A A A

Li ser projeyê

Weqfek ji weqfên zanistȋ yên polonȋ (NCN/em bibêjin Navenda Zanistî ya Dewletê) piştî 3 salên lebikȋnê projeya me a ji bo pêşxistina zanistên li ser kurdan qebȗl kir. Polonya ne welatekî dewlemend e loma jȋ ev pere ne pereyên ewqasî zêde ne, em ê pê koşkê ava nekin, lêbelê wek mirovên ciwan dikarin ȋş ȗ balkêşiyên xwe bidomȋnin ȗ belku jȋ bi vê keştiya xwe ya biçȗk bikevin deryayeke hinekȋ fireh ȗ mezintir. Lê divê hûn jȋ ji bȋr nekin ku li ser her behrekê rola „avjenȋyê” – yanî em bibêjin: alȋkari ȗ rêberiya we - tişteke pir muhȋm e. Belku em dikarin mecazeke Emȋral Axayê qehremanê pirtȗka Mijabad a Jan Dostȋ binȋn zimên ȗ bibêjin ku bêyî derya, keştȋ ȗ ȋşê avjeniyê (ya dawȋn veserkirina min e) „welatek çênabe”.

 

Navê projeya me bi ingilizȋ How to make a voice audible? Continuity and change of Kurdish culture and of social reality in postcolonial perspectives. Niha divê em vê wergerȋnin kurdȋ da ku maneya wê winda nebe. Voice deng e, wergerandina wê ne tiştekî ewqasȋ zehmet e. Lê “making it audible” yanî “avakirina dengȋ ya ku dikare bê bihȋstin” problem e. Da ku meriv wî bibȋhize gelo divê ev deng feryad an jî fȋxan be? Ȗ belku ne feryad ȗ ne jȋ fȋxan lê divê pistepist be? Ȗ belku jȋ carek feryad ȗ car caran jȋ pistepist lazim e? Ma bihȋstina dengȋ hema hema tê maneya fahmkirina wȋ? Ev pirs gelekȋ muhȋm in. Em divê fêr bibin çawa yekȋ pewist biaxive da ku yekȋ din jê fehm bike ȗ çawa yekȋ din divê guhdar bike da ku peyvên mirovekî din fahm bike? Belku di dawiya van pirsiyaran de em dikarin guwahekî ji perçeyeke ji Hawara Dȋcleyê ya Mehmed Uzunȋ bînin, ji ber ku sebeba navlêkirina projeya me bi vȋ şiklȋ bê guman pirtȗka wȋ bȗ:

 

Xerȋb, koçber, mêvan.

Biçȗk, nazenȋn, narȋn.

Reş ȗ spȋ. Dȗvçetel.

Lê ew, dengê wê.

Vȋçevȋç, vȋçevȋç, vȋçevȋç.

Hechecȋk. Mȗcize.

Hingê dengê hechecȋkê, dengê heyatê….(r. 256)

 

Hevoka din a ji sernavê projeya me lêkolȋnên me bi giştȋ dişekilȋne, yanî: Berdewamî ȗ guhartoyên çand ȗ realȋteya civakê yên kurdȋ di perspektîfên postkoloniyal de. Perspektîfa postkoloniyal bi pirtȗka Orientalizmê ya Edward Welîd Seîdȋ hatiye dinyayê, lê heta niha geleki fireh ȗ dewlemendtir bȗye. Ji destpêkê ve perspektîfa postkoloniyal li muxatab, diyalog ȗ berpirsyariyê dinêrȋ. Seîd xwest ku mirovên rojavayȋ berpirsiyariya xwe ya di qada nefahmkirinê ȗ binpêkirinên li rojhȋlatȋ de bibȋnin. Di vê riya nefahmkirin ȗ binpêkirinê de zanist bȗ aletekȋ taybet. Zanist bȗ sebeba pêşxistin ȗ xurȗra rojavayê. Weku Friderick Nietzsche digot “Xwedê mir”. Zanist hat cihê wȋ. Lê fȋlozofê polonȋ Jacek Filek peyvên wȋ biçekȋ sererast kirin ȗ pirsȋ “ ma Xwedê bi tesadufî nemir; lê belku hat kuştin?” (Filozofia jako etyka, 2001;s. 291). Yanî ji ber hêza zanistê mirov xwe azad ȗ mezin didȋt weku Rebê Alemê. Loma jȋ sinorên hukimdariya Wȋ nemabȗn ȗ zanist bȗ aletê hukimdaran.

 

Divê em niha bipirsin di vê prosesê de kȋ berpirs bȗ? Zanist an jȋ mirov? Pirsiyar bi xwe jȋ bersivê ȋma/tuwanc dike. Ji ber ku peyva /kȋ/ tê de ye. Ma em dikarin bipirsin “çi” berpirs bȗ? Pirsiyareke wisa maneya wê jȋ tuneye. Bingeha berpirsbȗnê mirov bi xwe ye. Berpirsiyarȋ sinorên azadiya bêsinor dikêşe, lê taybetmendiya wê daxwaza mirovî ye. Bêyî daxwaza xwe ya jidil mirov tu caran nikare berpirs bibe. Postkoloniyalizma niha li vê berpirsiyariyê dinêre ȗ gelek caran hêviyê tȋne ku em (“em li rojavayê” ȗ “em li rojhȋlatê” ) dikarin zanistê ji nȗ ve ava bikin ȗ bi kar bȋnin. Projeya me jȋ di çarçoveya vê hêviyê de cȋ digire.

 

Bi vê tekstê ez we vedixwȋnim endamtiya projeya me. Em nikarin piştgiriya finansekirinê pêşkêşȋ tu projeya we bikin (Înşallah ȋmkaneke wisa di pêşeroj de dê çêbe jȋ), lê hêviya me heye ku li ser qada malpera me ya ku bê sazkirin, em ê nîqaşên balkêeş ȗ giring ava bikin, hem di navbera rojava ȗ rojhilatî de hem jî di navbera kurd ȗ polonȋ ȗ mirovên din de. Belku rojek ji rojan em ê bikaribin hev du baştir bibihȋzin ȗ fahm bikin.

 

Tikaya lem biborȋn ku sayfayman esta tenê bi kirmanci ye. Balam hȋwadarim be yarmetitan katȋ dahatû detwanȋn be soranȋ ij çap bikeyn.

 

 

Joanna Bochenska

 

 

Enstîtuya Zanistên Rojhilatnasiyê UJ

 

Beşa Îrannasiyê IO UJ

 

Enstîtuya Rojhilata Nêzîk û Dur UJ

 

Sentera Kurdî ya Krakovê

 

Projê Şadî ji bo spasiyek

 

Poland Middle East and North Africa Trade and Cooperation