A A A

Lêkolînerên projeya 2013-2018

Agahiyên li ser koma lêkolînî ya projeya Deng çawa dikare bê bihîstin. Berdewamî û guhartinên çand û realiteya civakê yên kurdî di perspektifên postkolonyal de ya ku di nav salên 2013-2018 de pêk hat. Proje bi saya piştgiriya bernameya SonataBis1 ya Sentera Zanistên Polonyayê hatiye realize kirin.

  • Dr Joanna Bocheńska

    Seroka projeyê,li Pişka Îrannasiyê ya Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Zanîngeha Yagîellonskî dixebite. Yek ji damezrînerên Beşa Lêkolînên Kurdî ya ku sala 2008an di vê enstîtuyê de hat avakirin. Wergêra ji zimanên kurdî û rûsî; wênekêş û rojnamevan e. Pirtûka wê ya li ser wêjeya kurdȋ bi nave Między ciemnością i światłem. O kurdyjskiej tożsamości i literaturze (Di navbena tarȋ û ronahiyê de. Li ser nasname û wêjeya kurdȋ) di sala 2011 de çap bû.

  • Dr Renata Kurpiewska-Korbut

    Lli Enstȋtûya Rojhilata Navȋn û Dur ya Zanȋngeha Yagiellonski dixebite. Babeta lêkolȋnên wê: Rola civakȋ ȗ siyasȋ ya ȋnstituyên çandȋ/kulturel yên kurdȋ (bi taybetȋ li Kurdistana Iraq, Tirkiye ȗ li Ewropayê). Renata siyasetnas/politolog e. Teza xwe ya masterê ȗ teza xwe ya doktorayê li ser kurdan nivȋsiye. Pirtȗka wê ya bi navê Społeczność międzynarodowa wobec Kurdów w Iraku (Civaka navneteweyȋ li hemberȋ Kurdên Îraqê) sala 2014 hat çap kirin.

  • Dr Marcin Rzepka

    Beşa îrannasî û beşa slavnasiyê ya Zanîngeha Yagîellonskî qedandiye, teza xwe ya doktorayê li ser ‘wergerên Încîlê yên ji bo farsî û kurdî ȗ rolên wan ên çandî ȗ civakî’ nivîsiye. Niha li Enstîtûya Dîrokê ya Zanîngeha Jan Paweł II (Yûhena Pawlos II) ya Krakovê dixebite. Mîjarên lêkolînên wî ev in: Ȋrana nûjen û rewşa hindikahiyên neteweyî û olî yên wê, wergerandina Ȋncîlê ji bo zimanên îranî, dîroka Kurdistanê.

  • Krzysztof Lalik

    li Enstȋtûya Rojhilata Navȋn û Dur ya Zanȋngeha Yagiellonski dixebite. Babeta lêkolȋnên Peywendiyên di navbera piranȋ ȗ kêmneteweyên Kurdistana Iraqê ȗ Tirkiyê de. Krzysztof niha dike ku teza xwe ya doktorayê biqedȋne. Pirtȗka wȋ ya li ser rewşa Kurdistana Îraqê heye Kurdystan iracki na przełomie 20 i 21 wieku, Kraków 2009/ Kurdistana Îraqê li berderiya sedsala 21an.

  • Karol Kaczorowski

    Karol Kaczorowski – antropolog, civaknas û olnas e. Li Enstîtuta Civaknasiyê ya Zanîngeha Yagîellonskî teza xwe ya doktorayê dinivîse, hem jî li Beşa Civaknasîya Giştî û Antropolojiya Civakî ya Fakulteya Humanîst a Akademiya Madenî û Polayî dixebite.

  • Umȋd Demȋrhan

    Umîd Demîrhan, kurdekî ji bakurê Kurdistanê, ji Bazȋdê ye. Ferhengsaz, nivîskar, helbestvan, wergêr û zimannas e.