A A A

Pirtûka Mehmet Dicleyî bi polonî

Pirtûka Mehmet Dicleyî ya bi navê Gorączka (Ta) bi polonî derketiye. Gorączka bîst û du çirokên Mehmet Dicleyî ji kombûna çirokan yên Asûs, Nara û Ta, pêşkêş dike bi wergera polonî ya Joanna Bocheńskayê. Pirtûk li Weşanxaneya Akademîk ya Dialog û bi piştgiriya maddî ya Zanîngeha Yagiellonskî û şîrketa KebabKing derdikeve. Em we vebixwînin ji bo xwendina hevpeyivîna Joanna Bocheńskayê digel Mehmet Dîcle.

 

 

Hevpeyivîna Joanna Bocheńskayê digel Mehmet Dicle, Kurdistan wek distopya:

 

JB: Kitêba te cara yekem bi polonî derdikeve...Gelo tişteke taybet heye ku tu dixwazî xwendevanên polonî bibêjî?

 

 

MD: Ji bo min ev hestek pir cuda ye. Yekem car kitêba min bi zimanek din derdikeve û ev Polonî ye, loma jî peywendiyek pir xurt di navbera min û Polonî û Polonyayê de pêk tîne û ez pir miraq dikim bi rastî dema ku kesên Polonî çîrokên min bixwînin wê çi hîs bikin, dunyayek çawa di serê wan de biafire, ji ber ku ez dibêm qey dengê min ji zemanek pir berê û ji welatek pir dûr digihîje wan.

 

Gelek kes te li ser Asûsê dipirse. Ezê jî bipirsim. Gelo tu dikarî maneya vê peyvê carekê din ji me re zelal bikî?

 

Asûs ji bo tiştê hişkê ku zûbizû naşkê, naguhere û natewe re tê bikaranîn. Wek gûzên asûs an mirovên asûs. Sedemê ku min vê peyvê hilbijart jî ev bû, ji ber coêrafya û mirovên ku ez qala wan dikim pir hiş in û zûbizû naguherin, natewin. Sedemê duduyan jî Asûs ciyên antîk tîne bîra me; wek Asûr, Asos, Sûsa…

 

Di nav kurteçirokên te de cografyaya efsûnî û cografyaya rast tevlihev in. Gelo sebeb an jî kokên wê tevlîheviyê hene?

 

Sebebê viya ew e ku min cîhek nû afirandiye, navê wî Asûs e. Asûs navçeyek li Kurdîstanê ye, lê ew navçeya min bi xwe ye, ku min ew afirandiye. Ji bo dema ku çîrokên di serê xwe de qal bikim, mekan min asteng neke. Ji bo ku ez azadtir bim. Dema ku min navê mekanên rast tenê bikar baniya dibû ku afirîneriya min ku çiqas ji rastiya jiyanê jî xwedî dibe jî û bi piranî encama xeyala min e, wê teng bibûya.

 

Bi taybetî dixwazim li ser peywendiya te bi cografyayê di nava çend mijaran de bipirsim. Tu mamosteyê cografyayê li dibistana navendî yî, ne wisa? Ezê bi rastî biçûma dersa te…..

 

Min pir dixwest ku tu rojek bihata dersa min, lê mixabin ez Cografyayê bi zimanê Tirkî qal dikim ez bawer im ku mamostetiya min a Cografyayê tesîr li nivîskariya min jî kiriye. Xeyn ji mamosteyi têkiliyek din di navbera min û cograyayê de heye. Hem wek zanistek, Cografya qadek pir zindî û bêdawî ye, mamostetiya min a Cografyayê jî ji bo meraqa min a li hemberî dinê şansek e. Ȗ meseleya folklora kurdî û dîmena cografîk ya stran û destanan bi ta te? Hewce ye ku ez qala dewlemendiya folklora kurdî bikim, ku esas ew encama trajediya Kurdan e. Ji ber bêdewletbûna Kurdan, rê û derfet li her qadî li pêşiya Kurdî hatine girtin. Piştî avakirina Komara Turkiyeyê, di nav sînorên dewleta ku li mîrasa İmparatoriya Osmanî ava bû û perçeyê herî mezinê Kurdîstanê ket bin hakimiyeta wê nêzê sed salan e asîmilasyona herî mezin li ser Kurdî hat kirin. Ji bo ku Kurdî tune bibe hertiştî kirin. Di salên dirêj de di nav sînorên vê dewletê de peyva kurd û kurdî bi xwe jî qedexebûn. Li gor îdeolojiya dewletê dihat gotin ku milletek bi navê Kurd tune ye. Digotin kesên ku li rojavayê Turkiyeyê dijî jî Tirkên Çiyayî ne. Li kesên ku bi kurdî bipeviyana cezayê pere dihatin birîn. Hemî navên Kurdî yên cografîk, yên gund û bajaran kirin Tirkî. Heta demek nêz kesek nikaribû navên Kurdî jî li zarokên xwe bikira. Ev rewşa kurdên li Turkiyeyê bû lê rewşa Kurdên ku li Sûriye, Irak û İranê jî dijiyan pir cuda nebû. Loma jî di sedsala dawî de ku civatên rojhilat bi modernîzmê hesiyan û bi îmkanên dewletbûnê dibistanên modern vekirin, çapameniya wan bi pêşket, di warê edebiyat, fesefe û zanistê de berhemên nivîskî afirandin, civaka gundî bilez bajaran dagirt û pêşketina folklorê li ciyek sekinî ji bo wan. Lê Kurdî hem ji ber qedexeyê, hem jî ji ber şêwaza jiyana ku wê hên pir dereng biguheriya, her tim di qada folklorê hepis ma. Kurdî nebû zimanê dibistanê, yê çapamenî, siyaset û bazarê. Ji ber qedexe û bêderfetbûnê Kurdîya nivîskî bi pêş neket, loma jî Kurdî zimanekî devkî ma. Yanî di sedsala dawî de jî folklor û edebiyata devkî bû qada sereke ji bo Kurdî. Loma nivşên me, tevî ku em nimûneyên wêjeya modern didin jî, kelepûreke xurt a nivîskî tune ku em jê sûd wergirin. Ji bo min îlhama mezin wêjeya devkî ye.

 

Dê li ser îlhama ji wêjeya amrikaya latinî ku tu carînan behsa wê dikî bipirsim?

 

Wêjeya Emerîka Latînî damarek pir geş e di edebiyata dunyayê de û hem jî pir xweser e. Belkî ji ber ku em Kurd û Emerîkaya Latînî ji alî, civakî, dîrokî û tesîra folklorê ya zindî ya li ser jiyanê ve dişibin hev edebiyata ku bi tesîra van tiştan hatiye afirandin bêtir bala min û gelek Kurdan dikişîne. Em her du civak jî li derveyê navendê ne. Tesîra modernîzmê bi awayek endîrek û bi rêya dgirkeran li ser me çûbûye. Pêvajoyên dagirkerî, yên şoreşkerî û şerên navxweyî yên me dişibin hev. Ji xeynê wê Emerîkaya Latînî ji ber ku civakên di navbera modernîzmê û kevneşopê de mane ne, di edebiyata wan de jî tesîra edebiyata devkî, vegotin, efsûn û efsaneyan pir xurt e. Vêya bûye Rasteqîniya Biefsûn û li hemî dunyayê hatiye hezkirin. Ji bo min jî Edebiyata Emerîka Latînî îlhameke pir mezin e.

 

Yani, tu bi xwe çawa li ser cografyayê difikirî? Ev çi ye ji te ra wek ji bo nivîskarê kurd?

 

Ez çawa ku nivîskarek Kurdî me her wiha nivîskarê cografyaya Kurdîstanê me jî. Hemî çiya û pehnav ên Kurdîstanê bala min dikêşin û hemî dar û kulîlkên ku li wî welatê hêşîn dibin jî. Cografya çawa ku dirûv dide mirovan, her wiha qarekterê mirovan jî diyar dike. Cografya û îklîma Kurdîstanê pir tund e; Li Kurdîstanê çiyayên pir asê hene, deştên pir fireh jî hene, zivistan li hin herêmên Kurdîstanê pir hişk derbas dibe, bi mehan berf debare û li herêmên wek Amedê û Beriya Mêrdînê û Rihayê jî havînan germahî diçe het apêncî dereceyan. Cografya Kurdîstanê li ser qereqter û kevneşopên Kurdan jî tesîr kiriye. Kevneşop û qerekterên mirovan li Kurdîstanê pir sert e, loma ji bo tiştek pir piçûk mirov dikarin hev bikujin ku fêmkirina vêya dibe ji bo kesên Awrûpî re ecêb bê. Ev sertbûn pirê caran di edebiyata min jî heye.

 

Asûs ne Tirki ye û ne Kurdistan e jî? Siyaseta dîmena Asûse çawa ye?

 

Asûs esas Kurdîstaneke piçûk e. Ji roja ku Kurdîstan hebûye ve heye û berî wî muheqeq çîrokên wî bi bicîhbûna mirovan destpê dike, ku pêşî li şikeftan li ser keviran hatine neqişkirin. Li Asûsê Asûrî hebûne, Pers jî hebûne, Med û paşê hemî îmaratoriyên ku dirûv dane dunyayê, Ermenî jî hebûne, Cihûyên sirgûna Babîlê jî hebûne û Kurd jî. Siyaset li Asûsê ji siyaseta fermî cuda ye. Siyaset bi halê xwe yê herî tazî li wir e. Li wir wekî tiştek pir normal qala qrikirina Ermeniyan hên jî tê kirin û li wir dewlet ji dewleta li Enqereyê pir cuda ye û helbet rêxistina ku ji bo azdiya Kurdîstanê tê dikoşe jî pir cuda ye li wir.

 

Asûs carinan wek bajareke biçûk û carinan wek dora bajarî, wek "navçe" derdikeve pêş. Fahmkirina te ya vê "navçe" ji fahmkirina polonî ya „navçe” biçekî cûda ye, loma lazim bû bi polonii gelek peyv ji bo „navçe” bikaribînim. Gelo sinorên wan ne diyar in?

 

Sînorên navçeyê li vî welatê piçek fireh e. Mesela navçeya ku ez li wir mezin bûm (Hezro) hejmara wê di zaroktiya min de deh hezar bû, piştî ku li Kurdîstanê di salên 1990 de şer derket, mirovan koç kirin û niha hejmara wê şeş hezar e. Lê navçeyan amedê Farqîn, Bismil û Erxenî hejmarên wan heftê-heştê hezar, heta sed hezar in. Li gorî min ew ne navçe ne, bajar in. Li navçeyan her kes divê hev nas bike. Çandeke navçeyan ya xweser heye ku ji gundan û ji bajaran pir cuda ye. Navçeya min Asûs, ku min bi piranî ew şibandiye Hezroyê hejmara wê ji deh hezarî zêdetir nin e. Herkes li wir hev nas dike û mirovên li wir ji hezar salan ve bi hev re dijîn.

 

Bajarên tirk jî derdikevin pêş bi qasî ku navên wan nayên zanîn yan têne carînan (wek li Havîna Evînê) tên dîtin. Derya jî....Tu çima ew bajar jî veserkir? Çiqas ji bo mirovên Asûsê giring in û peywendiya wan bi Asûsê çawa ye?

 

Kurdîstan ji ber ku hatiye dagirkirin her tim têkiliya Kurdên bakûr bi bajarên Turkiyeyê re hene. Ji ber şerê ku bi salan dom kir û ji ber şertên aborî bi milyonan kurd koçê bajarên Turkiyeyê yên wekî Stenbol İzmir Edeneyê kirin. Loma jî hema bibê eqrebeyên hemî Kurdan li bajarênn Turkiyeyê dijîn û loma çîroka me bi hev ve hatiye girêdan. Li varoşên bajarên wek îzmîr û Stenbolê Hezro, Gewer û Farqînên piçûk çêbûne. Lê hên jî peywendiyeke xurt di navbera kurdên ku li bajarên Turkuyeyê dijîn heye. Ez bawer im ku piraniya wan xwe tu carê aydê wan bajaran hîs nakin, li wan deran jî têkiliyên wan ên bi hev re û yên bi Kurdîstanê ve pir xurt in.

 

Pirsyareke biçekî siyasî.....Gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd anha dixwazin wêjeya kurdî sinorên Kurdistanê biafirîne, taku diyar be Kurdistan çiqas mezin e û çi ye. Tu wisa nakî? Çima?

 

Ew ciyê ku em jê re dibên Kurdîstan mixabin dîstopya ye. Welatek û miletek bifikirin ku bûne çar perçe li her perçeyekî di bin hukumdariya dewletek despotîk dijîn. Sedsal in ew herçar dewlet (Turkuye,İran, Îraq û Sûriye) ji bo ku jiyanê ji bo Kurdan zortir bikin, nehêlin Kurd bibin xwedî erkek siyasî civakî û çandî her tişt kirine, ku ji bo qalkirina wan tiştan heta îro bi sedan kitêb hatine nivîsandin. Ez bawer im ku êdî tu kes nikare sînorên Kurdîstanê diyar bike, ji ber ku, sînorên wê yên cografîk diyarbin jî ji alî sosyolojîk û çandî ve her ku çûye sînorên Kurdîstanê heliyane. Ji ber ku li bajarên li ser sînorên ku Kurdîstan û Anadoliyê ji hev diqetînin hejmara Kurdan her ku çûye hindik bûye, Kurdên li wir asîmile bûne û li wan bajaran ne wek Diyarbekir, Wan û Batmanê çanda kurdî û Kurdbûn ne erka sereke ye. Ji aliyê din ve Kurd hem li bajaraên Tirkan pir belav bûne hem jî li welatên dunyayê, ji Avustralya heta Kanada û Japonya, tabî bi piranî li Ewropa bi milyonan kurd belav bûne. Kesek hejmara vana nizane û mixabin koç hên jî berdewam e. Yanî ji ber bêdewletbûna Kurdan sînorên Kurdîstanê heliyane û hên jî dihelin. Ev helandin li perçeyê Kurdîstana başûr ji ber statuye federe sekiniye, lê hin jî bajar ên wek Kerkukê hêzên wek Îrak û Turkuyeyê nahêlên ku tevlî kurdîstanê bibe. Her wiha li Sûriyeyê jî bi salan dewleta sûriyeyê bi awayek cografîk û sosoyolojîk bi sînorên kurdîstanê leyist. Ereban anî li herêma kurdîstanê bi cîh kir, Di vê mijarê de tu dewletek bi qasî dewleta turkuyeyê zirar nedaye kurd û kurdîstanê û hên jî polîtîkaya xwe bi hemî metodên nû didomîne, ku mînaka wî ya herî berbiçav li Sûriyeyê tê jiyîn, hemî dunyayê dît ku turkuyyê li efrînê dagirkeriyek çawa pêk anî û hêzên herî barbarên sedsalê bir bi estê wan bajarek kurdîstanê dager kir sedhezar kur sirgûn kir sosyoliya herêmê guherand.

 

Û pirsyareke siyasî yê girantir jî.....di nav kurteçirokên te em kêm caran qehremanên mezin yên neteweyê Kurd dibînin...gelek cara em mirovên “ne-qehreman” yên ku bi sîstema Tirkiyeyê dijîn û dibişkvînin dibînin....Loma, pirsyara min eve, tu çawa meseleya beşdarbûna Kurdan di avakirina cumhuriyetê de dibînî? Ȗ gelo wêje ne "amûreke avakirina neteweyan"....gelek rewşênbîrên Kurd wisa dibêje.....?

 

Ez her tim ji vêya bawer im, nayê vê wateyê, dema em qala kesên mezin, dîrokî û siyasî bikin em nikarin edebiyatek mezin biafirînin. Ya duduyan wek kesane qehreamên siyasî yên neteweyî di edebiyatê de pir bala min nakêşin. Sedemek din jî em kurd heta qirika xwe tevlî siyasetê bûne, dema ku tu bi zarokek, an kalek û pîrek kurd re biaxivî, ew ji te re qala siyasetê dikin. Siyaset wek perdeyek reş bi ser Kurdîstanê de hatiya berdan û loma jiyan a rastîn nayê dîtin. Sedemê vêya yê herî mezin jî dîsa siyasetmedarê Kurd in. Ji ber ku ew dixwazin siyaset li Kurdîstanê her tim geş be. Dibe ku ev ji bo statuya ya wan baştir be, loma ku siyasertmedarek kurd di hepsê de kitêbek bi tirkî dinivîse ew kitêb bi sedhezaran tê firotin. Yanî tiştê ku ez dibên, dibê ewrê siyaset li ser Kurdîstanê divê belav bibe, da ku em roniyê bibînin. Em kurdên li Turkuyeyê dijîn, ji xwe di nav sîstema dewleta tirk de dijîn. Siyasetmedarên me miaşên pir mezin ji dewletê distînin, dewlet erebeyan dide wan, sekreteran, şêwirmandan. Yanî ew kirine xwediyê îmkanên pir mezinên aborî. Herwiha şaredariyên Kurdan jî wek bi temamî girêdayê sîstema dewletê ve ne, ji ber ku tu hilberîneke Kurdan a servbixwe tune ye. Dema ku sîstem rê li me bigire hertişt dixitime. Çawa ku kayuman ji bo belediyeyan tayîn kirin, bi hezaran mamosteyên kurd ên muxalif ji kar avêtin. Di nav sîstema wan de parlemnterê kurd wekî ku di lîstikek tiyatroyê de bin bêfonksiyonin. Ger em bên ser meseleya avakirina komarê û rola Kurdan; Wekî ku Ocalan dibêje Kurd û Tirkan bi hev re komarek ava nekirine û ew tu car nebûne du milletên wek hev. Ji ber ku ji serî de projeyek Mustafa Kemal û heval ên wî hebû. Ew ji kurdan bêtir poltîk bûn û projeya wan hê di dema İttihat Terakîyê de dest pêkiribû. Wê yek bi yek milletên li vê axê dijiyan tasfiye û pasîvîze bikirana. Pêşî ji Ermeniyan destpêkirin û li ber çavê dewletên mezin ên wê demê bi sedhezaran Ermenî qir kirin, şerê İstîklalê jî ku wek destanek li Tirkiyê tê qalkirin qirkirina Rûmên li vê axê bûn û dîsa dewletên wê demê deng nekirin. Wek mînak ku tê qalkirin dema ku li meydana İzmîrê leşkêrn Turk Rûmên sivîl kuştin keştiyên İngilîzan qapaxên keştiyên xwe venekirin ji bo ku Rûm xilas bibin. Rola Kurdan di avakirina komara Turkiyeyê de tu car rolek bi zanatî nebûye. Şêx û axayên wê demê ji bo berjewendiyên xwe hertin piştgiriya Mustefa Kemal û yên beriya wî kirine. Her wiha wê rola li ku li dijî netewebûna Kurdan e hên jî didome. Di roja me de dîsa hin eşîrên Kurdan, şêx û bûrjûvaziya Kurdan piştgiriya sîstemê dikin. Dibe ku li dunyayê di dema avakirina neteweyan de wêje bûbe amûrekek girîng. Lê di roja me de ji ber ku wêje nexwediye erkeke mezin e, yanî ji ber ku berhemên herî baş ên kurdî jî tenê du hezar heb tên firotin û ji ber ku serdem guheriye û hertişt dîjîtal bûye, em nikarin bêjin ku wêjeya me îro neteweyek diafirîne an xizmeta tekoşîna neteweyî dike.

 

Wêneya Kurdan ku tu diafirînî reng û reng e lê bêle carînan zav xemgîn û tarî ye….wek di Dara Miradan de. Gelo wêje dikare bibe serkaniya hêvîyê an çêtir e ku nebe serkeniyeke wisa…?

 

Wek gotineke klasîk ku em bibêjin ger huner neynika civatê be, dîmenê ku ji civata Kurdan nîşanê me bide wê ev be. Ji ber ku gelek caran jiyan li Kurdîstanê pir tarî û bi qasvet dibe. Ji bo kesên ku li derveyê Kurdîstnê dijîn dibe ku nikaribin vêya fêm bikin. Welatekî bifikirin ku bi rastî ew tuneye, haya dunayayê jê tune. Sed sal e şer li wir heye, di wî şerî de bi dehhezaran mirov mirin û bi hezaran bîranîn û çîrokên tehl çêbûn. Li wir bi hezaran çîrokên trajîk hene. Lê dîsa jî ez dixwazim hêviyê di ser hertiştî re bigirim.

 

Gava ku li ser dinyaya kurteçirokên te difikirim çend navên nivîskarên Kurd tên bîra min, wek mînak Ruşen Arslan û Muş Hikayeleri, Seyit Alp û Mehmet Uzun û giringi ya ku didan zargotina kurdî, Hesenê Metê bi îroniyeke xwe û dîmenên fantastik û mîstîk (Maria)….Tu cihê xwe di nav edebiyata kurdî de çawa dibînî…..?

 

Ez dixwazim zimanê kurdî di asteke bilind de bikar bînin, her wiha dîrokeke Kurdan a ku nehatiye nivîsandin heye, muheqeq ez dîrokê nanivîsim lê ji xwe bi hezaran tişt ji ber ku nehatine nivîsandin winda bûne çûne. Wek mînak heftê sal berê li Diyarbekir û li derên din ên Kurdîstanê bi hezaran Cihû dijiyan lê ji ber ku di roman û çîrokan de ew nehatine nivîsandin, ji bîra mirovan jî çûne. Lê ciyê xwe yê di nav edebiyata kurdî ez ê nikari bibêjim. Tenê dikarim vêya bibêjim, min hin çîrokên baş nivîsandin û ez bawer im ku ez ê tiştên baştir jî binivîsim.

 

Tu gelek cara behsa şerefa mêran dikî. Ez bawerim şeref-namûs dibe meseleyeke serekî di gelek kurteçirokên te de (wek mînak Heyfa Mêran, Dara Miradan, Ta). Tu têgihîştina şerefê wek problemek dibînî? Problema mêran? Gelo guhartin vira çêdibe yan na? Gelo bi ya te wêje dikare di vê meseleya etikî/exlaqî de bibe alîkar?

 

Mixabin li Kurdîstanê edebiyat nikare pir tiştan biguherîne, ji ber ku ne xwediyê erkeke wisa ye, xeynê wî jî ji ber ku siyaset li kurdîstanê pir tevlî jiyana rojane bûye, hemî tiştên din (Wek edebiyat, nivîskarî û rewşenbîriyê) bê rûmet kiriye. Yanî gotina nivîskaran mixabin pere nake li ciyê ku siyasetmedar we popstaran e. Meseleya şerefa mêraniyê muheqeq ji bo min û bavê min ne yek e. “nirxên” ku ew dikare ji bo wan mêra bikuje ez pirê caran pê dikenim. Tabî ev problemek e mezin e li Kurdîstanê, tiştê ku jê re dibêjin şeref hên jî pir xwedî nirx e. Hê jî li Kurdîstanê ew tiştê ku jê re dibên şeref her sal gelek jin û mêr tên kuştin. Tevî ku ez nivîskarek im û dunyaya min a fikrî û jiyanî guheriye jî ji ber ku ez perçeyek vê civatê me jî yek caran derdikeve pêşiya min jî. Ez jî wek her zarokên Kurd bi çîrokên di wan de şeref berî her tiştî tê û divê her kes karibe ji bo şerefa xwe hem bemire hem jî bikuje mezin bûm. Niha ew çîrok ji bo edebiyata min bûne metafor.

 

Kurteçirokên te peywendiya wan bi folklore pir xurt e. Bawerim te gelek ji wan ji xelk ra stendine. Ji bilî wê tu gelek û gelek biwêjên balkêş bi kar tînî. Herwiha her çirok ne têne çirok vedibêjin gelek caran jî dibin çirokên li ser qalkirina çirokan bi taybetî yên devkî, yani dibin berdewamî û şiroveya wan…Mehmet Dicle li ser wêjeya xwe wek komkirin û şirovekirina kevneşopiya kurdî û çirokên gelerî dikare bêje çi?

 

Binheşê min jî wekî yê hemî Kurdên heta nivşê min bi bi folklorê yanî ew tiştê ku em jê re dibên zargotin pêk hatiye. Navçeya ku ez lê hatim dinê û derdora ku tê de mezin bûm jî ji bo kurdîya min, fêrbûna mi a biwêjan, meselik û çîrokan bû awantajek pir mezin. Hertim li dora min mirovên ku kurdî baş dizanibûn, ji bilî Kurdî bi tu zimanek nizanibûn hebûn. Di jiyana xwe de bibûn şahidê gelek buyer ên ku di dîroka Kurdan de ciyek girîng digirin li dora min hebûn , yên wek dê û bavê min, kal û pîrên min. Wan mirovan gelek caran tiştên ku dixwestin bibêjin bi biwêj, meselik û gotinên pêşyan qal dikin, loma ku tesîra wan li ser min jî çêbû. Ew şêwaza ku tu dibêjî jî, yanî çîroka qalkirina çîrokan herwiha şêwazek qalkirina edebibiyata devkî ye, ku ez pirê caran bi zanîn bikar tînim. Komkirin, berhevkirin û guhdarîkirin a kevneşop û çîrokan jî her wiha bala min dikêje. Di vê mijarê de bawer im ku ez hên li destpêkê me, karên ku ez ê bikim hên pir in.

 

Bi nivîsandina van çirokan tiştek diguhere di jiyana Kurdan de? Tu vê pêvajoyê çawa dibînî?

 

Nivşekî nû yê ku bi kurdî dixwîne û herwiha edebiyata dunayayê jî baş dişopîne afiriye. Yek caran em hev dibînin, dipeyivin. Muheqeq tesîrek li ser wan heye. Ew bi devê xwe dibêjin. Lê hewceye ku hejmara wan zêde bibe ji bo ku rengê xwe bidin civatê jî. Carek te behsa çirok wek binhişa kolektif kir? Gelo bi avakirina formeke edebî/wêjeyi û estetîka wê binhîşa kolektif diguhere? Gelo lazim e em vê binhişa kolektif biparêzin…yan belki biguherînin? Belkû em dikarin dev ji tiştek berdin jî? Çi ye tu dixwazî biparêzî û ji çi xilas bikî? Ew binhişa kolektif ku ez jî parçeyek wî me, min gotibû ku di avabûna wê de tesîra edebiyata nûjen pir kême. Yanî çawa ku qodên her miletî hene, qodên kurdbûnê jî hene. Tiştên ku me bi awayek rûhî dikin kurd hene. Wan qodan jî bi piranî bi zargotinê, bi tesîra dengbêjan bi qalkina edebiyata devkî û bi jiyana rojane pêk hatiye, lê nivîsê pir kêm tesîr li wê binhişê kiriye. Di wî binhişê de muheqeq tiştên ku divê biguherin jî hene, wek meseleya şerefê ku me qalkir. Lê tiştên ku divê bên parastin jî hene ew jî wek refleksên kurdbûnê, kî yek caran tiştên pir baş jî di bin hişê me de bi cîh kiriye; wek xwe girtina li jiyanê.

 

Her çiroka te ji parçeyên tekstê pêk dibe; paragraph bi paragraf. Ev parçe li gor min biçekî dişibin malika stranan. Tekst bi temamî wek pexşan naherike….carînan dişibe stranê. Niyeta te bû ? Sebeb?

 

Xeyn ji tiştê ku ez dibêjin, her wiha ez çawa dibêjim. Ew jî ji bo min girîng e. Ji ber ku di edebiyata kurdan de mînakek wek dengbêjan heye. Li gor min degbêj lûtkeya bikaranîna zimanê kurdî ye. Ew wistay pir baş ên vegotinê ne. Her wiha cografaya Kurdîstanê jî baş dizanin û di kilamên xwe de qal dikin. Ew çîrokan qal dikin, lê bi aheng qal dikin, loma ku em ji guhdariya wan hez dikin. Tu amûrek muzîkê bikarnaynin lê ji ber şêwazên vegotina wan, em sieetan guhdariya wan dikin. Armanca min jî ev ku ez di vegotina çîroka modern de bigîjim asta dengbêjan, ziman û vegotinek melodîk bikarbînim.

 

Ȗ meseleya Ermeniyan. Di kurteçirokên te de tunebûna Ermeniyan û pirsyara “bi serê wan çi hatiye” ku bi salan ve li Tirkiyê hatiye xeniqandin pir diyar e. Gelo tu natirsî li Tirkiyê li ser vê babetê biaxivî? Tu gelek cara berpirsyariya Kurdan venaşerî jî…nabêjî “ev hemû suca Tirkan e, em ne li vir bûn”….Ji dîroka Poloniyan û berpirsyariya wan beramberî Yahudiyan dema şerê cihanê duyemîn ku ew niha naxwazin bi bîr bikin û difikirin ku her car têne alikarên Yahudî bûn, nek Hitler…ez zanim ku ev babet pir ne asan e…. Di çirokên te de wek Kuça filan, Maria, Nara ev pir diyar e. Baran û Nepen bi ya min jî ji ber navên lehengan pir sembolîk e û ne têne xwendina rasterast ya vê çirokê heye …..Bi ya te di vê mîjarê de rola edebiyatê çawa ye? Gelo forma estetîk ya edebiyatê ku gelek cara ne rasterast e dikare bibe alîkar di meseleyên bîr û berpisyariya kolektif…?

 

Meseleya Komkujiya Ermeniya birîna sedsalan e li Kurdîstanê. Kî çi dibêje, çi înkar dike bila bike, ez dizanim ku li welatê me bi sedhezaran Ermenî di encama planek de bi awayek sîstematîk û pir hovane hatin kuştin. Yanî li vê axê Muhemediyan Îsewiyan kuştin. Kî dibê çi bila bibê. Yek caran ji bo dîn, yek caran jî ji bo mal û mulkên wan re. Kesên ku wê pîlanê çêkirin siyasetmedarên wê demê bûn û gelek eşîr, şêx, çete, mehkûm û hêzên bi rêxistin ku navê wan Hemîdiye Alayî bûn, ji alî dewleta Omanî ve hatibûn çêkirin, tevlî qirkirina Ermeniyan bûn. Ev jî şerma vê axê ye. Ez rastiya komkujiyê bi tu kesek re nîqaş nakim, ji ber ku nîqaşkirina wê jî bi qasî înkarkirina wê bêhurmetiye li hember bîranîna kesên ku mirin. Loma dizanim kesên siyasetmedar, an kesên din ên ku komkujiyê înkar dikin, ne ku nizanin komkujî çêbû an na, ew zanin çêbûye û bi dengek bilind nebêjin jî, ew hên jî piştgiriya wê komkujiyê dikin û bawerim ku ew xwediyê ruhek wisa ne ger di wê demê de bijiyana ewê jî tevlî wê qetlîamê bibûna. Lê ez natirsim, hewceye ku netirsim vêya bînim ziman. Ne rola Tirkan ne jî ya Kurdan veneşêrim. Ji ber ku ez bawer im edebiyat herwiha meseleya wijdanê ye, divê di serî de wêjekar xwediyê wijdan be. Ji ber ku li gorî min huner karê herî mehsûm ê mirovaniyê ye û kesên ku ne xwediyê wijdanin, yanî berjewendiya hin miletan, yah in dînan û zumreyan di ser yên din re digirin divê dûrê hunerê bisekinin. Ez her car dibêm ew sûcê mezin yê dewlet û siyasetmedar ên Tirkan bû, lê sûcê hemî miletên li wir dijiyan jî hebû. Û yên Kurdan jî bû. Bi înkarê em nikarin wijdanê xwe rihet bikin. Eger kesên ku dixwazin ji şerma sûcekê xilas bibin divê di serî de sûcê xwe qebûl bikin. Ji xeynê wî, Ermenî gelê Kurdîstanê bûn, yanî vê komkujiyê bi serê gelê welatê min de hat. Ez bi meselikên li ser komkujiya wan mezin bûn. Li navçeya min hên jî her kes dizane ku Ermenî li kîjin şikeftan de bi çi hovîtiyê hatin kuştin. Ger ez çîrokên wan bi wijdan qal nekim, ez ê xiyanetê bibîranîna wan re bikim. Ez bawerim ku ji bo gelê Polonî jî heman tiştê ku ez qal dikim derbas dibe, ger li welatek miletek bi awayak sîstematîk hatibin kuştin, muheqeq gelê wî welatê jî tevlî wî sûcê serdestan bûye. Ji ber ku motîvasyonên wek dîn û aborî hertim dikariin bibin sebeb ku mirovên ji rêzê jî tevlî sûcê serdestan bibin. Rola edebiyatê di qalkirina van mijaran de muheqeq girîng e. Her ku em ne dîroknas bin jî û em wekî wan li mijarê nenêrin jî, karê me di serî de meseleya wijdanê ye, wekî min got çawa kal û pîrên me yên ku bûn şahidê wan sûcan bê fikarekek polîtîk ji me me re meseleyê bêalî qalkirin, em jî divê wekî ku ne ji nîjadek, ne ji dînek û ji zumreyek bin bêalî bin.

 

Ȗ niha pirsyar li ser zimanê kurdî. Em baş dizanin ku di van salên dawî de zimanê kurdî zav guheriye. Zimanê kurteçirokên te zav dewlemend e û gelek caran pir ne hesan e ji bo wergerînê. Dibe ku te gelek peyv ji zargotina kurdî stendine, ji dema zarokatiya te ya li Hezroyê, ne wisa? Gava ku niha ev peyv bi şêweyeke nû çirokên Kurdan vedibêjin, gelo ev pêvajo dikare zimanê kurdî “ji nûve bike” û daxwaza parastina zimanê dayike di nav gel de biafirîne? Tu li ser vê yekê çi difikirî?

 

Ez di ferqê de me ku Kurdiya min dewlemend e û ev jî encama ciyê ku ez li wir mezin bûme. Li Hezroyê ziman xurt e. Tevî ku li bajarê Diyarbekir zimanê serdest ê jiyan ê Tirkî ye jî li navçeyên wek Hezroyê hertim Kurdî hebûye û hên jî li wir li kesên ku bi Tirkî dipeyivin di jiyana rojane de baş nayê nêrîn. Her wiha folkloreke pir dewlemend jî li wir heye û tiştek din ê taybet jî ew e ku bavê min ji ber ku mele bû min jî bi salan li medreseya wî xwed. Li medreseyên Kurdîstanê hezar salin zimanê perwerdehiyê bi Kurdî ye. Loma ku di parastina kurdî de jî medrese xwedî rolek girîng in. Û tevî ku ew dibistanên olî ne jî helbestkarê herî mezin ên edebiyata klasîk a kurdî ji medresayan derketine, her wekî Feqiyê Teyran, Meleyê Cizirî û Ehmedê Xanî… Kurdî ji ber ku di dû edebiyata klassîk re ku pênc sed sal dewam kir, nebû zimanê edebbiyateke xurt a nivîskî teng bû, ket formeke axaftina rojan e, lê bi edebiyata nûjen re ez di ferqê de me ku em zor didin sînorên Kurdî. Ji ber ku wiha hewce ye. Pirê caran vê tiştê çavê kesên ku nû dest bi xwendina Kurdî dikin ditirsîne. Lê bi awayek din em nikarin edebiyateke di asta dunyayê de bikin. Ji xwe hêdî hêdî bi xwendin û nivîsandinê Kurdiyeke nû jî geş dibe li Kurdîstanê. Yanî ji aliyek ve asîmilasyon bi hemî hêza xwe didome, ji alî din ve kurdî bi rêya edebiyatê dewlemendtir dibe û asoyên wê fireh dibin.

 

Spas!

 

Sipas xweş….

 

 

Ev hevpeyivîn parçeya ji projeya lêkolînî ya bi navê Hemwelatiyên dinyayê: Wêjeya modern a kurdî û afirandina mirasa çandî wek amûrên guhartin û jinûvekirina zimanê kurdî û kevneşopiya devkî ya ku di çarçoveya bernameya Opus-17 de ji aliya Weqfa Zanist a Dewleta Polonî piştgiriya maddî wergirtiye