A A A

Mîrateya Dewlemend A Kevneşopiya Êzidiyan

Mîrateya Dewlemend A Kevneşopiya Êzidiyan - Semîner

 

Bi salan re, lê bi taybetî di sedsalên 19 û 20an de mirovên êzidî bûn armanca êrîş û hovîtiyê. Sebebên vê yekê pir bûne. Êzidî wek “zarokên şeytên” hatine bilêvkirin, piştre jî, dema ku di rojhilata navîn de siyaseta nijadperest serwer dibû êzidî jî wekî kurdên din bûn qurbanên vê siyasetê. Loma jî gelek ji wan ji memleketên xwe dûr ketine û wekî penaberan çûne welatên cur bi cur. Lêbelê gava ku em bala xwe bidin çand û bîr û baweriyên wan em ê bikaribin bibînin ku kevneşopiya wan gelek dewlemend û balkêş e. Tekstên êzidî yên ku bi domana sedsalan re wekî gotinên devkî ji nifşekî bo nifşê dîtir hatine veguhastin îro jî surişteke girîng in ji bo nivîskarên kurd. Lewre lêkolînerên cihêreng hewl didin ku li ser ol û çanda kurdî analîz û şîroveyên kûrtir bikin.

 

Ola êzidî peywendiya wê bi gelek kevneşopiyên din ên dirokî re heye. Bêguman konteksta hera girîng olên îranî yên kevnare ne, lê têkiliyên din jî hene. Wekî nimûne digel felsefeya yewnanî, olên Anatolyaya Kevnare jî hene û divê li ber çavan bên girtin. Îhtîmaleke mezin heye ku Ehmedê Xanî yê nemir jî maneya taybet a van qewl û beytên êzidî yên heyî ji bo Mem û Zînê bi kar aniye. Îro jî em dikarin tesîra wan di nav edebiyata nûjen, wekî nimûne di berhemên Mehmed Uzun, Hesenê Metê yan jî Jan Dostî de bibînin. Lê qehreman û konseptên van pirtûkan bi saya bikaranîna motifên êzidî di rêza romana Mixayil Bulhakovî ya bi navê “Master û Margarîta” de bi wêjeya dinyayê re dikevin diyalogê. Loma jî îro em dikarin bi perspektîfên berfirehtir li kevneşopiya êzidî binihêrin. Ev jî armanca vê semînera me ya biçûk e.

  • ji Arşiva Kitabxaneya Eichgrabenê

    Prof. Ordixanê Calîl (1932-2007)

    Ordîxanê Celîl (1932-2007) -an jî bi şiklê rûsî Ordîxan Casîmovîç Celîlov- yek ji lêkolînêrên kurd ên herî jêhatî û girîng bû. Ew di malbateke kurdên êzidî de li Ermenistanê hatiye dinyayê. Piştî qedandina Zanîngeha Rewanê li Lenîngradê xwendiye û paşe jî li wê derê wekî profesorekî ders dane. Digel bira û du xwişkên xwe bûye berhevkarê fedakar ê çand û folklora kurdî.

  • Bernameya seminerê

    The Diverse Heritage of Yezidi Tradition

    13. XI. 2013 Collegium Maius,

    Michał Bobrzyński Conference Hall Jagiellonian University

    Seminar is held in memory of Prof. Ordixanê Calîl

  • Abstrakt

    The Diverse Heritage of Yezidi Tradition

    Kraków 13.11.2013

    Abstracts