A A A

Wekî Îlhamek ji bo Şano û Muzîka Kurdî ya Modern Performansa Dengbêjan

Em we vedixwînin semînera online ya bi navê Wekî Îlhamek ji bo Şano û Muzîka Kurdî ya Modern Performansa Dengbêjan ya ku roja 20.04.2021 saet 15.00 (CET) pêk bê bi beşdarbûna Dr Duygu Çelik (Zanîngeha Munzur) û Dr Argun Çakir (Zanîngeha Bristol).


Dr Duygu Çelik

Dengbêjî û Vegera li Çavkaniyê: Li Tirkiyeyê Nîqaşên li ser Şanoya Kurdî

 

 

Dr Argun Çakır

Miradê Kinê di Nav Hemdemên Xwe de: Muzîka Qeydkirî, Bajarîbûn û Kemaçe di 1970an de

 

Join us on Zoom

Ji bo vê hevdîtinê ji berê ve qeyda xwe çêkin .

Piştî qeydçêkirinê, emaileke pejirandinê dê ji we re bê ku di wê de agahiyên tevlîbûna hevdîtinê hene.

 

 

Duygu Çelik li Zanîngeha Munzurê (Dêrsim/Tunceli, Tirkiye) di beşa Nivîsandina Dramatîk, Hunerên Bedew, Dîzayn û Mîmariyê de profesora alîkar e. Di beşa Matematîkê de lîsans kiriye. Teza wê ya masterê di mijara Şanoya Modern a Jixweberî ya li Tirkiyeyê de xebata akademîk a yekem e. Teza wê ya doktorayê ku sernavê wê “Kevneşopiya Dengbêjiyê û Bandorên Wê li ser Şanoya Kurdî ya li Tirkiyeyê” ye, teza doktorayê ya yekemîn û tekane ye ku li ser Şanoya Kurdî ya li Tirkiyeyê hurgilî dibe û tez berhema xebateke qadê ya 5 salan (2012-2017) e ku wê tê de cih daye materyalên dengî-vîdyoyî ku di derbarê dengbêj û şanoya Kurdî de kom kiribûn. Wê li zanîngehên cûda yên li Stenbolê dersên dramatûrjî û dîroka şanoyê dane û di heman demê de di komên cûda yên şano yên amator û pispor de wekî dramatûrg û derhêner xebitiye.

 

 

Argun Çakır antropolojîst û etnomuzîkolojîstek e ku mijara wî ya pisporiyê bi hurgilîbûneke jeo-çandî ya li ser Kurdistanê debariya bi rêya gerokiyê ye. Wî ji bo doktoraya xwe ya li Lêkolînên Kurdî (li Zanîngeha Exeterê) li ser veguherîna sosyoekonomîk a komên gerok ên li herêma dora Mêrdînê ya li başûrê rojhilata Tirkiyeyê lêkolîn kirin. Xebata wî ya etnomuzîkolojîk berhemên wêjeya devkî yên ku bi Kurdî tên strîn û kirarên wan, bitaybetî jî rola wan a di netewesaziya Kurdan de, û performansa kevneşopiya kemaçeyê ya li dora Mêrdînê vedikole. Niha ew li Beşa Muzîkê ya Zanîngeha Brîstolê wekî erkdarê lêkolînê yê postdoktorayî dixebite.

 

 

Sazker:

Zanîngeha Yagiellonskî û Zanîngeha Exeter

 

 

Semîner di çarçoveya projeya Hemwelatijê Dinya: Edebîyatê Kurdkî yo Modern û Mîras sey Wesîteyêkê Resnayîş û Xurtkerdişê Ziwanê Kurdkî û Kulturê êyê Fekkîyî da ya bi piştgiriya Navenda Zanistê ya Polonyayê dimeşe, tê amadekirin.