Wergerên Kurdî yên Wêjeya Cîhanê
Em bi dilxweşî we vedixwînin panela xwe ya li ser Wergerên Kurdî yên Wêjeya Cihanê ku çend nivîskar û wergêrên Kurd dê beşdar bibin. Civîn dê bi Kurdî (bi zaravayên ciyawaz), bi pirs û bersivên bi kurdî û îngilîzî bê pêkanîn.
Axiver:
Fexriya Adsay (Wergêra Kurmancî)
Sherzad Hasan (Wergêrê Soranî)
Dian Jamel Salih (Wergêrê Badînî)
Sezgin Fırat (Wergêrê Zazakî)
25ê Gulanê, 2021 03:00 PM Londra/ 04:00 CET
Register in advance for this meeting
Piştî qeydçêkirinê, dê emaileke pejirandinê ji we re bê ku dê di wê de agahiyên tevlîbûna civînê hebin.
Derbarê axiveran de:
Fexriya Adsayê li Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn a Enqereyê beşa dîrokê xwend. Ev nêzê 20 sal e ku wê ji bîstî zêdetir pirtûk û bi dehan gotar ji îngilîzî wergerandin bi Tirkî û Kurdî (zaravaya Kurmancî). Wergerên wê yên herî dawî Nameyek ji Hindûyekî re: Nameyên Tolstoy û Gandhî, Dewleta Cihûyan a Theodor Herzl û Neteweperweriya Feminist a Loid A. West (ed.) in. Pirtûka wê Yezidi Kadınlar & Kültürel Sınırların Edilgen Taşıyıcıları (Jinên Êzidî & Hilgirên Pasîf ên Sînorên Çandî) di 2014an de ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hat weşandin. Ew seredîtora Zarema ye ku kovareke rexne û teoriyê ye.
Sherzad Hassan di sala 1951an de li Hewlêrê ji dayik bû. Wî bi Kurdiya Soranî heft roman û berhevokên çar kurteçîrokan weşandin û her wiha di mijarên cihê yên wekî wêje, huner, civaknasî û sîyasetê de 30 pirtûk ji îngilîzî wergerandin bi Kurdî. Di nav wergerên wî yên wêjeyî de King Lear a Shakespeare, Look back in Anger û Life is Elsewhere a Milan Kundera hene.
Sezgin Fırat di 1982an de li Gimgimê ji dayik bû. Ew ji beşa civaknasiyê ya Zanîngeha Anadoluyê mezûn bû û wergêreke Zazakî ye. Wergera wî ya herî dawî ya ji bo Zazakî Of Mice and Men (Merreyî û Merdimî) e ku ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatiye weşandin.
Dian Jamel li Duhok a Iraqê ji dayik bû. Wî li Koleja Tibbê di beşa Genetîka Medîkal a Zanîngeha Duhokê de asta mastera zanistê bi dest xist û niha di "Tibba Translasyonel” a Zanîngeha Foggia ya Îtalyayê de xwendekarê doktorayê ye. Dianî 30 pirtûk wergerandin bi Kurdiya Badînî, ku di nav wan de A Thousand Splendid Suns û The Kite Runner a Khalid Husseini, Sophie’s World a Justine Gardner û The Baghdad Clock a Shahad Alrawî hene.