A A A

Sefera me ji bo Kurdistanê

Di navbera 19.06 – 27.07. 2013an de me li Kurdistanê sefereke lêkolȋnȋ pêk anî. Di vê seferê de em çûn Amed, Mêrdȋn, Bazîd û Hewlêrê. Em çûn serdana enstȋtuyên çandî û lêkolȋnȋ yên wekî Enstȋtuya Kurdȋ ya Stenbolê, Navenda Çanda Mezopotamyayê, Weşanxaneya Vateyê, Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyȋ (Stenbol), Enistȋtoy Twêjinewe û Geşepêdan - Kurdistan (IRDK), Wezaretȋ Roşenbîrȋ û Lawan, Yekêtȋ Nûseranȋ Kurd (Hewlêr), Zanȋngeha Artukluyê (Mêrdȋn), Beşa Karên Çandî ya Şaredariya Amedê, Navenda Çandî ya Parka Sümerê (Amed), Komeleya Nûbiharê. Ji bilȋ vê em bi xelk û nûnerên Aşûriyan ên li Ainkawayê (Hewlêr) re civiyan û me bi wan re hevpeyivîn kirin. Em beşdarî civȋna Weqfa Mezopotamyayê ya ku armanca wê li Tirkiyeyê avakirina zanȋngeheke kurdȋ ya yekem e bûn. Wêneyên ji sefera me.