A A A

Lêkolîn

Armanca projeya Renata Kurpiewska-Korbutê analîzkirina rola civakî û siyasî ya rêxistinên kurdan ên çandî li Kurdistana Îraq û Tirkiyayê, her wiha li Kurdistana Sûriyê û Îranê û li Ewropayê. Di nav salên dawîn de rewşa siyasî ya bakurê Kurdistanê (Tirkiyayê) û başûrê wê (Îraqê) bi riyeke gelek zindî diguhere. Maneya van guherînan bicihanîna mafên mirovan û mafên çandî yên wekî azadiya gotinê, bikaranîna zimanê zikmakî û xwedîderketina mîrasa xwe ya çandî ye. Digel ku rewşa kurdan li Îraq û Tirkiyê ne wekî hev e jî di her du aliyên sînorî de kurd - bi armanca ku nasnameya xwe ya netewî xurt û geş bikin - derfetên xwe bi kar dikin û rêxistinên westar (sabit) ava dikin Tu şik tuneye ku rexistinên çandî yên ku çalakiyên xwe didomînin dixwazin dengê mîrasa kurdî bilindtir bikin. Armanca wê jî ew e ku hem mîrasa xwe bidin naskirin hem jî mafê çarenûsa xwe misoger bikin.

 

 

Armanca vê lêkolînê analîzkirina çalakiyên rêxistinên kurdan ên bakur û başûr e (yên Tirkiya û Îraqê) û rola wan a ku di realîteya siyasî û civakî de bi awayekî zindî diguhere. Yên ku em dixwazin bizanibin ev e: heta çi radeyê tesîra wan rêxistinan ji bo rewşa kurdan a îroyîn heye û kîjan pêker û faktor bandorê li ser sazî, şiklê îdareyê û armanca çalakiyên wan dikin. Bi taybetî em ê çend faktorên berawirdkirî raxine ber çavan: kevneşopî û nûjenî, Rojava û Rojhilata Navîn, pêkerên hundir (navwelatî) û yên derve, oldarî û laîktî, siyaset û çand. Babetên lêkolînê yên bi kitekit ev in: 1) şiklê xwerêxistinkirin, îdare û çalakiyê yên rêxistinên çandî yên kurdî (bi Marcin Rzepka re) 2) potansiyela herêmî, pêwistî û kêmasiyên wan (bi Joanna Bocheńska re), 3) perwerdehiya çandî û belavkirina formên cur bi cur ên beşdarbûna di jiyana çandî de; îmkanên çareseriya problemên civakî; îmkanên avakirina qada nîqaşan li ser asta civakî û siyasî û navkulturî û damezrandina siyaseta çandî 4) formên piştgiriyê ji bo jiyana çandî 5) pêwendiyên derve û navneteweyî, bi taybetî yên kurdî - tirkî, kurdî - erebî, kurdî - suryanî, kurdî - ermenî (bi Krzysztof Lalik re).

 

Siyaseta ku li dijî kurdan hat meşandin û li dijî beşdarbûna wan a li jiyan û nîqaşên giştî bû û ya ku tesîra wê li ser fikr û rexistinên kurdan hebû dikare bê analîzkirin di çarçoveya pirsyara bingehî ya postkolonyal ya Gayatri Spivak kir – "ma mirovên bindest dikarin biaxivin?". Dibe ku aktîvîteya kurdan a di qada rexistinên çanda wan de bikaribe bersiveke êrenî ji bo vê pirsiyarê bide. Bingeha teorîk a lêkolînên me konseptên wekî: konstruktivîzma civakî, fikrên neoenstîtûtyonalîzmê û encamên lêkolînên li ser rêxistinên çandî ye. Di qada konstruktivîzma civakî de teoriyên Peter L. Bergerî û Thomasa Luckmannî (Social construction of reality) dê bên bikaranîn. Naveroka wê ya ku bala me dikişîne ev e “takekes û kom çawa beşdarî avakirina realîteya civakî ya dorhêla xwe dibin û çawa dibe ku çend diyarde bêne rêxistin”. Ji bilî wê fikrên Ian Hackingî dê bên bikaranîn. Li gorî wî prosesên avakirina rêxistinan ne tenê li ser diyarde û bûyeran e, her wiha li ser baweriyên derbarê wan de jî tên damezrandin. Bi saya wê em ê bikaribin bibînin bê ka heta çi radeyê rêxistinên çandî yên kurdan wekî encamên kevneşopiya kurdî yan jî heta çi radeyê wekî encama fikrên derveyî derdikevin holê. Dibe ku proseseke wisa ya li Kurdistanê du aliyên wê hebin. Ji bilî vê, ji nav teoriyên neoenstîtûtyonalîzmê konseptên van mirovan dê bên bikaranîn: John Meyer, Brian Rowan, Richard Scott, Lynne Zucker, Paul J. DiMaggio, Walter Powell, Robert O. Keohane û Andrew J. Hoffman.