A A A

Teza Abdullah Celal Fatahî

Ev rojên dawî em zanî bûn ku yekem teza doktorayê li ser çanda kurdî ya ku li Polonyayê hatiye nivîsîn û pêjîrandin bi Abdullah Celal Fatah, Kurdê ji Silêmaniyê nivîsî bû. Tez bi zimanê polonî ye. Navê wê Problemy rozwoju i upowszechniania kultury kurdyjskiej w Iraku (Mijarên geşepêdan û belavkirina çanda kurdî li Îraqê) û sala 1978 li Enstîtûya Civaknasiyê ya Zanîngeha Varşovayê hat pêjîrandin. Bi qasî ku çend Kurdên li Polonyayê dijîn pê zanî bûn, em ne zanî bûn û bi wê peydakirinê pir kêfxweş in û spasiya bi rêz Karwan Fatah-Black û hevalê me bi rêz Kek Alî Ghafour dikin. Ev tê vê maneyê ku kurdnasî li Polonya wek li welatê serbixwe ji teza Kurdeke destpêdike, nek wek me berê zanî bûn ji teza etnografê polonî Leszek Dzięgiel.

Li ser Abdullah Celal Fatah zêde bixwîne.