Eta Nehayî li Krakovê

    Em pir kêfxweş in ku dikarin we vebiwînin ji bo semînera digel Eta Nehayî, nivîskarekê kurd ji Rojhilatê Kurdistanê yê ku van salên dawî li Sinê dijî. Civîn roja 24ê nîsanê li kefeterya Bonobo li Mały Rynek pêk tê, saet 18.00

  • Fritillaria Kurdica 19-20

    Hejmara kovara me ya nû derçûye.Di hejmara 19-20ê a kovara me nivîsên bi înglizî, kurdî û polonî hene. Kovara me di çarçoveya projeya Deng çawa dikare bê bihistin. Berdewamî û guhartinên çand û realiteya civakê yên kurdî di perspektifên postkolonyal de hatiye çapkirin û bi dawiya projê ya roja 19.02.2018 kovar jî bi dawî tê. Kovar bin vê lînkê ye.

  • Bila rûnak çêbe!

    Em dixwazin we vebixwînin Varşovayê ji bo pêşangeha wêneyên Artur Rodziewiczî ya bi navê Bila rûnak çêbe! ya ku kevneşopiyên Êzidîyên Başûrê Kurdistanê pêşkêş dike.Pêşangeh di çarçoveya projeya me de hatiye amade kirin û sala 2016 li Krakovê pêkhat. Niha li Mozexaneya Asya û Patsifîkê cîh digre ji roja 28.03 heta 06.05.2018.

  • dersa dr Farangis Ghaderi

    Em we vedixwînin dersa dr Farangis Ghaderî ya bi navê Poetics of Modernity: Revisiting Modern Kurdish Poetry.
    tarix: 25.01.2018, saet 16.15
    cîh: Enstituya Rojhilatnasî, kolana Mickiewicza 3, hola 402

  • Mehmet Dicle li Krakov

    Beşa kurdî ya Enstitûya Rojhilatnasiyê ya Zanîngeha Yagiellonski û Kefexaneya Bonobo vedixwînin ji bo civîna digel Mehmet Dicle, nivîskarekî kurd ji Bakurê Kurdistanê ya ku roja 21.01 saet 18.00 pêk tê li kafexaneya Bonobo ya li Mały Rynek 4.

  • Muslim Lovers and Non-Muslim Beloveds

    Em dixwazin we vebixwînin dersa Dr J. Andrew Bushî ji Zanîngeha New York Abu Dhabi, ya bi navê Muslim Lovers and Non-Muslim Beloveds in Sorani Kurdish Poetry, 1820-1935 (Eşiqên misilman û ma'şûqên ne misilman li edebiyata kurdî soranî di nav salên 1820-1935 da) ya ku roja 30.11.2017, saet 4.30 li Enstitûya Rojhilatnasî, hola 402, pêk bê.

  • Fritillaria Kurdica 18

    Hejmara nû ya kovara me derçû. Hejmara 18în du tekstên polonî pêşkêşî xwendevanan dike. Nivîsa Adam Martofelî siyaseta Rûsyayê li Suryê û ji bo Kurdên Rojavayê tîne ber çav. Jakub Mirowskî dîroka pêvajoya aşîtî ya li Tirkiyê û bi taybetî çalakiyên siyasî û çandî yên Kurdan analîze dike. Kovar bin vê linkê ye.

  • Pêşangeha Gökmen Önayi

    Em dixwazin we vebixwînin pêşangeha wêneyên Gökmen Önayî ya ku bi navê Allah stworzył Kurdów żeby góry nie były samotne /Allah Kürtleri yarattı dağlar hali kalmasın diye/ Allah Kurd afirandine ji bo ku çiya tenê nemînin/Allah created the Kurds so that the mountains won’t be desolate û li Kitêbxaneya Giştî ya Krakovê pêk tê ji roja 05.10 heta roja 13.11.2017.

  • Fritillaria Kurdica.Bulletin of Kurdish Studies 17

    Hejmara 17an a kovara me tekstên bi înglîzî û kurdî pêşkêşî xwendevanan dike. Piraniya nivîsên hejmara dawî dema konferansa navneteweyi ya kurdnasiyê ya bi navê Uncovering The Past Towards the Future, Uniting Experiences and Values. Kurdistan in Western and Eastern Research Tradition (Ji Rabirdû ber bi Dahatûyê Yekkirina Ezmûn û Nirxan Kurdistan di lêkolînên cîhana Rojava û Rojhilat de) hatin pêşkêş kirin. Konferans di nav rojên 24 -26.10.2016 de li Zanîngeha Yagiellonskî li Krakovê pêk hat. Armanca serekî ya konferansê ew bû ku em vekoler û pisporên meydana kurdnasiyê yên ji çar parçeyên Kurdistanê ligel yên ji rojava û rojhilatê Ewrûpayê bigihîne hev. Kovar di bin vê linkê de ye.

  • civîna digel Kek Hêmin Hawramî

    Ji navê Beşa Kurdnasiyê ya Enstitûya Rojhilatnasiyê ya Zanîngeha Yagiellonskî em dixwazin we vebixwînin civîna digel Kek Hêmin Hawramî, şewirmendê karên navneteweyî yê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, roja pencşeme, 01.06., saet 1.30, hola 325/326, kolana Mickiewicza 3, qata 3, Kraków.

  • Mesihiyên li Kurdistanê

    Em dixwazin we vebixwînin pêşangeha Krzysztof Lalikî ya bi navê Di navbera mal û reşmalê de. Mesihiyên li Kurdistanê ya ku li Pirtûkxaneya Giştî ya Krakovê vebû. kolana Rajska 1, qata 2. Pêşangeh di çarçoveya projeya me de hate saz kirin.

  • Fritillaria Kurdica.Bulletin of Kurdish Studies 16

    Em we vedixwînin ji bo hejmara nû ya kovara me ya ku du tekstan pêşkêşî xwendevanan dike ya ku realite û çand yên mirovên Êzidî yên li Gurcistan û Ermenîstanê dijîn û Kurdên Xorasanê ber bi çav dike. Nivîsa Artur Rodziewiczî ya bi polonî ji du parçeyan pêk tê: ya yekem behsa dîroka Kurdên Kafkasê dike, ya duyem jî hevpeyivîna digel Dimitrî Pîrbarî ye. Berhema Abdullah Hajiyan û Umîd Demîrhanî berhevkirina tekstên çanda devkî, klasîk û nûjên yên Kurdên Xorasanê ye û ji bilî vê ferhengoka biçûk a devoka kurmancî ya Xorasanê pêşkêşî xwendevanan dike. Kovar di bin vê linkê de ye.

  • Manual

    Pirtûka me ya ku serncama projeya me ya Ez Mafe Xwe Dizanim/ I Know My Rights ya ku projeyeke havbeş bû ya Enstîtûya Kurdî ya Brûkselê, Zanîngeha Yagiellonskî ya Krakovê, rexistina Pro-Humanitate ya Elmanya û Kurdî-Der ya Bakûrê Kurdistanê hate çapkirin û li ser malpera Enstîtûya Kurdî ya Brûkselê tê peyda kirin. Projeya me ji sala 2014 heta sala 2016 domand di çarçoveya bernameya Erasmus plus.

  • hejmara nû ya kovara me

    Hejmara 15an ya kovara me berhemên Mehmet Dicleyî yên bi wergera polonî ya Joanna Bocheńskayê pêşkêşî xwendevanan dike. Mehmet Dicle li bakurê Kurdistanê hatiye dinyayê û niha li Stenbolê dijî. Pirtûka yekem ya kurteçirokên wî ya bi navê Asûs sala 2005 hat çapkirin. Pîştî wê Nara (2010) û Ta (2013) jî derçûn û ji aliyê xwendvan û rexnegiran wek berhemên pir bedew û serkeftî hatin nirxandin. Kovar li bin vê linkê heye.

  • Konferansa kurdnasiyê

    Em dixwazin we vebixwînin konferansa navneteweyî ya kurdnasiyê ya bi navê Uncovering The Past Towards the Future, Uniting Experiences and Values. Kurdistan in Western and Eastern Research Tradition (Ji Rabirdû ber bi Dahatûyê Yekkirina Ezmûn û Nirxan Kurdistan di lêkolînên cîhana Rojava û Rojhilat de) ya ku rojên 24-26.10.2016 li Collegium Maius ya Zanîngeha Yagielloński cîh bigre. Bernameya konferansê li pdfa jêr heye.

  • Pêşangeh

    Em dixwazin we vebixwînin pêşangeha wêneyên Artur Rodziewiczî ya bi navê Bila rûnak çêbe! ya ku kevneşopiyên Êzidîyên Başûrê Kurdistanê pêşkêş dike. Pêşangeh roja 13.10.2016 saet 17.30 li Pirtûkxaneya Giştî ya Krakovê vedibe, kolana Rajska 1 û heta 30.11.2016 vekirî be. Pêşangeh di çarçoveya projeya me tê amadekirin û herweha dikeve konferansa me ya bi navê Ji Rabirdû berbî Dahatûyê. Yekkirina Tecrûbe û Nirxan. Kurdistan di lêkolînên dinya Rojavayê û Rojhilatê de. 24-26.10.2016.

  • hejmara nû ya kovara me

    Hejmara nû ya kovara me ya 13-14an nivîsên înglîzî pêşkêşî xwendevanan dike. Çar nivîs bi endamên projeya me hat nivîsandin û çar yên din jî bi mêvanan an jî di çarçoveya projeyên din hat nivîsandin. Kovara me di bîn vê linkê ye.

  • civîna digel akademîsyenên Zanîngeha Artukluyê

    Beşa kurdnasiyê ya Enstituya Rojhilatnasiyê ya Zanîngeha Yagiellonskî we vedixwîne civîna digel akademîsyenên Zanîngeha Artukluyê ya Merdînê: Îbrahim Bor, Dr Tahirhan Aydin û Dr Ömer Bozkurt: 18ê gulanê, saet 17.00, Enstîtuya Rojhilatnasiyê, kolana Mickiewicza 3, oda 404

  • hejmara nû ya kovara me

    Hejmara nû ya kovara me 11-12an nivîsên înglîzî û polonî pêşkêşî xwendevanan dike. Ji bilî du nivîsên bi zimanê înglîzî em wergera polonî ya hevpeyivînên digel berpirsên rexistinên çand yên kurdî ya ku meha temûzê sala 2015 li Tirkiyeyê hat qeydet kirin çap dikin. Hemû nivîsên vê hejmarê parçeya ji projeya lêkolînî ya me ne. Kovara me di bîn vê linkê ye.

  • Konferansa li ser kurdnasiyê

    Ji Rabirdû ber bi Dahatûyê Yekkirina Ezmûn û Nirxan Kurdistan di lêkolînên cîhana Rojava û Rojhilat de, 24-26.10.2016, Zanîngeha Yagiellonski (UJ), Kraków, Polonya. Armanca serekî ya konferansê ew e vekoler û pisporên meydana kurdnasiyê yên ji çar parçeyên Kurdistanê ligel yên ji rojava û rojhilatê Ewrûpayê bigihîne hev. Konferans di çarçoveya vê projeya lêkolînî de tê rêkxistin: Deng çawa dikare bê bihîstin? Berdewamî û guhartinên çand û realiteya civakê yên kurdî di perspektifên postkolonyal de. Diyar e ku metod û ruwangeyên nerîtên (tradîsyon) akademîk yên cuda gava li kurdnasiyê têne tetbîqkirin dibin serkaniya fahmkirinên cuda li ser mane, rol û pewîstiyên kurdnasiyê. Bi gotineke din, her kevneşopiya lêkolînî giringiyê dide babeteke din û ji ber vê yekê pergalên lêkolînî yên taybet durist dibin.

  • Projeya me di televizyona Rudaw de

    Dr Joanna Bocheńska bû mêvana bernameya Kewa Emin bi navê Hevpeyivîn ya televizyona Rudaw ku sentera wê li Hêwlêr heye. Dema hevpeyivînê behsa dîroka kurdnasî li Polonyayê kir û projeyên nû yên havbeş pêşkêş kir. Bernamê bin vê linkê heye.

    هەڤپەیڤینێکی تایبەت لەگەڵ یواننا بوخانسکا، سەرۆکی پرۆژەی بوژانەوەی کوردناسی لە پۆلۆنیا.

  • Ez mafê xwe dizanim - rapor sefera bo Kurdistana Bakûr

    Em rapora ji sefera bo Kurdistana Bakûr di çarçoveya projeya Ez mafê xwe dizanim pêşkêşî we dikin ya ku meha nîsanê pêk hat. Projeya Ez mafê xwe dizanim bi Enstituya Kurdî ya Bruselê tê meşandin û beşdarên wê yên din Kurdî Der (Bakurê Kurdistanê), Pro-Humanitate (Almanya) û Beşa Kurdî ya Zanîngeha Yagiellonski (Polonya) ye. Rapor bi Krzysztof Lalik û bi alikariya Olga Sewiłło û Oskar Podlasiński hazirkirî bû. Li wir hûn dikarin sê beşeyên wê yên bi zimanê înglîzî hat nivîsandin peyda bikin: beşa yekem, beşa duyem, beşa sêyem û wêneyên Krzysztof Lalîkî li galeryayê diyar in.

  • Kurdistan û rûnîştvanên wê. Rwangeyên lêkolînî

    Di nav rojên 26-27ê cotmehê de konferansa bi navê Kurdistan û rûnîştvanên wê. Rwangeyên lêkolînî li Krakovê pêk çû. Konferans li Zanîngeha Yan Pavel II hat sazkirin û yek ji armancên wê bibîranîna Prof. Leszek Dzięgielî bû yê ku etnografê polonî bû. Leszek Dzięgiel di nav salên 70ê de li Başûrê Kurdistanê lêkolînên xwe pêkanîn û encama wan sala 1992 bû pirtûk bi navê Girê Kurdî. Dema konferansê akademisyenên polonî û kurd, piraniya ji wan bi zimanê polonî axafitnên xwe pêşkêş kirin. Li wir hûn dikarin wênê ji konferansê bibînin.

  • Fritillaria Kurdica.Bulletin of Kurdish Studies No. 10

    Hejmara nû ya kovara me derçû. Di hejmara 10an a kovara me de em wergerên edebiyata kurdan a ku bi zimanê farsî hatiye nivîsandin pêşkêşî xwendevanên polonî dikin. Di destpêka sedsala 21an de tu guman tuneye ku “edebiyata kurdî” tê maneya wêjeya ku bi zimanê kurdî (zaravayên cuda yên zimanê kurdî) tê nivîsandin. Lêbelê hê jî hinek nivîskar hene ku zimanên resmî yên dewletan bi kar tînin û nasnameyeke li ser sînor a edebiyatê diafirînin ku em bi asanî nikarin bibêjin ev edebiyat giredayî kîjan çand û welatî ye.

  • Ziyareta Krakovê

    Di çarçoveya projeya "Ez mafe xwe dizanim" beşdarvanên projeyê hatin Krakovê. Roja şeme em çûn ziyareta mekteba Ermenî û me guhdarî li tecrûbeya wan kir. Piştî nivro Olga Ślepowrońska prezentasyona xwe bi navê "Ji Polonyayê bo Kurdistanê, Ji Kurdistanê bo Polonyayê. Li ser projeyên pirçandî, perwerdeya zarokan û ilhama zargotina kurdî" pêşkêş kir. Roja şeme em çûn Bochniayê ji bo ziyareta mekteba navendî ya ku sala 1807 damezra bû û guhdarî li pêşkêşa serokê wê Jerzy Pączek kir. Jerzy Pączek li ser tecrûbeyên giran yên ferbûna zimanê zikmakî ji sala 1795 heta îro li mekteba Bochniayê peyîvî. Wêneyên ji ziyareta Krakovê li galeriaya me ne.

  • Peykerên Seywan Saeediani

    Em dixwazin we vebixwînin studioya Seywan Saeedianî ya li Diyarbekirê taku hûn bikaribin peykerên wî yên xweşik bibînin. Kek Seywan xelkê Mahabadê ye, li Tehranê xwendi bû, piştra çend sal li Hawlêr jiya bû. Niha li Diyarbekirê ye. Wêneyên karên wî yên ku Joanna Bocheńska kêşa bû li galeryaya malpera me ne.

  • Fritillaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies nr. 9

    Di hejmara 9em a Frittilaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies de em pirtûka ku di sedsala 19an de li Sankt-Petersburgê çap bibû, ji nû ve bi wergera polonî diweşînin. Navê pirtûkê bi orjînala wê ya fransî ev bû Recueil de notices et récits kourdes servant à la connaissance de la langue, de la littérature et des tribus du Kourdistan, réunis et traduits en français par M. Alexandre Jaba consul de Russie à Erzeroum (Komkirina agahî û hikayetên kurdî ku bi saya wan kes dikare ziman, edebiyat û xelka Kurdistanê nas bike û yên ku ji zimanê kurdî bo zimanê fransî bi saya Aleksander Jabayî yê ku konsolosê Rusyayê li Erzeromê ye hat wergerandin)". Kovar li bin vê linke peyda dibe, jêr rûpelê, bi şikla pdfê.

  • Fritillaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies no. 7-8

    Em hejmara nû ya kovara me ya Fritillaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies no 7-8 pêşkêşî xwendevanan dikin. Hejmara niha pirzimanî ye û ji nivîsên bi Înglîzî, Rusî û Kurdî pêk tê. Kovar li bin vê lînkê peyda dibe, jêr rûpelê, bi şikla pdfê.

  • Peşangeha wêneyên Chris Kutscherayê li Warşawayê

    Di çarçoveya projeya xwe em we vedixwînin peşangeha wêneyên Chris Kutscherayê ya bi navê Sefera wênekirî ya di nav Kurdan de. 40 sal dîroka bi wêneyan. Peşangeh li Auditorium Maximum ya Zanîngeha Warszawayê  cîh digre ji roja 05.03 heta 30.03. 2015.

     

  • Pirtûka nû ya din

    Pirtûka nû ya li ser babeta siyaseta navneteweyî û Kurdên başûr bi zimanê polonî derçû:

    Renata Kurpiewska-Korbut, Społeczność międzynarodowa wobec Kurdów irackich/Civata navneteweyî li hemberî kurdên Îraqê, Księgarnia Akademicka, Kraków 2014

  • Ez mafe xwe dizanim

    Beşa Lêkolînên Kurdî ya Zanîngeha Yagiellonski digel Enstituya Kurdî ya Brusselê weqfa Kurdi -Der (Diyarbekir) û ProHumanitate (Almanya) projeyeke bi nave Ez mafê xwe dizanim destpêkiriye. Civîna yekem ya beşdarên projeyê li Brusselê di dawîya meha deh cîh girtiye. Proje di çarçoveya bernameya Erasmus Plus de tê meşandin û armanca wê piştgiriya ciwanên Kurd li Tirkiyeyê ku li mafên xwe yên zimanî û çandî xwedî derdikevin. Em we vebixwînin bloga me.

  • Pirtûka nû

    Pirtûka nû ya li ser babeta kurdî bi zimanê polonî derçû:


    Marcin Rzepka, Konfesyjność przekładu. Kulturowa historia kurdyjskich tłumaczeń Biblii/ Werger û guhartina olê. Dîroka çandî ya wergerandina Ȋncîlê ji bo zimanê kurdî, UPJPII, Kraków 2013

  • Pirtûka Salê

    Çirokên kurdî yên ku bi zimanê polonî bi wergera Joanna Bocheńskayê hat çap kirin (Opowieści Dengbeżów. Baśnie i bajki kurdyjskie) li nava pirtûkên ku  ji bo xelata wêneyeke herî baş ya Pirtûka Sala 2014 hat pêşkêşkirin cih girtiy. Wêneyên pirtûkê bi destên wênekêşa polonî ya Paulina Krajewska hat çêkirin. Xelata Pirtûka Salê di çarçoveya çalakiyên beşa polonî ya IBBY (International Board on Books for Youngsters/Komisyona Navneteweyî ya ji bo Pirtûkên Zarokan) tê hilbijartin.

  • Semînera navneteweyî ya li ser edebiyata kurdî

    Em dixwazin we vebixwînin semînera navneteweyî ya li ser edebiyata kurdî ya bi navê Kurdish Literature. Between Borders, Past and Modernity (Edebiyata kurdî. Di navbena sinor, dema berê û dema nûjen). Semînera me ê di Collegium Maius ya binaya herî kevin ya Zanîngeha Yagiellonski roja 21 çiriya pêşîn cîh bigre.

  • Peşangeha wêneyên Chris Kutscherayê

    Di çarçoveya projeya xwe em we vedixwînin peşangeha wêneyên Chris Kutscherayê ya bi navê Sefera wênekirî ya di nav Kurdan de. 40 sal dîroka bi wêneyan. Peşangeh di Pirtûkxaneya Giştî ya Krakovê ya kolana Rajska 1 cîh digre ji roja 16.10 heta 10.11. 2014.

  • Dilê me digel Kobanê ye.

    Daxuyaniya Lêkolînerên Navneteweyî li ser Kobanê ya ku li ser malpera Kurdish Studies Network hat çapkirin.

  • Frittilaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies no.6

    Hejmara şeşem ya kovara me derçû û helbestên nûjên ên şair û nivîskarên kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê pêşkêşî xwendevanên polonî dike.

  • Estetîk û etîk

    Roja yekşeme ya 13.07, saet 21.00 li kafeteryayê Ikinci Yeni ya li Diyarbekirê semînera dr Joanna Bocheńskajê ya bi navê Estetîk û etîk. Dîmena exlaqî ya wêjeya nûjên pêk tê.

  • Frittilaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies no.5

    Hejmara pêncan a kovara me ya Frittilaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies no.5 ya ku bi zimanê polonî derdikeve bi taybetî ji bo xwendevanên polonî tê pêşkêşkirin. Lê bi sayeya teksta yekemîn a bi navê Ferhenga Nifirên Kurdî ya Umîd Demirhanî perspektîfa postkolonyal a projeya me berfireh dibe. Nivîsên din ên kovarê di çarçoveya projeya me de hatine nivîsandin û encama lêkolînên endamên projeyê ne.

  • Çirokên kurdî bi poloni

    Pirtûka Çirokên kurdî yên ji berhevkirina malbata Calîlan bi zimanê polonî bi wergera Joanna Bocheńskayê derçû. Pirtûk digel wêneyên xweşik yên Paulina Krajewskayê bi weşanxaneya Namas hat çapkirin û piştgiriya Zanîngeha Yagiellonski (Fakulteya Filollojiyê) wergirtiye. Kitêb wek berhemeke lêkolînî û pirtûka zarokan jî tê pêşkêşkirin.

  • Fritillaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies. no. 3,4

    Hejmara nû (3 û 4) ya kovara me Fritillaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies derket. Babeta serekî a kovara me kevneşopiya êzdî ye. Nivîs ku têde tên pêşkêş kirin encamên seminara me ya bi navê The Diverse Heritage of Yezidi Tradition ne ku roja 13.11.2013 li Krakovê pêk hat.

  • Li Bakurê Kurdistanê Huner û Hunermend

    Beşa Zanistên Kurdî ya Zanîngeha Yagiellonskî û Arteteka ya Pirtûkxaneya Herêmî ya Krakovê vedixwînin ji bo prezentasyona Bariş Seyitvanî Li Bakurê Kurdistanê Huner û Hunermend Roja çarşemê 26 adarê 2014 binaya Artetekayê ya Pirtûkxaneya Herêmî ya Krakovê kolana Rajska 12

  • Fritillaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies. no. 2

    Hejmara nû ya kovara me ya Fritillaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies hat weşandin û edebiyata kurdî bi zimanê polonî pêşkêş dide. Wergerên çirok û helbestên kurdî Joanna Bocheńska çêkirî bû.

  • Projeya me di televizyona Stêrk de

    Roja 8. 12 Joanna Bocheńska beşdarî bernameya Rawêj ya Hessan Qazî ya di televizyona Stêrk da beşdar bû. Joanna Bocheńska behsa dîroka kurdnasî li Polonyayê û projeya lekolînî ya Zanîngeha xwe ya bi navê Deng çawa dikare bê bihîstin. Berdewamî û guhartinên çand û realiteya civakê yên kurdî di perspektifên postkolonyal de kir.

  • Rêzmana kurdî

    Rêzmana kurdî Soraniya li Hewlêrê tê bikaranîn, pirtûka Andrzej Pisowicz, Ferhang Muhammad û Andrzej Bartczakî, roja 11.12.2013 di Sentera Kurdî ya Krakovê de hat pêşkêşkirin.

  • Sefera me ji bo Kurdistanê

    Di navbera 19.06 – 27.07. 2013an de me li Kurdistanê sefereke lêkolȋnȋ pêk anî. Di vê seferê de em çûn Amed, Mêrdȋn, Bazîd û Hewlêrê.

  • Semînar û dersên zimanê kurdî

    Sala xwendin ya 2013/1014 em we vedixwînin semînara me ya bi navê Lêkolȋnên kurdȋ di perspektȋfên postkoloniyal û dersa zimanê kurdî (soranî).

  • Mîrateya Dewlemend A Kevneşopiya Êzidiyan

    Mîrateya Dewlemend A Kevneşopiya Êzidiyan - Semîner

     

    Bi salan re, lê bi taybetî di sedsalên 19 û 20an de mirovên êzidî bûn armanca êrîş û hovîtiyê. Sebebên vê yekê pir bûne. Êzidî wek “zarokên şeytên” hatine bilêvkirin, piştre jî, dema ku di rojhilata navîn de siyaseta nijadperest serwer dibû êzidî jî wekî kurdên din bûn qurbanên vê siyasetê. Loma jî gelek ji wan ji memleketên xwe dûr ketine û wekî penaberan çûne welatên cur bi cur. Lêbelê gava ku em bala xwe bidin çand û bîr û baweriyên wan em ê bikaribin bibînin ku kevneşopiya wan gelek dewlemend û balkêş e.

  • Semȋner

    Di çarçoveya projeya me de ji 19 Adarê pê ve me semȋnerên herhefteyȋ yên li ser lêkolȋnên kurdȋ û perspektȋfên postkoloniyal li dar xistin.

  • Kovara me hat weşandin

    Hejmara yekem a kovara me Fritillaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies hat weşandin.

  • Deriyê Bihuştê. Kurdistana Ȋraqê li perspektifa din.

    Peşangeha fotoyên Joanna Bocheńskayê

    Ji bo bȋranȋna Edward Seidȋ

    Muzeya Zanȋngeha Yagiellonski,

    Kraków, 21.03.2013-30.04.2013