A A A

Pirtûka Salê

Çirokên kurdî yên ku bi zimanê polonî bi wergera Joanna Bocheńskayê hat çap kirin (Opowieści Dengbeżów. Baśnie i bajki kurdyjskie) li nava pirtûkên ku  ji bo xelata wêneyeke herî baş ya Pirtûka Sala 2014 hat pêşkêşkirin cih girtiy. Wêneyên pirtûkê bi destên wênekêşa polonî ya Paulina Krajewska hat çêkirin. Xelata Pirtûka Salê di çarçoveya çalakiyên beşa polonî ya IBBY (International Board on Books for Youngsters/Komisyona Navneteweyî ya ji bo Pirtûkên Zarokan) tê hilbijartin.



Çirokên kurdî bi weşanxaneya Namas hat çapkirin û piştgiriya Zanîngeha Yagiellonski (Fakulteya Filollojiyê) wergirtiye. Kitêb wek berhemeke lêkolînî û pirtûka zarokan jî hat amadekirin.