A A A

Perspektîfa Pêwendiyên Di Navbera Kurd Û Poloniyan

Perspektîfa Pêwendiyên Di Navbera Kurd Û Poloniyan

 

Di destpekê de dixwazim welatê xwe Polonyayê hinekî li we bidim nasandin. Çend sebebên wê hene: Her çiqas tarîxa kurd û poloniyan di nav du bajarvaniyên cuda da cî bigire jî -yek li aliyê rojhilatê û misilman, yê din jî li aliyê rojavayê û cihû û file- bêguman ji çend aliyên din ve jî gelên me dikarin bên miqayesekirin. Berî her tiştî, hejayî gotinê ye ku hem Polonya û hem jî Kurdistan gelek caran li serbestî û serxwebûna xwe geriyane. Yani tecrûbeya me ya hevbeş azadîxwestin û azadkirin e. Li ser vê yekê dixwazim hinekî rawestim.

 

Tecrûbeya Me Ya Hevbeş: Azadîxwazî

 

Polonyaya ku di sedsala 10an de wekî welatekî serbixwe ava bibû, di navbera salên 1138 û 1320an de ji ber xatirê biryar û mirazhiştina (wesiyeta) mîrê polonî ‘Boleslaw’î di nava kur û neviyên wî de hatibû parçekirin û parevekirin. Piştre di sedsala 14an de wekî welatekî yekgirtî ji nû ve hat sazkirin û di navbera sedsalên 14 û 17an de bû welatekî mezin û bibandor. Di dawiya sedsala 18an de ji aliyê welatên ciran ên wekî Rûsya, Almanya û Awusturyayê ve dîsan hatibû parçekirin û parevekirin. Lewre Polonya, heta sala 1918an li ser nexşeyên cîhanê wekî welatekî serbixwe cî negirtiye. Ji ber ku di dema şerê cihanî yê yekemîn de wan sê her welatên dagirker hemberî hev şer kirin, poloniyan firsenda xwe ye dirokî dît; ev firsend bi kar anî û desthilatiya welatê xwe girte destên xwe. Mixabin ev rewşa baş gelekî nedomiya; her wekî hûn jî dizanin şerê cihanî ye duyemîn di sala 1939an de bi êrîşkirina Polonyayê dest pê kir. Hîtler û Stalînî bi peymana xwe ya tebaxa 1939an biryar da ku xaka polonî ji aliyê rojhilatê ve bi destî leşkerên sovyêtî û ji aliyê rojavayê jî ve bi destî leşkerên almanî ve bê dagirkirin. Digel vî çendî Hîtlerî di sala 1941an de êrişî Sovyêtê kir. Serkeftina hezên rojava û Stalînî ji bo Polonyayê azadî neanî. Bi peymana 1943an a Tehranê û 1944an a Yaltayê ya di navbera hezên rojava û Stalînî de Polonya ket bin bandora Sovyetan.

 

Her çiqas leşkerên polonî wek endamên çend ordîyan li dijî Hitlerî şer kir û jiyana xwe ji dest dan lê dengê wan di dema danûstandina bi Stalînî re nehat guhdarîkirin. Rast e ku di sala 1945an de Polonya ji serbazên Hîtlerî azadkirî bû û wekî welatê serbixwe xuya dibû lê bi rastî heta sala 1989an cihê xwe di nav welatên kampa komunîst da girt û desthilatdarên wê di bin bandora Moskovayê bûn. Di sala 1989an de bi tevgera Solidarnosc kampa komunîst li rojhilatê Ewropayê têk çû û Polonya wek welatekî demokratîk ava bûye. (Peyva “Solidarnosc”ê di kurdî de tê wateya hevdilî, yan hevalîbûn an “solidarite” ye. Solidarnosc bû destpêka guhartinên li Polonya, Almanya Rojhilat û çend welatên din.) Diyare ku dîroka Polonyayê jî bi dijwariyan tijî bû û azadikirina welatî ji bin bandor û desthilatiya dagirkeran - em bibêjin - bû armanca me ya herî giring. Loma jî azadîxwazî ji me re nebû babeta siyasî tenê; her wiha bû çand û huner jî.

 

Loma jî naskirina edebîyata kurdî ji min re taybet û balkêş hat. Di navbera çandên me de her çend cudahî hebin jî, lê heke qedera polonî û kurdan bi riya nivîskarên wan bê analîzkirin, dê xuya bibe ku ew çiqasî nêzik hev in. Wekî nimûneyekê, em dikarin li Ehmedê Xanî û helbestvanê polonî yê sedsala 19an ê bi navê Adam Mickiewicz binhêrîn. Çiqas ev her du helbestvan ji hev dûr in: yek ji wan klasîk e û ji bajarvaniya rojhilat e û yê din jî di serdema romantîzmê ya ewropî de bû navekî girîng; lêbelê ji ber babeta neteweyî, azadîxwazî û felsefeyê dikarin bên miqayesekirin. Ji bilî vê Mickiewicz wekî gelek hemwelatiyên xwe û wekî gelek ronakbîrên kurd mecbûr ma ku ji welatê xwe derkeve. Pêşiyê çû Fransayê û piştre li Stenbolê di sala 1855an da çû rehmetê. Her du helbestvanan di nav xelqê xwe wek helbestvanên neteweyî tên naskirin. Hewl û xebata her duyan jî fehmkirina qedera milletên wan bû ku çima ketine bin bandora welatên cîran ên dagirker. Her duyan jî derdên mirov û gelên xwe kiribûn wateya taybet a jiyanên xwe. Xanî û Mickiewiczî ev derd ji wateyên tesewifî wergirtin. Mirov dikare tesewifa wan, di çarçoveya rêbazên olî yên îslam û kristyaniyê (mesihî) de eşkere bike. Her duyan jî rola xelqê xwe li nav hemû milletan bi taybetmediya wî xelqî dît û nirxand. Lê her duyan jî berpirsiyariya mirovên xwe bi taybetî yên hukumdar jî dîtin û hewl dan ku mirov vê berpirsiyariya xwe fehm bike û li gorî vê çalakiyan bike.

 

Hem Mickiewicz û hem jî Xanî giringîya xwe dan ser zimanê zikmakî û zargotina xelqê xwe. Her du jî bûn sembolên di nav çandên xwe û niha berhemên wan ji bo nivîskarên nûjên jêderên fikir û gengeşiyan in. Ne tenê ev nimûne nêzîkatiya di navbera çand û edebiyata polonî û kurdî nîşan didin. Em dikarin çend babetan vê nêzîkatiyê jî bidin:

 

  • Azadîxwazî
  • Riyên azadkirinê
  • Rexnekirina desthilatdarên xwe
  • Nirxandina pirsgirêkên rêvebiriyê
  • Derdê hevpar (wek babeta exlaqî, olî û bi taybetî tesewifî ya ku wateya qedera milletekî eşkere dike)
  • Pêşvêbirina xelqê ya civakî û sivîl; bi taybetî di warê perwerdehiyê de
  • Pêkenîn û qerf wekî dermanê derd, zilm û tirsê.

 

Ji sala 89an heta niha em ji riyên dûr derbas bûn. Hejayê gotinê ye ku tecrûbeya azadixwazîya me kûr û dûr bû. Berê me civaka sivîl û enstîtuyên wê dadimezirandin û bi pêş ve dibirin. Ji van pengavan yek jî pêşveçûna azadîya ramanan û gotinan bû. Îro her kes dikare her tiştî bibêje û binivîse; lê pirsyarên din jî derketine holê. Ma sînorên vê azadiyê yên exlaqî hene an na? Ger hene, ev çi cure sînor in? Ji bo nimûneyê: ji ber ku azadiya gotinê heye gelo mirov dikare ji yekî din re dijûnan bike? Li ku derê gotinek rast e, li ku derê ew gotin çewt e? Di nava civaka demokratîk de ev hemû pirsiyar winda nabin; lê giranî û girîngiya xwe jî winda nakin. Divê her kes her roj van pirsiyaran ji xwe bipirse û bersiva wan bide.

 

Nasandina Li Dinyayê

 

Kurd bi xwe baş dizanin ku gava mirov ne bi daxwaza dilê xwe, lê ji ber mecbûriyetekê dev ji welatê xwe berdide, êdî naskirina welatên din ne bi xweşiya dilê mirovî ye. Lê gava ku mirov bi daxwaza dilê xwe derdikeve, wê gavê rewşeke ciyawaz e. Hem di sala 1989an de dema ku sînorên me têk çûn hem jî di sala 2004an de dema ku Polonya bû endamê Yekîtiya Ewropayê, mirovên me dest bi geşt û gera dinyayê kirin. Sedemên vê geştê pir bûn: kar, xwendin, bazirganî an jî geşt û ger. Lê dikarim bibêjim ku sedema yekemîn naskirina mirovên din û welatên din bû. Di destpêkê de piraniya hemwelatiyên min dixwestin ku bajarvaniyên rojavayî (Rojavayê Ewropayê an jî Emrîkayê) nas bikin. Ew der geş û pêşveçûyî bûn. Me dixwest bila Polonya jî wisa bibe. Me dixwest ku em mirovên wan deran nas bikin; ji ber ku ev çend sal bûn ku ji me re wiha dihat gotin: ‘ew hemû emperiyalîst û mirovên xirab in’. Ev cara yekemîn bû ku em wekî zarokan bi tena serê xwe digeriyan. Her çiqas em niha endamê Yekîtiya Ewropayê û bajarvaniya rojavayî bin jî hewesa me ji rojavayî reviya û kêm bû. Ji ber ku me hemû nirxên rojavayî ji nêzîk ve û baş dît. Ewropaya Naverast û Rojhilat a ku Polonya tê de cî digire çend taybetmendiyên wê hene. Dibe ku loma jî me paşê dît ku ji bilî rojavayî dinyayeke din jî heye. Me bala xwe da zimanên din, spehîbûna edebiyat û kulturên din. Di encamê de me dît ku li rûkara dinyayê ne tenê mirovên polonî, azadî û serxwebûna xwe dixwazin. Hevdilîya me bi wan re hat.

 

Di bajarê min de gelek bûyerên li ser rewşa xelqê Tîbetê, an çeçenan an jî kurdan pêk hatin. Di nav wan de: konferans, pêşangeh, civîn an jî xwepêşandan hebûn. Hevdilî û dilsozî di nav civaka me de diyar in. Bi fikra min ev hevdilî û dilsozî dikarin bibin kaniya peywendiyên taybet ên di navbera kurd û poloniyan de. Bêguman tecrubeya hevbeş a azadîxwaziyê û azadkirinê dikare ji me re bibe wesîleya peywendiyên dirêj û kûr; lê di heman demê de têkoşîn û sebrê dixwaze. Dibe ku bi sayeya vê tecrubeyê mirov bikaribin baştir hev fehm bikin û li ser babetên hevbeş ên di navbera her du dîrok û çandan lêgerînan bikin. Ji alîyê me, yanî lekolinerên polonî, dewlemediya zimanê kurdî yê ku ewqas zaravayên wî hene tiştekê pir balkeş e. Ev jî bêgûman giranî û zehmetiyê dide lekolinerên biyanî yên ku divê zêde bixwînin. Lê gava ku mirov ji axaftina kurdan hinekî dest bi fêmkirinê dike êdî dilxweşî û şadî dide dil û ruhê wî. Li gorî tecrube û baweriya min her ziman wek dinyayeke nû ye û ger mirov çend ziman yan jî zaravayên wisa bizanibe dikare xwe ji nû ve di nav wan zimanan de keşf bike.

 

Her mirov û her miletek ciyawaziyan di azadî û bextewariya xwe dibîne; lêbelê di heman demê de motifên hevbeş jî tê de hene. Di dema me de pêwist e ku lêkolîner van hevbeşî û cudatiyên di navbera mirovan de bibînin û wan nîşan bidin da ku her kes nêzîkî hev dibe û daxwaz û xeyalên hev baştir fahm bikin. Ev yeka han bi serê xwe bêguman îdealîzm e û dibe ku tu caran neyê bicihanîn. Lêbelê divê em ji bîr nekin ku dinya roj bi roj biçûktir dibe, bi sayeya ragihandin û înternetê, televizyon û rojnameyan em bûne cîranên hev. Eger em nikaribin dengên hev baştir bibîhîzin, ji zimanên hev baştir fahm bikin ew ê bibin sedema nexweşî, kîn û nakokiyan. Belê em dikarin bi zimanekî hevbeş, wekî nimûne bi ingilîzî bipeyîvin; lê gelo em dikarin bi ingilîzî baş ji hev fahm bikin û spehîtiyên çandên xwe ji hev re vebêjin?

 

(Ev gotar di sala 2011an de, li Zanîngeha Hewlêrê hat pêşkêşkirin û paşe li ser malpera Beroj hat çap kirin)

 

Joanna Bocheńska