A A A

ALCITfem

  • ALCITfem

    Projeya Çalakvanî û Bingehên Wê yên Exlaqî û Çandî: Hemwelatiya Alternatîf û Rolên Jinan li Kurdistan û Dîasporayê (ALCITfem) bernameyeke lêkolînê ya navdîsîplînî ye ku bingeha wê li ser xebatên wêjeyî, antropolojiya çandî, xebatên zayendî û civaknasiyê hatiye danîn. Bi awayekî metodolojîk û teorîk proje, bi rêya hevkarîya van enstîtuyan Beşernasî û Zanistên Civakiyê tîne ber hev û pêwendiya wan bi hev du re çêdike: Beşa Lêkolînên Kurdî ya Enstîtuya Xebatên Rojhilatnasî (Fakulteya Filolojiyê) ya Zanîngeha Jagiellonskî (JU, Kraków), Navenda Lêkolînên Zayendî (STK, Senter for Tverrfaglig Kjonnsforskning) ya Zanîngeha Osloyê (UiO), Navenda Xebatên Pêşketî yên Nifûs û Olê (CASPAR) ya Zanîngeha Aborînasiyê ya Krakovê (CUE), Fato, Enstîtuya Kar û Lêkolînên Civakiyê ya li Osloyê û Muzeya Asya û Pasîfîkê (Warşova). Proje di çarçoveya bernameya Grieg a Navenda Zanistê ya Neteweyî ya Polonyayê de bi Hîbeyên Norwecê tê fînansekirin.

  • Fritillaria Kurdica 22

    Hejmara taybet ya 22 ya kovara me derçû û teza masterê ya Rodî Hûseyin Keskîn pêşkêş dike ya bi navê Însyatîfên/Destpêşxeriyên Çandî ji bo Zindîkirina Zimanê di Nava Jinên Zaza de li Bakurê Kurdistanê. Tez di çarçoveya projeya lêkolînî de ya bi navê Çalakvanî û Bingehên Wê yên Exlaqî û Çandî: Hemwelatiya Alternatîf û Rolên Jinan li Kurdistan û Diasporayê (ALCITfem) hatiye amadekirin û Rodî Hûseyin Keskîn beşdarê wê bû. Tez roja 26ê îlonê sala 2023 hat pejirandin.

  • wêne B. Farnam

    Zayend, Hemwelatîbûn û Berxwedan di Civakên Mînorîteyî (Kêmarkirî) da

    Hûn bi xêr hatin konferansa du-rojî ya bi navê Zayend, Hemwelatîbûn û Berxwedan di Civakên Mînorîteyî (Kêmarkirî) da ku ji hêla Navenda Vekolînên Zayendî, Zanîngeha Oslo (STK) û Fafo, Enstîtuya Xebat û Vekolînên Civakî ve wekî encamek projeya ALCITfemê hatîye organîzekirin. Konferans dê vekole bike ka civakên mînorîteyî yên li nav neteweyî, navneteweyî û post-kolonyal da, rola zayendî di aktivîzm û hemwelatîbûnê çi ye. Dem û cih: Adar, 11, 2024, 9:00 – Adar, 12, 2024 4:30, Tøyen Hovedgård.

  • Jinên Sirgûnî li Norweç û Kurdistanê

    Serçava werin pêşangeha me ya bi navê Jinên Sirgûnî li Norweç û Kurdistanê ya ku roja 9ê Adarê li Osloyê vedibe. Pêşangeh parçeya ji çalakiyên projeya lêkolînî ya ALCITfem, li Project Room Gamle Munch li Osloyê heta dawiya meha adarê pêk tê.

  • Çalakvaniya jinên kurd: seminara ALCITfem li Stockholmê

    Roja 9ê Adarê bi vexwandina Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê me encamên projeya ALCITfemê bi ziman û zaravayên cihereng li Kitêbxaneya Kurdî ya li Alvikê pêşkêş kir. Navê semînara me Çalakvaniya jinên kurd: malbat, çand, ekolojî û siyaset ya ku roja 9ê Adarê li Kitebxaneya Kurdî li Stockholmê pêk were bi minasebeta Roja jinan ya navneteweyî .

     

  • Jin, Jîyan, Azadî. Xebata Jinên Kurd bi Çavê Wênekêşên Jin ên Kurd

    Pêşangeh: Jin, Jîyan, Azadî. Xebata Jinên Kurd bi Çavê Wênekêşên Jin ên Kurd ya ku ji roja 12.10.2023 heta roja 28.01.2024 li Muzeya Asya û Pasîfîkê li Warşo pêk tê. Dema ku kurd û jinên kurd tên resimkirin, pirî caran ji alîyê wênekêşên biyanî ve, ew gelek caran bi şêweyekî stereotipîk weke mexdûrên şer û şîdeta navxweyî yan jî weke şervan û gerîlayan tên nîşandan. Di şûna wê da, ev pêşangeh balê dikişîne ser jîyana jinan a pîşeyî û rê li ber rengvedaneka cuda ya çalakî û aktivîzma jinên kurd vedike. Wêneyên vê pêşangehê ji aliyê wênekêşên jin ên kurd ve hatine kişandin.

  • Jin, jiyan, azadî - jiyana rojanê û çalakiyên civakî yên jinên Kurd li Kurdistanê û li diasporayê

    Pêşangeha Jin, jiyan, azadî – jiyana rojanê û çalakiyên civakî yên jinên Kurd li Kurdistanê û li diasporayê di nav rojên 08.10 - 22.10.2023 li Muzeya Manggha ya Huner û Teknolojîya Japonî pêk hat. Ev berdewamîya li Krakovê ya pêşangeha ku berê, sala 2021, li Muzeya Asya û Pasifîkê li Warşo cih girt. Ramana bingehîn a vê pêşangehê pêşkêşkirina aliyên jiyan û têkoşîna jinên Kurdan e ku ev alî ji yên din cûda ne û kêm tên zanîn.

  • Duyem semînera me ya Krakovê

    Di navbera 05-09.10.2023 de sêyem semînera me ya projeya ALCITfem pêk hat. Cara duyem em li Krakovê hatin ba hev, li Zanîngeha Ekonomîk ya Krakovê. Dema semînarê me derbare pirtûka me ya dawî û nivîsên cuda cuda yên encamên projeyê axivîn.

  • Seminera me li Osloyê

    Di navbera 4-7.04.2022 da em wek koma projeya ALCITfem li Osloyê li Enstitûya Fafo civîn. Piştî pandemyayê kêfa me pir ji minakeşên li Fafoyê hat. Panela me ya bi navê Kurdish migration. What are the latest developments and how does gender matter? hat qeydet kirin û ser malpera Fafo dikare were temaşekirin. Prezentasyonên ji panelê di bin vê lînkê ne. Herweha wêneyên ji semînara me di bin vê lînkê ne.

  • Mulher, Vida, Libertade - vida diária e envolvimiento social das mulheres curdas

    Di mehên 10 û 11de sala 2021 peşangeha Jin, jiyan, azadî - jiyana rojanê û çalakiyên civakî yên jinên Kurd li Kurdistanê û li diasporayê li rexistineke Casa da Horta li Oporto hat pêşkêş kirin. Navê portugalî ya pêşangeha me Mulher, Vida, Libertade - vida diária e envolvimiento social das mulheres curdas no Curdistão e na Diáspora bû. Dema vekirina pêşangehê roja 9ê meha 10ê semînarek bi navê Jiyana rojanê û çalakiyên civakî yên jinên Kurd li Kurdistanê amade bû.

  • Yekemîn semînera projeya ALCITfemê

    Di nav rojên 4-6ê meha 10ê de yekemîn semînera projeya ALCITfemê li Krakovê pêk hat. Ji ber rewşa pandemyayê civînên me hem li hola kevnarê ya Zanîngeha Yagellonskî hem li ser înetnetê cih digirtin. Li bin vê linkê wêneyên ji civîna me a roja 5ê hene.

  • Jin, jiyan, azadî - pêşangeh

    Pêşangeh: Jin, jiyan, azadî - jiyana rojanê û çalakiyên civakî yên jinên Kurd li Kurdistanê û li diasporayê, Mozeya Asya û Pasîfîkê, Warşo, 14.05.2021-30.06.2021. Dirûşma bi Kurdî ya “Jin, jiyan, azadî” bitaybetî ji hêla Kurdên li Tirkiyê û Sûriyê ve ji bo teşwîqkirina têkoşîna leşkerî ya jinan û di heman demê de jî ji bo beşdarbûna jinan a li qada sîyasî û civakî ya civatên Kurdistanî yên Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûrîyê tê qîrîn. Ew dirûşme di heman demê de sernavê pêşangeha wêneyan a Sonja Hamadê ye ku ji bo gerîlayên Kurd hatiye terxankirin. Îmaja gerîlayên jin, bi nîşandana jinên wêrek ên ku li hemberî xwedêgiravî Dewleta Îslamiyê şer dikirin, ji destpêka şerê li Sûriyê di çapemeniya global de serdest bû. Ji hêla dinê ve, çi di derbarê jiyana rojane a jinên Kurd de ku di van dehan salên dawî de bi awayekî berbiçav guherî û çi jî di derbarê gelek cûreyên beşdarbûna wan a li qadên civakê yên wekî mamostetî, xwendekarî, karkerî, bijîjkî û çalakvaniyê de zanîneke kêm heye. Ji ber vê yekê ramana bingehîn a vê pêşangehê pêşkêşkirina aliyên jiyan û têkoşîna jinên Kurdan e ku ev alî ji yên din cûda ne û kêm tên zanîn.

     

  • Nivîs - encamên projeya me

    Vira em nivîs yên ku encamê projeya me pêşkêşî we dikin