A A A

Umȋd Demȋrhan

Umîd Demîrhan, kurdekî ji bakurê Kurdistanê, ji Bazȋdê ye. Ferhengsaz, nivîskar, helbestvan, wergêr û zimannas e. Sala 93an navê xwe li Zanîngeha Ezherê ya Misirê, beşa Ziman û Wêjeya Erebî tomar kiriye, ji ber ku hukimeta wê demê dîplomayên Ezherê betal kirin dev ji xwendinê berdaye û 95an qeyda xwe li Zanîngeha Xertûmê ya Sûdanê, beşa Mafnasiyê çêkiriye. Vê carê jî maweya pasaporta wî nehatiye dirêjkirin, lewre dev ji xwendinê berdaye û vegeriyaye Kurdistanê. Dema ku li Sûdanê maye Enstîtuya Hînkirina Zimanê Ingilîzî ya Sûdanê (English Language Teaching Institute of Sudan - ELTIS) qedandiye.

 

Piştî vegera xwe di navbera salên 2000 - 2001an de li medreseyeke klasîk a Bazîdê bi kurdî û erebî metodolojiya olnasiyê xwendiye. Di navbera salên 2002 - 2004an de bi riya pêwendiyên bazirganiyên bi Îranê re hînî zimanê farsî bûye. Sala 2005an beşdarî kûrseke Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bûye û sertîfîkaya mamostetiya zimanê kurdî wergirtiye. Bi qasî 6 mehan ji malpera www.yekbun.com re seredîtorî kiriye. Di navbera salên 2010 - 2012an de li Bazîdê mamostetiya zimanê kurdî kiriye û niha bi karê lêkolînan re mijûl e. Umîd Demîrhan ji bilî zimanê xwe yî zikmakî tirkî (tirkîya nûjen, osmanî, azerîkî), erebî, farsî û ingilîzî dizane, di Koma Xebatê ya Kovara Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de tevî civînên li bakurê Kurdistanê dibe (Civîna 51an, Bazîd, 2012 û Civîna 52an, Mêrdîn, 2013).

 

peywendî: umid.demirhan@kurdishstudies.pl

  • Pirtûk û Nivîs

    Umîd Demîrhan, kurdê bakûrî yê yekemîn e ku ferhengeke kurmancî bi kurmancî ya bi navê “Ferhenga Destî - kurdî bi kurdî -” amade kiriye û li Stenbolê hatiye çapkirin (Ferhenga Destî, weşanxaneya Sewadê, çapa duyem, 2008, Bazîd)