A A A

Pirtûk û Nivîs

Pirtûk

 

1. Między ciemnością i światłem. O kurdyjskiej tożsamości i literaturze, Księgarnia Akademicka, Kraków 2011, (Di navbera tarîtî û ronahiyê de. Li ser nasnama û wêjeya kurdî). Armanca kitêbê ew e ku avakirin û geşkirina nasnameya kurdî bi proseseke zindî pêşkêş bike, bi taybetî jî heyama di navbera sedsalên 20 û 21an de. Di vê xebatê de nasnameya kurdî di çarçoveya babet û nirxên çand û edebiyatê de tê nîşandan.

 

Di beşa yekem a pirtûkê de, bi navê Babeta Netewe û Nasnameya Neteweyî çend teoriyên li ser netewe û nasnameya neteweyî bi rewşa kurdan ve tên berawirdkirin. Bingeha pirtûkê – teoriyên çandî yên kaniya nasnameya neteweyî di çand û proseseke fêrbûna çanda zikmakî de dibînin. Alîgirên wê baweriyê yên ku nivîsên wan li vir tên bikaranîn Anthony Smith û Antonina Kłoskowska ne. Beşa duyem ya bi navê Cîhana Çanda Kurdî pêşkeşiya çend berhemên kurdî yên zaravayî û klasîk dike (çend stran û çirokên kurdî, destaneke Memê Alan û Dimdimê û her wiha mînakên ji nifşa pêşîn a helbestvanên klasîk ên kurmancî, goranî û soranî wekî nimûne hatine bikaranîn). Bi nirxandineke kûr û taybet balê dikêşe ser Mem û Zîn a Ehmede Xaniyî.

 

Beşa sêyem bi navê Li Ber Şêmîka Dema Nûjen behsa dîrok û rewşa civakî û siyasî ya kurdan a sedsala 19 û 20an dike û bi taybetî balê dikêşe ser herêmeke Kurdistanê ya ku sala 1923an bû parçeyekî Komara Tirkiyê. Ji bilî vê di beşa Ji Helbestê Ber Bi Pexşanê de qala rewşenbîr, helbestvan û rojnamevanên kurd (kurmancî û soranî) yên sedsala 19 û 20an û berhemên wan dike; yên ku ji bo pêşxistina wêjeya kurdî ya dawiya sedsala 20an xîm avêtine.

 

Beşa çarem a bi navê Veger – Warên Wêjeyî Yên Nasnameya Kurdî – beşeke herî girîng a pirtûkê ye. Di ve beşê de berhemên çend nivîskarên ku bi tirkî û kurdî dinivîsin bi kitekit tên analîzkirin: Mehmed Uzun û Hesenê Metê yên ku zimanê wan kurdî ye û Seyit Alp û Rûşen Arslan ên ku zimanê berhemên wan tirkî ye. Ji bilî vê behsa Yaşar Kemal jî tê kirin; lê analîza berhemên wî bi alîkariya pirtûka Rohatî (Yaşar Kemal’in Yapıtlarında Kürt Gerçeği) hatiye amadekirin. Bingeha analîzê ew bû ku nasnameya kitêbê divê ne tenê ji aliyê ziman ve lêbelê berî her tiştî ji aliyê mekan û dem, îrade û daxwaz û hunera nivîskarî ve bê nirxandin. Bi gotineke din pirsiyara herî taybet armanca hûnandina pirtûkê ye: mekan û dema wê bi kîjan ziman, ax û mirov û xelkî tên? Ji bo kîjan xelkî hatiye afirandin? Di vê pirtûkê de ev tê maneya „warê nasnamekirinê”. Bi ditîna J. Bocheńska Yaşar Kemal qehreman, berhem û nasnameya wan di qada Anatolyayê de bi cih dike. Lê ew çar nivîskarên din, bi riyên cuda cuda Kurdistanê hildibijêrin. Di beşa dawî ya pirtûkê de hemû babet û fikir tên komkirin û di çarçoveya berdewamiya kevneşopiya wêjeya kurdî de tên nirxandin. Pirtûk li Polonyayê xebata yekem a li ser wêjeya kurdî ye.

 

 

2. Opowieści Dengbeżów. Baśnie i bajki kurdyjskie ze zbiorów rodziny Celil, Wydawnictwo Namas, Poznań 2014 (Çirokên kurdî yên ji berhevkirina malbata Calîlan) bi wergera poloni ya Joanna Bocheńskayê. Pirtûk digel wêneyên xweşik yên Paulina Krajewskayê bi weşanxaneya Namas hat çapkirin û piştgiriya Zanîngeha Yagiellonski (Fakulteya Filollojiyê) wergirtiye. Kitêb wek berhemeke lêkolînî û pirtûka zarokan jî tê pêşkêşkirin.

 

 

Nivîs:

 

1. What is the source of good and beauty? Ethic and Aesthetic Aspects of Kurdish Fairy Tales from Jalils’ Family Collection, (Çavkaniya Qencî û Bedewiyê Çi Ye? Dîmenên etîk (exlaqî) û estetikî yên çirokên kurdî ji berhevoka Malbata Celîlan, bi înglîzî) Folia Orientalia no. 50, Kraków 2013, r. 215-242.

 

2. Кино веры, надежды и любви. Реализм и метафизика в фильмах Бахмана Кубади, (Sinemaya Îman, Çand û Evînê. Realîzm û Tesewif di fîlmên Behmen Qubadî de, bi rûsî) Łazarevskije Cztenija, nr. 2, Moskwa 2013, tê çapkirin.

 

3. Kurdyjska kultura w poszukiwaniu piękna i tożsamości, (Çanda Kurdî ya ku li bedewî û nasnameyê dinêre, bi polonî) Przegląd Narodowościowy no. 1, Zielonogórski University, Pracownia Badań nad Mniejszościami Narodowymi i Etnicznymi przy Instytucie Politologii, Zielona Góra 2012, r.127-145

 

4. Turkish EU Accession Process from the Kurdish Perspective, (Tirkiya û prosesa endamtiyê ya bi Yekîtiya Ewropayê re ji perspektîfa kurdan, bi înglîzî), li A.Szymański (ed.), Turkey and Europe - Challenges and Chances, The Polish Institute of International Affairs, Warsaw 2012, r. 23-48

 

5. Digel lekolînêrên rûs Nona Șaxnazaryan û Îgor Lançenko Kурдская Мекка? Гора Арарат в восприятии курдов. О символах идентичности (Mekkeya Kurdan? Çiyayê Agiriyê û maneya wê ji bo kurdan. Li ser sembolên nasnameyê, bi rûsî) Nauczny Żurnal “Diasporas”, 2010, no. 1, Moskwa, r. 152-198

 

6. Continuity and change. Kurdish contemporary literature and its quests for identity, (Berdewamî û guhartin. Wêjeya nûjen a kurdî û pirsa nasnameyê, bi înglîzî) International Conference: Change and Stability. State Religion and Politics in the Middle East and North Africa, UNUM, Cracow 2010, s.13-18

 

7. Między nadzieją jedności, a doświadczaniem różnorodności. Ewolucja kurdyjskiej tożsamości narodowej w XX wieku, (Di navbera hêviya yekîtiyê û tecrûbeyeke pirrengiyê de. Li ser geşkirina nasnameya kurdî di sedsala 20an de, bi polonî) li: B. Grott (red.): Różne oblicza nacjonalizmów, Polityka-Religia-Etos, NOMOS, Kraków, 2010, s. 461-487

 

8. O książce Hranta Dinka: Dwa bliskie narody – dwaj dalecy sąsiedzi, Li ser pirtûka Hrant Dinkî: İki Yakın Halk İki Uzak Komşu, Ulusararası Hrant Dink Vakfi Yayınları, bi polonî 2008) li: Biuletyn Ormiańskiego Towarzystwa Kulturalnego 58/59, Kraków 2009, s. 62-69. 9. Historia należy nie tylko do zwycięzców. Wskrzeszanie przeszłości w twórczości kurdyjskiego pisarza Mehmeda Uzuna, (Ne tenê yên serkeftî xwediyê dîrokê ne: Vejandina dema borî di berhemên Mihemed Uzunî de, bi polonî), International Conference on Kurdish Studies, Kraków 2004, s. 115-131

 

Ji bilî vê Joanna Bocheńska şewirmenda Weqfa Kazimierz Pułaskiyê ye û Weqfa serokkomarê berê yê Polonyayê Aleksander Kwaśniewski ya bi navê Amicus Europae ye.

 

Çend nivîsên hilbijartî:

 

1.Sytuacja tureckich Kurdów, a starania Turcji o członkostwo w Unii Europejskiej, (Rewşa kurdên li Tirkiyê û hewldanên Tirkiyê ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê, bi polonî) Biuletyn Opinie Fundacji Amicus Europae, nr. 12/2008

 

2.Pomost między Wschodem a Zachodem. Turecka wizja polityki zagranicznej, (Pireyek di navbera Rojhilat û Rojavayê de: Siyaseta derve ya Tirkiyeyê, bi polonî) Biuletyn Opinie Fundacji Amicus Europae nr 11/2009

 

3. Tureckie zmagania akcesyjne kontra europejskie partie i frakcje polityczne, Turkey’s accession struggles versus the European parties and political factions, (Hewldanên Tirkiyê ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê û partiyên siyasî yên ewropî, bi polonî û înglîzî), nr. 17/09 z dnia 21.10.2009, Komentarz Międzynarodowy Pułaskiego, Fundacja im. Kazimierza Pułaskiego

 

4.Zmiany w polityce Turcji, Policy Papres nr 36/2009, Fundacji Amicus Europae Neoosmańska wizja polityki zagranicznej Turcji, (Guhartinên di nav siyaseta derve ya Tirkiyê de), (Changes in Turkish foreign policy) Biuletyn Opinie Fundacji Amicus Europae, nr. 9/2011,

 

5.Kurdystan iracki – cierpliwe poszukiwanie wolności/Iraqi Kurdistan – a patient search for freedom, (Kurdistana Îraqê bi sebir li azadiyê dinêre, bi polonî û înglîzî) Komentarz Międzynarodowy PułaskiegoCasimir Pulaski Foundation, nr 12/2011

 

6.Turcja wobec kryzysu syryjskiego, (Tirkiya û krîza li Suriyê, bi polonî) Biuletyn Opinie Fundacji Amicus Europae, nr. 19/2011 7. Iracko-kurdyjski konflikt o Kirkuk (Șerê li ser Kirkukê yê di navbera Îraq û kurdan de, bi polonî) Biuletyn Opinie no. 24, Warszawa 2012,